Gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Efrîn, Şîlan Ûmet û Rûken Koçer bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), ji ANF'ê re axivîn.
Bêrîtan Efrîn, diyar kir ku şehîd Bêrîtan di artêşbûna jinê de pêşengiyek xurt kiriye û wiha axivî, “Di serî de ez di şexsê fermandara mezin Bêrîtan de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevrê Bêrîtan bi sekna xwe ya berxwedêr zîhniyeta bi serdestiya mêr têk bir. Helwesta hevrê Bêrîtan a li dijî xayinên hevkar, ji bo me mînak e. Em îro di vê xetê de têdikoşin. Hevrê Bêrîtan ne tenê li dijî dagirkeriyê, di heman demê de li dijî xeta hevkarî û paşverûtî têkoşiya. Bi sekna xwe nîşan da ku jina azad civaka azad e. Di sala 1992'an de dema artêşa Tirk a dagirker tevî Kurdên hevkar êrîşî tevgera me kir, hevrê Bêrîtan xwe kir mertal û derbeke giran li dijmin xist. Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran gerîla hene. Em bi heman helwestê li dijî PDK-Barzanî û dewleta Tirk a dagirker têdikoşin.
Gelek jinên ciwan ji bo parastina xwe, parastina jinê, parastina gel û Rêbertiya xwe tevlî nava refên gerîla dibin. Tevlî nava YJA Starê dibin, tevlî xeta Bêrîtan dibin. Em bi damezrandina YJA Starê serbilind in. Hem leşkerî hem jî bîrdozî em xwe di her alî de bi pêş ve dibin. Ev yek bi saya artêşbûna jinê YJA Starê ye. Desthilatdarî ji artêşbûna jinê ditirse. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir êrîşî nirxên me dike. Lê çiqas êrîş hebin jî em meşa xwe ya li ser xeta azadiyê bi şerekî exlaqî didomînin. Mînaka vê ya herî berbiçav şerê me yê tunelan e. Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve jî bi bikaranîna hemû çekên xwe yên teknîkî û kîmyewî êrîşî me dike. Lê belê têkoşîna me ya li dijî hemû êrîşan, ku em di xeta berxwedanê ya Bêrîtan de dimeşînin, wê teqez bi ser bikeve."
BÊRÎTAN NASNAMEYEK AZAD AFIRAND
Gerîlaya YJA Starê Şîlan Ûmît jî di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û got, “
Di şexsê hevrê Bêrîtan de jinê nasnameya xwe, hêza xwe ya têkoşînê, wêrekî û kesayetiya xwe nas kir. Hevrê Bêrîtan nûnera nasnameya berxwedanê ye. Hevrê Bêrîtan ji bo min tê wateya baweriya bixwe, wêrekî û hêza gav avêtinê ye. Gelek navê zarokên Kurd Bêrîtan in. Ev nav ji hevrê Bêrîtan girtin, ji ber ku hevrê Bêrîtan bi çalakiya xwe ji bo gelê Kurd û jinên Kurd nasnameyeke azad afirand. Ji bo vê jî wê ti caran nayê jibîrkirin. Wê her tim weke destaneke di dîrokê de were bibîranîn.
Îro YJA Star li hemû cîhanê tê naskirin. Li cîhanê gelek rêxistin hene, lê YJA Star cuda ye, şervanên wê yên jin hene. Bi artêşbûna jinê em dikarin Kurdistana azad, cîhaneke azad ava bikin. Eger em bixwazin azadiyê bidest bixin, bêyî artêş ne pêkane. Em dibînin ku her roj jin tên kuştin. Temenê jinê çi dibe bila bibe, sîstemê her tim ji bo xwe xetere dîtiye. Ji ber vê yekê jin her tim dibin hedef. Ji ber vê yekê, sîstem, artêşbûna jinê li hemberî xwe weke xeterî dibîne. Lewma dixwaze jinê tine bike û qetil bike. Ji ber ku sîstem dizane ku eger jin nasnameya xwe nas bike û hêza xwe nas bike, wê jiyana koletiyê bi hêsanî qebûl neke. Ji ber vê divê em di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bikin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin û artêşbûna xwe xurt bikin. Azadiya her jinekê di felsefeya Rêbertî de veşartî ye. Li çiyayan veşartî ye. Em dikarin Kurdistanek azad û civaka azad ava bikin. Her jineke ku dixwaze xwe bi pêş bixe, divê cihê xwe di nava artêşê de bigire. Ji ber ku nasnameya jina azad li vir veşartî ye. Her jina ku li azadiyê digere divê berê xwe bide felsefeya jiyana azad, felsefeya Rêber Apo.”
‘ERKA ME MEZINKIRINA XETA BERXWEDANÊ Û PARASTINA WÊ YE’
Gerîlaya YJA Starê Rûken Koçber jî, anî ziman ku hevrê Bêrîtan li dijî banga teslîmiyetê ya hevkaran bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ daye û got, “Ev sekn û çalakiya hevrê Bêrîtan, bingeha artêşbûna jinê danî. Hevrê Bêrîtan Rêber Apo nedîtibû, lê belê di xeta ku ji aliyê Rêbertî ve hat avakirin de meşiya û nîşan da ku hevrêtiya rast çi ye. Rêbertî jî ev rastî dît û biryara artêşbûna jinê da. Ne tenê em, her jineke dixwaze azad bibe wê di xeta berxwedaniya hevrê Bêrîtan de têbikoşe. Ya dikeve ser me mezinkirina vê xetê û parastina wê ye. Pêwîste her jin bi vî rengî nêz bibe û Bêrîtan bike xeta xwe ya serketinê."