Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a doh bi şev li gundê Barê û komegleha Dugirê ya Şengalê, ku di encamê de şervanekî YBŞ'ê şehîd bû û 2 şervan û jinek jî birîndar bûn, xelkê Şengalê bi karwaneke ji wesayitan berê xwe da Navenda YBŞ'ê ya li gundê Barê û bi daxuyaniyekê nîşan da ku ew li pişt hêzên xwe yên parastinê ne.
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Eliyas di destpêka daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din bi teknîka xwe êrîş bir ser îradeya gelê wan. Xwedêda Eliyas got, "Ji şevê din de êrîşên dewleta Tirk bi balafiran li ser malên sivîlan û hêzên me yên parastinê dewam dikin. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşa rê li ber mezinbûna îradeya gelê me bigire û gel û hêzên wê yê parastinê ji hev qut bike. Lê tu carî em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernedin û heya dawiyê em ê bi hêzên xwe yên YBŞ YJŞ'ê û Asayîşê re bin. Ev êrîşên dijminane ku li ser me pêk tên hewldana ji bo temamkirina êrîşên DAÎŞ'ê yê sala 2014'an e. Dixwazin bi êrîşên xwe qirkirina civaka me bibin serî."
Li sernavê TAJÊ'ê Kinê Xidir axivî û di serî de sersaxî ji tevahiya malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku bi saya keda şehîdan ew li ser xaka xwe ne. Ji bo em karibin bi nasnameya xwe li ser axa xwe bijîn ew ê êrîş jî dewam bikin, ji ber ku me êdî biryara daye pişta xwe bi tu kesekî girêndin. Tenê em pişta xwe bi hêza xwe girê didin. Ji bo ku em nikaribin li ser axa xwe bijîn dijmin van êrîşa li ser me pêk tîne. Bi van êrîşa em ê tu carî dest ji xeta şehîdên xwe ku ji bo nasnameya me, ji bo çiyayê Şengalê û azadiya gelê me têkoşîn kirin û şehîd ketin em ê li ser xeta wan bin. Tu êrîşên dijmin ew ê nikaribe me ji xeta şehîda qut bike û me ji ser axa me bide koçberkirin."
Rojhat Ereb jî li sernavê YBŞ'ê axivî û got, "Îro di encam êrîşa dewleta Tirk de hevalekî me şehîd bû. Dema me erka parastina vî gelî de ser milê xwe me dizanî ku şehdet wê hebe , lê her êrîşek ku liser me pêk were em ê hêza xwe mezintiribikin em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em ji gelê xwere soz din ku wî tola xwîna şehîdên me ya li ser vê axê hatiya rijandin li erdê nemîne û şehîdên me di dilê mede saxin û tucarî namirin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên'Şehîd Namirin,bijî berxwedanya Şengalê' bi dawî bû.