Dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk ên desteserkirî hate weşandin

Gerîla TV dîmenê alavên leşkerî yên artêşa Tirk weşand, ku 3'ê Tebaxê li Girê Amediyê di encama çalakiya gerîla de hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"3'ê Tebaxê saet di 12:40'î de hêzên me banga teslîmbûnê li dagirkeran kirin ku berê xwe dabûn tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Dagirkeran guh nedan vê bangê û xwestin bi pêş ve bên. Li ser vê yekê, hêzên me vê carê bi sabotajê li dagirkeran xistin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Mertalekî parastinê, debanceyek, kamerayek û kaskê leşkerî yê bi navê Haydar Çelîk ji ser dagirkeran hate rakirin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man bi astekê xwe vekişînin. Kuştiyên xwe jî nîvê şevê ji qadê birin."