Li Merdînê ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edeletê hat lidarxistin

Xizmên girtiyan û Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê, ji bo azadiya girtiyên nexweş Nobeta Edeletê girtin.

Xizmên girtiyan û Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û piştgiriyê bidin çalakiyên li gelek bajaran tên derxistin, ji bo rojekî çalakiya Nobeta Edeletê lidarxistin.

Koma ku li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dest bi çalakiya nobetê kirin, daxuyaniyek dan. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Komîsyona Şopandina Girtîgehê Gulîzar Îpek Bilek daxuyanî da.

Îpek bi bîr xist ku di peymanên navneteweyî û qanûnan de ku Tirkiye jî alîgire, êşkence mîsogerî qedexeye. Îpek diyar ki ku her roj li girtîgehan “mirinên bi guman” tê jiyan kirin û anî ziman ku di cenazeyan de şopên êşkenceyê hene.

SAZIYA TIBA EDLÎ GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ DIKE

Îpek anî ziman ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî derbarê girtiyên nexweş de raporên dijraber tên nivîsandin û destnîşan kir ku girtiyan terkî mirinê dikin. Îpek bi bîr xist ku Aysel Tûglûk tevî nexweşiya xwe ya demansê li girtîgehê tê ragirtin û her wiha diyar kir ku Çevîk Bîr jî bi hinceta heman nexweşiyê hatiye berdan. Di şexsê Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan de ne berdana hemû girtiyên nexweş nîşan dide ku ATK ne bêali ye.

DI NAV SALEKÊ DE 48 GIRTÎ HATIN QETILKIRIN

Îpek bi lêv kir ku di nava sala dawî de li girtîgehê 48 girtiyên nexweşên giran bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”

Parêzer Lokman Emen jî da zanîn ku di dema daxuyaniyê de agahiya mirina girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim girtine û got: “Heta ku êşkence, kuştin û binpêkirinên mafan bi dawî be, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”