YBŞ û YJŞ'ê şehîdên Tebaxê bi bîr anîn

Fermandarê YBŞ'ê Tîrêj Şengalî li merasîma ji bo bîranîna şehîdên Tebaxê axivî û got, "Ji bo parastina gelê me çi pêwîst be em ê wê bikin."

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvegera 8'an a Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an û şehîdên meha Tebaxê li Şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan merasîmek lidar xistin. Di şexsê Şehîd Mam Zekî, Seîd Hesen û şehîdên nexweşxaneya Sikêniyê de şehîdên xaka Şengalê hemû hatin bîranîn.

Di merasîmê de bi navê fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Şengalî di serî de di şexsê cangoriyên Şengalê de hemu şehîdên fermanê bibîr anî. 

Fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî spasiya wan hêzan kir ku di rizgarkirina Şengalê de ked û xwîn rijandine mîna gerîlayên HPG’ê, YJA STAR, şervanên YPG, YPJ û Heşdî Şeebî û wiha got: “Xwîn rijandina li ser xaka Şengalê em wek civaka Êzidî û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê deyndarê vê dibînin. Heta îro di vê rêyê de gelek bedel hatiye dayîn. Herî dawî jî fermana ku li serê me hatî fermanekê ne ji rêzê bû. Di sedsala 21’emîn de fermaneke gelekî bi êş bû."

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê Tîrêj Şengalî wiha berdewam kir; "Civaka Êzidî meha Tebaxê bi xwîn av daye. Dijmin û neyarê vê civakê her timî xwestine vê mehê pêşiya civaka me tarî bikin. Ferman û qetlîamên ku em şahîdê vê bû ne komkujiya ku 2007’an a Tilizêr, 3’yê Tebaxa 2014’an tevahî Şengal, di 15’ê Tebaxa 2014’an komkujiya Koço, 15’ ê Tebaxa hedef girtina Mamê civaka Êzidî Mam Zekî, di 16’ê Tebaxa 2021’ an de hedef girtina fermandarê YBŞ’ê û hevreyên me Seîd Hesen û biraziyê wî, 17’ ê Tebaxê de komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê. Ev hemû bûyerên bi êş û ti caran nayê jibîrkirin.

Ev bûyer hemû ji bo me talîmat e ku em bikaribin wek YBŞ’ê û YJŞ’ê xwe mezin û xurt bikin, da ku em civaka xwe bê parastin nehêlin. Bûyera herî bi êş jî di vegera salvegera komkujiya Koço de hedef girtina mamê civaka Êzidî, Mam zekî bû. Dijminê civaka me ti caran naxwaze ev civak bibe xwedî pêşeng û xwedî îrade. Rola Mam Zekî di vê civakê de radibû, rolekê tifaq û yekgirtinê bû. Hedef girtina Mam Zekî hedef girtina îradeya civaka Êzidî bû."

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Tîrêj Şengalî axaftinên xwe wiha domand: "Di van salan de gelek plan û lîstik ser hêzên me hatin meşandin. Gelek plan jî bêyî ku îradeya civaka me nas bikin, pêk anîn, peymana 9’ê Cotmehê jî dewama fermana 3’yê Tebaxê bû. Ev tifaq ne naskirina îradeya civaka Êzidî bû. Bi vê re xwastin pêşengên civaka me hedef bigirin û fermandarê me Seîd Hesen şehîd xistin. Ji bo vê yekê hedef girtina fermandarê me Seîd Hesen bi destê dewleta Tirk ve pêk hat. Eger em bibêjin ferman tenê bi destê DAÎŞ'ê hat kirin, ev ê ne rast be."

Fermandarê YBŞ Tîrêj Şengalî got: "Civaka Êzidî piştî fermanê ne wekî civaka berî 2014’ de ye. Civaka Êzidî hişyar bû ye, bûye xwedî îrade û fikrekê da ku xwe bikaribin biparêzin û hesabên xwe jî yê bixwazin. Em wekî YBŞ’ê û YJŞ’ê di van salan de gelek êrîş li ser me de çêbû, armanca van êrîşan jî şikandina îradeya civaka Êzidî ye. Bi van êrîşan em ti caran gav paş de navêjin. Ji bo parastina civaka me çi pewîst bike emê bikin."

Tîrêj Şengalî di dawiya axaftina xwe de dubare li ser navê fermandariya YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê tevahî şehîdên fermanê û berxwederên rizgar kirina Şengalê bi bîr anî.

Merasîm herî dawî bi sloganên “Bijî Serok Apo” û li ser silav dayîna gorên şehîdên Şengalê bi dawî bû.