Girtiyê nexweş 10 roj beriya bê berdan, hate qetilkirin

Girtiyê bi nexweşiya giran û astengdar Îbrahîm Yildirim 10 roj beriya bê berdan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê hate qetilkirin.

Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim (68) ku di asta ji sedî 96 astengdar bû û li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê dihate girtin, doh êvarê hate qetilkirin.

Yildirim 5 salan li gel nexweşiyan û raporên nexweşxaneyê jî nedihate berdan. Li ser mejiyê Yildirim tumor hebû û ji ber emeliyatên lê hate kirin çavên wî yên rastê nedidît û çavê wî yê çepê jî ji sedî 49 ronahiya wê kêm bûbû. Yildirim sala 2011'an bi 'Operasyonên KCK'ê hate darizandin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin. Dihate payin ku Yildirim 25'ê Tebaxê bihata berdan.

Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê li malbata Yildirim geriya û îdîa kir ku ji ber krîza dil ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Malbata Yildirim li benda encama otopisiyê ye. Piştî rapora otopsiyê wê ji bo Yildirim li cemxaneyê merasîm bê lidarxistin û piştre bê veşartin.

HEVSERA YILDIRIM: EM NAXWAZIN AGAHIYA MIRINÊ BÊ

Hevsera Yildirim Asli Yildirim ji ANF'ê re axivî bû û anî ziman ku ew bi fikar in agahiya mirinê bê û gotibû, "Bala me timî li ser girtîgehê bû. Em timî difikirîn ku sax e yan na. Em ditirsin. Hevserê min li girtîgehê sax e yan na. Em naxwazin agahiya mirinê bê."