‘Li hevkirineke veşartî ya hikumeta Iraqê bi Tirkiyê re heye’

Çavdêrê Siyasî Hîwa Hesen: Helwestên hikumeta Iraqê ya li dijî êrîşên Tirkiyê tenê ji bo razîkirina kolana Iraqî ye.”

Piştî komkujiya Perexê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve pêk hat ku di encamê de 9 geştiyarên Iraqî jiyana xwe ji dest da û 23 kes jî birîndar bûn, welatiyên Iraqê li ber wê rabûn û daketin qadan. Gelek navendên dewleta Tirk a dagirker ên li Iraqê daxistin. Her wiha kampanyayek ji bo boykotkirina malên Tirkî jî ragihandin.

Ji ber zêdebûna zexta welatiyên nerazî yên Iraqî, hikumeta Iraqê neçar ma ku daxuyaniyekê li dijî êrîşên dagirkeriyê û dijminane yên dewleta Tirk bide, her wiha li Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî li dijî êrîşên dewleta Tirk gilî bike. Lê piştî demek kurt û kûrbûna aloziya aliyên siyasî yên Iraqê ya li ser desthilatiyê, mijara komkujiyên Tirkiyê ji aliyê hikumeta Iraqê ve hatin paşguhkirin û bêdengiyek di vê mijarê de çêbû.

Çavdêrê Siyasî û Rewşenbîr ê bajarê Kerkûkê Hîwa Hesen Elî têkildarê bêdengiya hikumetê ya li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ya li ser gelên Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk tîne, nemana serweriya Iraqê, derneketina ti biryar û pêkanînek li dijî Tirkiyê ya li Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî, her wiha hizr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareserkirina pirsgirêk û krîzên Iraqê ji ANF’ê re axivî.

‘TI PÊNASEYEKE DEWLETBÛNIYÊ YA IRAQÊ NEMAYE’

Hesen di destpêka axaftina xwe de îşaret bi bêdengbûna hikumeta Iraqê ya li ber êrîş û komkujiyên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker kir û got, “Demek dirêje ku dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike û xelkê Irqê û yê Başûrê Kurdistanê şehîd dike. Komkujiya herî dawî ya dewleta Tirk kirî, armanckirina geştiyarên Ereb ên Iraqê ya li gundê Perex a Zaxoyê bû. Komkujiya geştiyaran nerazîbûn bi xwe re anî ku bû sedem medyayên navxweyî û cîhanî û kolana Iraqî hikumetê neçar bike ku helwest nîşan bide û li hemberî êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk bêdeng nebin. Em dizanin ku Iraq welateke bê kêr e û welatek bê serwerî ye. Iraq tenê weke nav dewlet e, ne xwe ti pênaseyeke dewletbûniyê ya Iraqê nemaye.”

‘HELWESTÊN HIKUMETÊ YÊN DIJÎ TIRKIYÊ TENÊ JI BO RAZÎKIRINA KOLANA IRAQÎ BÛ’

Çavdêrê Siyasî Hîwa Hesen bal kişande ser bê encamiya helwestên Iraqê ya li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk û wiha pêde çû; “Destpêka bûyera komkujiya Zaxo, di çend rojên destpêkê rengdan û nerazîbûneke mezin hebû. Di astekê de ku hikumet hate ser xetê, lê ji ber parçebûn û krîz û aloziya kûr û mezin a siyasî ya li Iraqê, hikumeta Iraqê hêza xwe ya bikare li hemberî dewletan bisekine ji dest daye. Piştî bûyerê li Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî li dijî Tirkiyê gilî tomarkir û ji aliyên desthilatdarên hikumeta Iraqê ve daxuyanî li hemberî wê komkujiyê dihatin dayin, lê di dawiyê de derket ku ew helwestên li dijî êrîşên Tirkiyê tenê ji bo razîkirina kolana Iraqî bû.”

‘WELATÊN HEGEMONÎK LI KONSEYA EWLEKARIYÊ YA NAVNETEWÎ BIRYARÊ DIDIN’

Hîwa Hesen di dewama axaftinên xwe de behsa bêdengiya Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî ya ji bo neçar nekirina Tirkiyê ku hêzên xwe vekişîne û hêrîşên xwe yên li nav xaka Iraqê bide sekinandin kir û ev nirxandin kir; “Berjewendiya welatên hegemonîk ên bi Tirkiye û welatên herêmî re pir mezintir ji vê yekê ye ku bi şehîdbûna hejmare welatiyan bêne ser xetê û pêwendî û berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re qut bikin. Welatên hegemonîk li Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî rasterast biryarê didin, ji ber wê jî ti biryareke dawî ya li dijî binpêkirin û êrîşên dewleta Tirk nedan.”

‘DESTHILATDARÊN IRAQÊ JI BO PÊKANÎNA PLANÊN DERWEYÎ AMÛR IN’

Hîwa Hesen her wiha têkildarê dibetiya derketina şereke navxweyî ya ji ber rageşiya aliyên Iraqî ya li ser desthilatiyê û bandora wê rewşê li ser lewaztir kirina serweriya Iraqê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destnîşan kir; “Bi nêrîna min wê şerê navxweyî ya Şîa-Şîa li Iraqê rû nede, niha ti serweriyeke Iraqê tune ye, ya li Iraqê hukim dike welatên cîran û hêzên hegemonîk desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna siyaset û planên xwe yên li Iraqê weke amûr bikar tîne. Çarenûsa Iraqê di destê welatiyên Iraqê nîne.”

‘LI HEVKIRINA VEŞARTÎ YA HIKUMETA IRAQÊ BI DEWLETA TIRK RE HEYE’

Çavdêrê Siyasî Hîwan Hesen Elî di beşek din a nirxandinên xwe de wiha behsa hêcetên binpêkirina serweriya Iraqê û sînorên wê ya ji aliyê bi taybetî dewleta Tirk a dagirker kir; “Dewleta Tirk lihevkirinek ji bo derbaskirina sînoran bi rejîma Baas re hebû, her çiqasê piştî sala 1991’an hikumeta Iraqê hilweşandina wê lihevkirinê ragihandiye jî lê Tirkiye heta niha wê lihevkirinê weke hêcetekê bikar tîne. Her çiqasê niha ti lihevkirinek a di navbera Tirkiyê û hikumeta Iraqê de xuya nabe lê bi nêrîna min ji ber berjewndiyên hikumeta Iraqê li hevkirineke veşartî bi dewleta Tirk re heye. Lewma ji bo li hemberî Tirkiyê bisekine hikumeta Iraqê ti tiştekê nake. Ji bo wê jî pêwîste xelkê Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi zextkirina li ser kesayetiyên siyasî yên cîhanî û bi rêya rêxistinên navnetewî ve li hemberî êrîş û dagirkeriyên Tirkiyê bisekinin. Ne xwe wê Tirkiye siyasetên xwe yên dirinde û ne miroviyên xwe bidomîne.”

‘DI VÊ BAWERIYÊ DE ME KU BERNAMEYA BIRÊZ OCALAN BAŞTIRÎN ÇARESERÎ YE’

Çavdêrê Siyasî û Rewşenbîrê Kerkûkî Hîwa Hesen Elî di dawiyê de têkildarê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên Iraqê û derbasbûna wan ji vê qonaxa ku Iraq têde ye ev nirxandine kir, “Birêz Ocalan ji bo birêvebirina wan welat û herêmên ku pir ayînî û pêkhateyî ne çareseriyeke xwe yên taybet heye. Em dibînin ku li welatên pêşketî yên weke Swîsreyê sîstema kanton tê esasgirtin ku her kantonek sîstem, mîrate û çanda xwe ya taybet û xweser heye. Birêz Ocalan jî ji vê mêyzandinê ve dixwaze wan welatên xwedî pir ayîn û netewe ne bi rêya kantonan ve xwe birêve bibin. Lewre di vê baweriyê de me ku ji bo hemû van bajarên ku pir neteweyî ne yên li Iraqê û cîhanê baştirîn çareserî ye.”