BI DÎMEN

Elyas: Polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas diyar kir ku dewleta Tirk a qirker dixwaze destkeftiyên ku gelê Şengalê û Rojava bi dest xistine ji nav bibe û got, polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê ji ANF’ê re axivî.

Xwedêda Elyas diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Apo xwest civakên ku xwe di dispêrin fikra wî tune bike û ji nav bibe û got, “Lê dewlet jî dizane ku di nav van 25 salan de kiryarên ku li ser Rêber Apo pêk aniye, bê encam mane. Ji ber ku polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn, hişt ku hevdîtin bi Rêbertî re çêbe. Lê ev yek têrê nake, divê demildest tecrîd rabe û diyaloga raste rast bi Serok re were kirin.

‘EV TÊKOŞÎN TI CARÎ TÊK NAÇE’

Xwedê Elyas ev tişt jî got: “Dewleta Tirk xwest ku bi siyaseta xwe ya qirêj a bi piştgiriya xayînan dimeşand re, têkoşîna gelê Kurd û Serok Apo têk bibe. Lê hat dîtin ku ew ti carî pêk nayê.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Eliyas herî dawî wiha got, “Dewleta Tirk gelek êrîş li ser Şengal û Rojava pêk tîne, ev nîşan dide ku dewleta Tirk durû ye. Jixwe gelê me jî dizane ku dema dewleta Tirk behsa aştiyê dike, di piştê de dixwaze dek û dolabên xwe bi rêve bibe. Ev di dîroka dewleta Tirk de bi dehan caran hatiye dîtin.”