Li Kerkûkê bi boneya 15’ê Tebaxê semînarek hat dayîn

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 38. Salvegera 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê semînarek hat dayîn. Di semînarê de bal hat kişandin li ser tevger û şoreşên Kurdan û qonaxên tevgera azadiya Kurdistanê.

Êvara îro li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê bi tevlêbûna kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, çalakvan û welatiyên bajêr semînare bi dirûşmeya “Qonaxên Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd” hate dayîn.

Semînara ku bi pêşengiya Koma Hişyariya Ciwanan û bi malovaniya Pirtûkxaneya Karêz hatibû organîzekirin ji aliyê Endamê Desteya Serokatî ya Kongreya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî ve hat pêşkêşkirin.

Kerkûkî di destpêka semînarê de 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li malbatên şehîdan, gerîlayên azadiya Kurdistanê, gelê Kurd û beşdaran pîroz kir û got, “15’ê Tebaxê ji bo vejandina nasnameya gelê Kurd û vejîna gelê Kurd qonaxeke dîrokî bû.”

Kerkûkî di dewamê de behsa pêvajoyên piştî avabûna dewlet û desthilatdariyê, her wiha derketina pirsgirêkên weke zêdebûna dagirkerî û şeran kir. Dîsa bi berfirehî bal kişande ser peymanên li dijî Kurdan yên bi armanca tunekirina gelê Kurd.

Hisên Kerkûkî her wiha şoreş û serhildanên Kurdan yên beşên Kurdistanê vegot. Piştî vê vegotinê bi taybetî li ser wate û girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê ku dikeve sala xwe ya 39’an nirxandin kir û got, “15’ê Tebaxê tirsa gel ya li hemberî artêşa Tirk şkand. Di demekê de ku Kurd hatibûn helandin, diyar kir ku Kurd hene; 15’ê Tebaxê û têkoşîna PKK’ê hêviyek vegerand û ruh da rêbazê têkoşînê, her wiha xebata PKK’ê hêvî da tevahî gelên herêmê.”

Kerkûkî bi deşek din de jî îşaret bi cudahiya PKK’ê ji partiyên din ên Kurdistanê kir û anî ziman ku PKK tenê pişta xwe da gelê xwe. Weke din jî behsa pêvajoya şerê li dijî DAÎŞ’ê ku gerîla, şervan û pêşmerge bi hevre Başûrê Kurdistanê parastin kir û rexne li hişmendiya parçegerî ya fermandarên leşkerî yên Başûrê Kurdistanê girt.

Di dawiya semînarê de Kerkûkî bal kişande ser dema DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê qetlîam pêkanî ku wê demê hêzên PDK’ê yên li Şengalê civaka Êzidî bê parastin hiştin û reviyan û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Me li Şengalê dît ku yê parastina gelê Êzidî kir tenê Tevgera Apoyî bû ku ji bo parastina gelê Êzidî sînorên çêkirî yên Kurdistanê derbaskirinû bi hewara Kurdên Êzidî ve hatin.”