KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hozat: Pêngava azadiyê wê civakî bibe, girseyî bibe
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku Kurdan di pêvajoya berxwedana 25 salan a li dijî Komploya Navneteweyî de şoreşa neteweya demokratîk pêk anîn û got, di sala 26'an de wê pêngava azadiyê civakî û girseyî bibe. -
Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan weşand
Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku 17’ê Sibata 2024’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî Zapê pêk hat, weşand. -
Ji endamê berê yê îstîxbarata PDK'ê daxuyaniyên gelekî girîng
Endamê berê yê Parastinê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî diyar kir ku hêzên bi navê Yekîneyên Parastina Sînor ên Iraqê çûn qadên gerîla hêzên PDK'ê ne, ne hêzên Iraqê ne û got, "Armanca çûyîna wê hêzê jî şerê li dijî PKK'ê ye." -
Serdana şîna gerîla HPG’ê şehîd Serhed kirin
Şîna gerîlayê HPG’ê Abdurrahman Yaşa ku di sala 2018’an de şehîd bûbû didome. Bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê serdana Şîna Yaşa hate kirin. -
Hisên Hecî: Îdareya nû wê bi îradeya Şengalê be!
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî derbarê rojeva avakarina îdareya nû ya Şengalê û hewldanên zindîkirina Peymana 9’ê Cotmehê de ev tişt got: “Dewleta Iraqê jî famkir ku bêyî îradeya gelê Şengalê îdareya nû nayê avakirin.” -
Afirînera destana berxwedanê ya li Girê Hakkarî: Azê Erdal
Şehîd Azê Erdal ku li dijî êrîşên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, bi sekna xwe ya jin a azad, bi hevrêtiya xwe ya ji dil dîrokeke berxwedanê ya destanî li pey xwe hişt. -
Şehîd Egîd ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî tu astengî nas nekirin
Ew ji bo ku xwe bigihîne Rêbertî û xeyalên Rêbertî tu astengî nas nekirin û tu carî dev ji vê yekê jî berneda. Weke guleyekê bi lez û bêyî ku astengiyan nas bike, jiya. -
Bêrîvan Bergareyî: Divê desthilata PDK’ê were dadgehkirin
Rojnamevan û çalakvana jin Bêrîvan Bergareyiyê got: "Malbata Barzaniyan bi sedan çalakvan qetil kirine, ji ber ku her tim ji azadîxwazan ditirsin." -
Ji dengê gerîlayê şehîd Rustem Arpêt stranek
Gerîla TV dîmenê gerîla Rustem Arpêt weşand ku stranek gotibû. Gerîla Rustem Arpêt di êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû. -
HPG’ê 4 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
HPG’ê 4 gerîlayên ku 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin layiqê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd.” -
Hêmin Mamend: Siberojeke tarî li pêşiya malbata Barzaniyan e
Rojnamevan û çalakvan Hêmin Mamend got: “Dijmin û dagirkeran malbata Barzaniyan erkdar kiriye ku doza gelê Kurd a rewa kirêt bikin û ji nav bibin.” -
PDK hêzeke mezin li Amediyê bi cih dike
PDK li navçeya Amediyê ya Dihokê ya nêzî sînorê Bakur di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de hêzeke mezin kom dike. -
Asayişa PDK'ê careke din rojnamevan Omêd Beroşkî binçav kir
Hêzeke asayişa PDK’ê li Dihokê bi ser mala rojnamevan û çalakvan Omêd Beroşkî de girt û careke din ew binçva kirin û birin Girtîgeha Zirika. -
Li meclîsa parêzgeha Mûsilê fena PDK'ê ya li ser Şengalê
Hate ragihandin ku di civîna Meclîsa Parêzgeha Mûsilê de îstifaya endamê encûmenê Faris Birîvkanî hatiye qebûlkirin û PDK ji bo karibe li ser Şengalê xwedî mafê gotin û biryarê be, endamekî xwe yê Şengalî xistiye şûna wî. -
HPG: Li Zapê derb li 2 kepçeyan hate xistin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê li hemberî kepçeyên ku hewl didan çeperên şer hilweşînin, çalakî kirin. Di encamê de derb li 2 kepçeyan hate xistin. -
KCK'ê têkildarî plana nû ya dagirkeriyê hişyarî da
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di nava planeke nû ya dagirkeriyê de ye û PDK jî hewl dide dewleta Iraqê kaşî nava hevkarîkirina bi dewleta Tirk re bike. Li dijî vê yekê jî KCK'ê bang li hêzên Başûr û desthilatdariya Iraqê kir. -
Aslan: Cihên dîrokî nehatine restorekirin
Hevseroka Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Selma Aslan diyar kir ku ligel hemû israran jî cihên dîrokî yên ji ber erdhejê zirar dîtine nehatine restorekirin. -
KCK'ê gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî bûn pîroz kir
KCK'ê hemû fermandar û gerîlayên HPG û YJA Starê yên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûn pîroz kir û hişyarî da pêşmergeyan ku xwe ji çeperên artêşa Tirk vegirin. -
Navenda çand û hunerê ya Eyşe Şanê li Silopiyayê hat vekirin
Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê vekir. -
Li Amedê meşa zimanê dayikê: Dem dema zimanê Kurdî ye
Li Amedê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama, "Dem dema zimanê Kurdî ye" hat dayîn. -
KCK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Licikê du komkujî pêk anîn
KCK: "Li Licikê ne tenê 9 giyan di bin kavilan de man, ev karesat di heman demê de qirkirina topyekûn e ku zihniyeta AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî civak û xwezayê pêk tîne. Ji bo pêşî li van komkujiyan bê girtin, divê têkoşîna ekolojîk bê mezinkirin.” -
YPC’ê li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek kir
YPC’ê ragihand ku li Wanê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xistine û polîsek birîndar bûye. -
Di Nobetên Edaletê de banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin
Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran berdewam dikin de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê û banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin. -
Êrîşên li ser Kurdî li Mexmûrê hatin şermezarkirin
Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê êrîşên li ser Kurdî şermezar kir. -
Bexdayê dest li sîstema kota û hilbijartinê ya Hewlêrê werda
Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku hejmara kursiyên kota yên li Parlamenta Herêma Kurdistanê li dijî destûra bingehîn e û biryar da ku Başûrê Kurdistanê bi çar herêmên hilbijartinê bê dabeşkirin.