Gerîla: Yên ku gotin 'Em ê biqedînin' ew bi xwe qediyan

Gerîlaya YJA Starê Eylem Cûdî diyar kir ku gel bi saya gerîla, gerîla jî bi saya gel hene. Gerîlayê HPG'ê Husên Azad jî got, "Yên ku digotin wê di nava 72 saetan de biqedin, bi xwe qediyan."

Beriya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ku 38 sal li pey xwe hişt, gerîlaya YJA Starê Eylem Cûdî û gerîlayê HPG'ê Husên Azad berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û asta Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku bi pêşengiya PKK'ê tê meşandin, ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîlaya YJA Starê Eylem Cûdî anî ziman ku bala her kesî li ser gerîla ye û got, "Ji bo bersiv ji bendewariyên gel re bê dayin têkoşîneke xurt tê meşandin. Ev jî hêviyên gel xurtir dike. Bi rastî jî gel bi saya gerîla, gerîla jî bi saya gel heye."

Eylem Cûdî ragihand ku li ser bingeha Modernîteya Demokratîk şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin û got, "Şerê ku heta niha bi fikir û perspektîfên Rêber Apo tê meşandin, ji niha û pê ve jî wê dewam bike. Armanca me ew e ku bi gelan, neteweyan û komên etnîkî û olî hemûyan re sîstemekê biafirînin."

'LI HEMBERÎ TECRÎDA LI SER RÊBER APO BÊDENG NEMÎNIN'

Eylem Cûdî ragihand ku dijminê wan ti nirxên exlaqî û însanî nas nake û got, "Saziyên navneteweyî li pêşberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng in. Divê her kes vê kiryara li dijî mirovahiyê bibîne û nerazîbûnê nîşan bide."

Gerîlaya YJA Starê bi bîr xist ku sala 2024'an wê salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê be û işaret bi vê xusûsê kir: "Weke gerîlayên neteweya demokratîk em bi biryar in ku Kurdistanê bikin yek. Bi azadiya Rêber Apo re em ê civakê jî azad bikin. Em ê nehêlin ku hêviyên gelê me li ber avê bikeve û şerê xwe em ê li çiyê, li bajaran, li her derê bimeşînin. Serketin teqez wê ya me be."

'DIJMIN LI HEMBERÎ ÎRADEYA GERÎLA NIKARE ENCAMÊ BI DEST BIXE'

Gerîlayê HPG'ê Husên Azad jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nirxand. Azad ragihand ku dewleta Tirk li gel teknolojiya şer jî nikare li hemberî îradeya gerîla encamê bi dest bixe û anî ziman ku artêşa dagirker bi taybetî li Zagrosan gelekî çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcên şer dike.

Azad diyar kir, ku cîhan çavê xwe li sûcên şer ên dewleta Tirk digire û wiha dewam kir, "Li hemberî faşîzm û qirkeriya dewleta Tirk her kes bêdeng e. Lê belê em mirovên bêçare nînin. Em ji bo bindestan, ji bo mirovahiyê têdikoşin. Ev wezîfeya me ye û em ê vê wezîfeya xwe bi cih bînin."

'EM DI ÇEPERÊN XWE DE NE'

Husên Azad ragihand ku artêşa Tirk bi teknolojî û rêbazên xwe yên şerê qirêj hin nuqte girtibe jî ev nayê wê wateyê ku gerîla bi temamî xwe ji van qadan vekişandiye û got, "Em bi dijmin re di nava hev de ne, sîng bi sîng şer dikin. Hevalên me hemû di çeperên xwe yên berxwedanê de ne. Encamên şer û windahiyên ku em bi dijmin didin kirin, nîşan didin ku derbeke çawa li dijmin dixin."

Azad li ser bêçaretiya dewleta Tirk a di şer de jî wiha axivî, "Artêşa dagirker ji bo cenazeyên leşkerên xwe ji holê rake, bi balafirên şer bombeyan dibarîne û cenazeyan parçe parçe dike. Li gel her cûre çekên kîmyewî û rêbazên bêexlaqî, kûçik jî şandin nava tunelên şer, bi xortûmê benzîn berdan nava tunelan. Lê belê yek ji van hewldanan jî bi ser neket.

'EGER PKK NEBE WÊ GELÊ ME ÎMHA BIKIN'

Azad destnîşan kir ku tevgera PKK'ê li hemberî rêbazên şer ên dewleta Tirk amade ye û got, "Tevgera me tevgereke Apoyî ye, milîtanên PKK'ê jî xwe bi fikrên Rêber Apo perwerde kirine. Ji bo şerkirinê amûrên teknîkî bi tenê têrê nakin. Ji bo şer îrade, bawerî û daxwaz divê."

Gerîlayê HPG'ê Azad destnîşan kir ku wê vî şerî heta dawiyê bimeşînin û got, "Divê her kes baş bi vê zanibe. Eger ne ji PKK'ê be wê gelê me di demeke kurt de îmha bikin. Yên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin û di nava xiyanetê de ne bila ji bîr nekin; rojekê wê hesab ji wan bê pirsîn. Dîrok û ev tevger wê hesab ji wan bipirse. Rêbazên propagandayê yên ku dijmin bi kar tîne nû nîne; 40 sal in hewl dide şerê psîkolojî bimeşînin. Yên ku digotin 'Wê di nava 72 saetan de biqede' bi xwe qediyan. PKK 40 sal in li ber xwe dide û ji bo serketinê hêza xwe heye ku 40 salên din jî li ber xwe bide. Ji ber ku em li ser şopa şehîdan li ber xwe didin."