Li Seqizê jîngehparêzek hat girtin

Li bajarê Seqizê jîngehparêzek ji aliyê dewleta Îranê hat girtin.

Dewleta Îranê ku bê navber çalakên sivîl û jîngehparêziyê û welatparêzan li Rojhilatê Kurdistanê digire û cezayan li wan dibire vê carê jî li bajarê Seqizê çalakek ê jîngehparêziyê girt.

yê bi navê Mihemed Selîmî (28) ku par bi hêceta “li dijî dewletê propaganda kiriye” 11 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Li ser îtîraza wî ya ji bo vê biryara dadgehê, vê carê jî 2 sal cezayê girtîgehê ya dikare bê taloqkirin û 83 roj cezayê girtîgehê ya tekûz lê hat birîn.

Selîmî yê jîngehparêz doh ji aliyê dadgehê ve hat vexwendin û piştre ji bo cezayê lê hatî birîn pêk bê ew birin girtîgeha navendî ya dewletê ya li bajarê Seqizê.

Zivistana derbasbûyî jî hêzên îdareya Îttîlaatê ya Îranê li Seqizê bêyî belgeyek a destûra dadgehê Selîmî destgîrkiribûn û biribûn navenda lêpirsînê ya ewlehiyê ya li bajarê Sine. Li wir Selîmî bi razandina pere heta pêvajoya darazê bi encam bibe serbest hatibû berdan.