Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo şikandina tecrîda girankirî û mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 91’an di roja 462’an de didome. Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 90’an Şîlan Bûdak axivî.
Şîlan Bûdak anî ziman ku ew weke xwendevanên wargehê bi seknekî giran beşdarî vê çalakiyê bûne û got: “Rêber Apo di zindanê de bi vîn û baweriya xwe li ber xwe dide. Berxwedana ku îro Rêber Apo ji bo me dike, di heman demê de ji bo hemû gelên bindest jî dike. Tevlîbûna me ya vê çalakiyê ew e ku dawî li vê tecrîda li ser Rêber Apo bê. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya tevahî civakê ye, azadî bi Rêber Apo re wate digire.”
Nobeta Azadiyê bi dewirgirtina koma nû re bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.