Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li tevahiyan pîroz û bi wesîleya 4. salvegera şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî şehîd Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û 1. salvegera Fermandar û pêşengê Êzidiyan Seîd Hesen, daxuyaniyek da. YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de her du şehîd bibîr anîn û diyar kir; “Divê li hemberî bîranînên van qehremanan erkê xwe yên hesap pirsîna mezin ji dijmin û bûyîna layiqê wan pêk bînin.”
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
15’Ê TEBAXÊ DESTPÊKIRINA JIYANEKE AZADE
“Di dîroka me de gelek rojên ji bona gelê me pîroz û bi wate hene. Ev roj di serî de ji bo gelê me û gelên herêmê têne wateya jiyaneke nû, rojên vejînê û rojên serfiraziyê. Bê guman 15’ê Tebaxê jî ji bona tevahiya gelên Kurdistanê û gelên herêmê tê heman wateyê. 15’ê Tebaxê yek jî ji wan rojan e ku ji bona tevahiya gelên herêmê di wateya destpêkirina jiyaneke azad, jiyaneke wekhevî û jiyaneke ji dijmin tolgirtinê de ye. Di heman demê de 15’ê Tebaxê ji bona gelên herêmê vejîneke ku xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandin e. Li ser vî esasî em di serî de Cejna Vejînê li tevahiya gelê Kurd û gelên herêmê pîroz dikin bejna xwe lî beramberî têkoşîn û bîranînên afrînerên vê rojê ditewînin.
Bê guman 15’ê Tebaxê her çiqasî wateyek a xwe bi vî rengî hebe, bi teybetî ji bo me gelê Êzidî xwastin vegerînin rojeke reş, rojeke bi êş, rojeke tarî û rojeke serî tewandinê. Bi vî rengî 3’ê Tebaxa 2014’an bi armanca qirkirinê êrîşek bi ser me de anîn, 15’ê Tebaxê di hundirê fermanekê de bi rêbazên dijî exlaq û mirovahiyê komkujiyên mezin pêk anîn; dîsa 15’Tebaxê sala 2018’an di salvegera komkojiya gûndê Koço de bi êrîşeke tirsonek û bêbext sitûna civaka me pêşengê gelê me rêheval Mam Zekî şehîd kirin û car din 15’ê Tebaxa 2021’an fermandar û pêşengê civaka me rêheval Seîd Hesen bi heman hişmendiyê şehîd kirin û rojeke pey vê re li nexweşxaneya gûndê Skiniyê komkûjî pêk anîn. Li ser vî esasî em di salvegera 8’emîn de şehîdên gûndê Koço, 4’emîn salvegera şehadeta şehîd Mam Zekî û yekemîn salvegera şehadeta fermandar û pêşengê me yê hêja rêheval Seîd Hesen û şehîdên komkûjiya nexweşxaneya gûndê Skiniyê bi hemû heskirinên xwe ve bi bîrtînîn, bejna xwe li beramberî bîranînên wan ditewînîn.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên DAÎŞ’ê fermanek bi serê me de anîn. Xwestin bi vê fermanê me bi temamî ji qirkirineke sedsalê re derbas bikin ku keseke bi navê Êzidî li ser rûyê erdê nemîne. Bi vê armancê ve dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ’ê ajotin ser gelê me. Li hemberî vê dijminê dijî mirovahiyê me di pêşengiya Mam Zekî û Seîdan de xwe bi rêxistin kir û me dest bi têkoşîna rizgarî û jiyaneke azad kir. Di vê têkoşîna xwe de ê ku ji bona me bûne çîrûska riya jiyanek azad bê guman fedaiyên şopdarê afirînerên 15’ê Tebaxê bûn. Hevrê û pêşengên me weke Mam Zekî û Seîd Hesen li ser wî esasî dest bi vê meşê kirin, bi sedan fedaiyên vî gelî dan pey wan. Ê ku çeteyên DAÎŞ’ê bi rêxistin kirin û ajotên ser gelê me ev yek ji bona xwe hezim nekirin, bi êrîşên bê exlaq û tirsonek ve ev pêşengên me yên ku pêşengiya têkoşîna azadiya civaka me kirine ji bo xwe kirin armanc û şehîd kirin. Xwediyên van êrîş û komkujiyan her çiqasî navê wan cûda bin, lê belê yê komkujî û êrîşên sala 2014’an li tevahî Şengalê heyanî roja me ya îro pêkanîne û pêk tînin tevahiya wan yek in. Heman hişmendî û feraset e. Heman kes û siyaset e. Dewleta Tirk bi hevkarê xwe PDK û mala Barzanî yê ku xeta îxanetê temsîl dike ve ji sala 2014’an heyanî roja me ya îro li pey tolgirtina DAÎŞ’ê ne. Lewma li ku derê pêşengek ê civaka me û civaka Kurd ê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê serketin bi dest xistibe dibîne ji bo xwe dike armanc û êrîş dike. Em car din li vir bi vê wesîleyê dubare dikin, bê guman her êrîşek a li ser gelê me û pêşengên me di heman demê de li hemberî tevahiya di serî de gelên Iraqê û herêmê ye. Dijminê dagirker bi van êrîşkirina li ser civaka me û pêşengên me ve dixwaze li tevahiya axa Iraqê xwe serwer bike, gelên herêmê ji hev cûda bike û bi hevre bide şerkirin û kuştin da ku armancên xwe yên desthilatdariyê li Iraq’ê pêk bîne. Ji bona vê jî îro bi taybetî li Iraqê leyîstokên pir qirêj û bêexlaq didin meşandin. Ji bo wê jî divê gelên herêmê li hemberî van leyîstokan baldarbin.
Rêheval û pêşengên me yên hêja Mam Zekî û Seîd Hesen tevahiya jiyana xwe bi hemû hebûna xwe ve xistin xizmeta vê civakê. Li hember hemû êş û zehmetiyan yek rojê kêliyek be jî ji têkoşîna xwe paş de gav neavêtin û her tim mezintir li pey xeyal û armancên xwe ya civakek azad têkoşiyan. Her tim bi hestên welatparêzî ve civakek wekhev, xweser, bê ferq û cûdahî li ser vê axa pîroz jiyankirinê ve meşiyan. Ji bona tifaqiya gelên herêmê bi şev û roj di nava kar û xebatan de bûn. Wan tevahiya civaka xwe hembêz kiribûn û bibûn fedaiyên civaka xwe. Çawa ku beriya 40 salî gelên herêmê li hemberî dagirkerî û qirkeriyê çong ne danîn erdê, çawa ku îradeya xwe radestî faşîzmê nekirin û Mam Zekî û Seîd Hesen bûn şopdarê wê çanda berxwedêriyê, emê jî ji bo ku bibin layiqê van fermandar û pêşengên xwe emê ji bona vê civakê heyanî kêliya jiyana xwe ya dawiyê xebat bikin û têkoşînê bilind bikin. Bila ti kes an jî ti hêz nekeve şaştiyeke wisa ku bi şehadeta van pêşengên xwe em ê xwe ji têkoşînê paş de bikişînin. Berovajiya wê her şehadetek ji bona me dibe hêza mezinkirina têkoşînê, dibe hêza berxwedêriyê, dibe hêza mezin a tolgirtinê û dibe hêza serketinê. Divê gelê me jî van pêşeng, fedaî û qehremanên xwe her tim bi jiyanî bikin, li derdora keda van cangoriyên xwe bibin xeleka azadiyê û bibin parêzvanên destketiyên ku bi keda van qehremanan hatine afirandin. Di heman demê de vê kedê û van destketiyan bikin bingehê têkoşîna jiyana azad û di walatek azad de van pêşangan bidin jiyankirin. Divê gelê me bi van qehremanên xwe serbilind û serfîraz bin. Divê li hemberî bîranînên van qehremanan erkê xwe yên hesap pirsîna mezin a ji dijmin û bûyîna layiqê wan pêk bînin. Em jî şervanên Mam Zekî û Seîdan pir serbilindin ku di bin fermandariya wan de me têkoşîneke bi wate û bi nirx daye meşandin. Ji bona wê jî êdî dem hatiye ku em vê dijminê mirovahiyê bi hemû hişmendî û kesayeta wî ve ser vê axa pîroz derxînin. Dem dema li erk û berpirsiyartiyên xwe rabûnê ye û xwedî derketinê ye. Ji bona wê jî emê bi tifaqiyeke civakî ve xeyal û armancên fedaiyên xwe demildest pêk bînîn.
Di vê wateyê de em tevahiya şehîdên xwe yên qehreman ên ku li ber civaka me de canê xwe fedakirine û bûne stêrkên azadiya civaka me, di heman demê de tevahiya şehîdan di şexsê şehîdên fermanê, şehîdên gundê Koço, şehîdên nexweşxaneya gundê Skiniyê, rêheval û pêşengê xwe Mam Zekî û Seîd Hesen de tevahiya wan bi hemû heskirinên xwe ve bibîrtînîn, bejna xwe li hemberî wan û bîranînên wan ditewînîn. Soza xwe a di şopdariya wan de afirandina di welatek azad de bi Rêberek Azad re jiyankirinê dubare dikîn.”