14’yê Tebaxa sala 2007’an li bajarokê Til Izêr û Komelgeha Sîba Şêx Xidir ên girêdayî Şengalê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîşeke dijwar pêk hatin. Êrîş ewqas dijwar bû, heta niha li ser qûrbaniyan daneyek fermî nehatiye dayîn, li gorî agahiyên ne fermî di êrîşan de li Til Izêr 350 û Sîba bi giştî 600 kes şehîd bûn, 7 sed kes jî birîndar bûn. Her wiha aqûbeta hinek welatiyan nehat zanîn. Dîsa ziyaneke gelekî mezin a madî pêk hat.
PDK Û IRAQ ŞENGAL KIR QURBAN
Li ser komkujiyê re 15 sal derbas bûn, lê hîn jî birînên Til Izêr û Sîba Şêx Xidir nehatine kewandin. Dema ku komkujiya 2007’an pêk hat, ewlekariya herêmê di destê hêzên PDK û Hikûmeta Iraqê de bû. Her wiha di êrîşên 2014’an jî heman hêz li herêmê bûn. Rêyên ku ji Şengalê diçin Sîba Şêx Xidir û Til Izêr 2 rêyên sereke ne û wê demê di bin kontrola hêzên PDK’ê de bûn. Her wiha ji aliyê bajaroka Baac û aliyê Şengalê ve 3 bendên kontrolê yên hêzên PDK’ê li ser van rêyan hebûn.
TUGAYA TOLHILDANÊ YA TIRK
Sala 2007’an li Nehiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir ên Şengalê çar teqîn li pey hev çêbûn. Wê demê rêxistina çete ya nijadperestên Tirk TÎT’ê ev çalakiyên hovane girtibûn ser xwe.
Tugaya Tolhildanê ya Tirk (TIK) rêxistineke nîjatperest a tundraw ji pêvajoya 1970’ê li Qibrisê li dijî Tirkên çepgir ên Qibrisî bigire heta Darbeya 12’ê Îlona 1980’ê li Tirkiyeyê li dijî kes û komên çepgir tê zanîn û heqaret li Tirkiyeyê dike bi gotina wan dest bi sûîkast û êrîşên ku bi mirinê encam bûne kiriye. Ji derveyî çalakiyên TIK girtiye ser xwe ne nav û ne jî kadroyên wê yên pêşeng ti demê nehatine zelakirin.
JI 2007 HETA 2014’Ê ÇI GUHERÎ?
Piştî komkujiyê rewşa Şengalê û qubaniyên wê weke xwe man. Guherînek pêk nehat. Dîsa ji bo ev komkujî û şahidên wê li Şengalê nemînin, birîndarên komkujiyê birin derveyî welat û careke din nevegeriyan. Kes nizane aqûbeta gelek ji wan birîndaran bûye çi?
ÎDARE DI DESTÊ IRAQ Û EWLEKARÎ DI DESTÊ PDK’Ê DE BÛ
Tevî ku wê demê hem di warê îdarî û rêveberiyê Şengal di bin kontrola Iraqê de bû û dîsa bi hevbeşî ewlekarî di destê Pêşmergeyên PDK’ê û leşkerên Iraqê de bûn, bi erka xwe ya parastina li ber xelkê herêmê nekirin.
PIŞTÎ WÊ BI 7 SALAN KOMKUJIYA HERÎ MEZIN A DAÎŞ’Ê YA LI SER ÊZIDIYAN
Piştî wê bi salan bi 7 salan çeteyên DAÎŞ’ê yên beşek mezin xaka Sûriye û Iraqê dagir kirin, piştî Mûsil dagirk kir 3’yê Tebaxa 2014’ê kete Şengalê û komkujiya herî mezin di dîroka cîhanê de pêk anî.
Di vê fermanê de jî 12 hezar Pêşmergeyên PDK’î û dîsa artêşa Iraqê hebû, bê ku li ber DAÎŞ’ê bisekinin ji herêmê reviyan û civaka Êzidî ji qirkirinê re hiştin. Civaka Êzidî komkujiya Til Izêr û Sîba Şêx Xidir a 2007’an weke destpêka Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an pênase dikin.
DANEYÊN DAWÎ YÊN LI SER ENCAMÊN FERMANA 3’YÊ TEBAXA 2014’AN
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di salvegera 8'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de, têkildarî encamên fermanê û gef û êrîşên heyî yên li ser Şengalê raporek amade kir û pêşkêşî gelek saziyên navneteweyî kir
Di derbarê fermana 2014’an de çend hejmarên ku hatine bidestxistin (dîrok; tîrmeha 2022’an)
Jinên ku hatine revandin: 3 504
Mêrên ku hatine revandin: 2 869
Kesên ku hê jî di destên DAÎŞ’ê de ne: 2 941
Zarokên ku bê dê û bav mane: 2 166
Kesên ku hatine koçberkirin: 360 000
→ yên ku hê jş li kampên Başûr in: 200 000
→ yên ku ji Îraqê derketine: 10 000
Kesên winda / agahî nîn in: 220
Gorên komî: 87
→ yên ku hatine vekirin: 33
Jinên ku hatine rizgarkirin: 1 184
Mêrên ku hatine rizgarkirin: 337
Êzîdiyên ku vegeriyane Şengalê: 150 000
Bi saya gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê civaka Êzidî yên ji fermanê rizgar bûne, ji bo careke din bi fermanan û qirkirinê re rû bi rû neyên, bi rêxistin kirin û kirin xwedî vîn. Di vê çarçoveyê de piştî fermana herî giran a hemû cîhanê jêre şahidî kir û li ber bêdeng ma civaka Êzidî ji nû ve vejiya û xwe rêxistin kir.
JI BO CAREKE DIN BI FERMANAN RE RÛ BI RÛ NEYÊ, XWE RÊXISTIN KIR Û BÛ XWEDÎ VÎN
Ji bo di warê siyasî û leşkerî de civaka Êzidî bê parastin û bibe xwedî vîn, Yekîneyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Jin (YBŞ/YJŞ) hate avakirin. Her wiha di warê siyasî de jî gavên girîng hate avêtin û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) hate damezirandin. Xebatên jinan jî nehate jibîrkirin û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ).
Dîsa diwarê siyasî de Rêveberiya Xweser a Şengalê civakê bi rêxistin dike û ji bo statûya Şengalê di serî de li Iraq û derveyî welat kar dike.
DI BIN GEFÊN TIRKIYE Û IRAQÊ DE TÊKOŞÎNA STATÛYA XWESER TÊ DAYÎN
Ev jî piştî 73’ê fermanan cara yekem e ku civaka Êzidî bi vî rengî rêkupêk û hemû awayî pişta xwe dide xwe, xwe rêxistin dike û bûye xwedî vîn. Ev jî destkeftiyeke pir mezin e ku Êzidiyan bi dest xistiye. Niha jî hemû têkoşîna siyasî û leşkerî ya di bin gefên êrîşên Tirkiye û Iraqê de ji bo serxwebûn û statûya xweser a Şengalê dikin.