'HDP bi gel re ye, di nava gel de ye'

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr destnîşan kir ku HDP’ê bi gel re ye, di nava gel de ye û anî ziman ku ew karên xwe hemûyî bi gel re dikin.

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr diyar kir ku gelê Colemêrgê tevî hemû zehmetiyan jî dev jî daxwazên xwe yên bingehîn bernedaye û anî ziman ku HDP’ê ji bo layiqê gel bibe dixebite.

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr têkîldarî xebatên HDP’ê ên li Colêmergê ji ANF’re axivî.

Ozdemîr diyar kir ku ji xeynî navendên bajaran li gund û taxan jî xebatên xwe didomînin û wiha got: “Em her tim serdana gelê xwe yên li Çelê, Şemzînan, Gever û herêmên din dikin. Gel jî dixwaze partiyê me her tim di nav wan de be. Ji sala 2016 û vir ve li ser gelê me zextek mezin heye, gelê me êşên mezin dikişîne. Niha li gel van zehmetiyan, di aliyê aborî de jî tengav bûye."

'GEL DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNADE'

Ozdemîr bi bîr xist ku çavkaniya tevahî pirsgirêk û qeyranên heyî, neçareserkirina pirsgirêka Kurde û wiha dewam kir: “Gelê me çareseriyek demokratîk û aştiyê dixwaze. Bê ku di hiqûqê de cihêkarî hebe, dixwazin azad bijî. Gel ti car dev ji van daxwazên xwe bernedaye. Gel diyar dike ku desthiladariya AKP û MHP li şûna pirsgirêkan çareser bikin, hê bêhtir kûr dike. Ji ber vê yekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo azadiyek bi rûmet û aboriyek baştir, HDP li ba gel e. Em weke HDP’ê ji bo layiqê gelê xwe bibin şev û roj bi gelê xwe re dixebitin."