Salîh Coşkûn: Mafê hêviyê bi şert nabe
Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Salîh Coşkûn got, "Mafê hêviyê bêguman li Tirkiyeyê dikare bi cih bê anîn û li pêşiya wê ti astengiyeke qanûnî nîne."
Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Salîh Coşkûn got, "Mafê hêviyê bêguman li Tirkiyeyê dikare bi cih bê anîn û li pêşiya wê ti astengiyeke qanûnî nîne."
Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mehmet Salîh Coşkûn li ser 'Mafê Hêviyê' û polîtîkayên tecrîdê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku mafê hêviyê di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kete rojeva wan.
Coşkûn got, "Yekemcar di dozeke DMME'yê ya li hemberî Îngilistanê de hate bilêvkirin. Li Tirkiyeyê jî di biryara Abdullah Ocalan de mafê hêviyê kete rojevê. Mafê hêviyê biryara wê yekê ye ku destnîşan dike, ku nabe mirovek heta dawiya emrê xwe girtî bimîne. Biryarên DMME'yê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî ji bo guhertina mewzûata qanûNî ya li ser vê mijarê pêşniyar li Tirkiyeyê kir. Heta Îlona 2025'an dem da Tirkiyeyê ku sererastkirinê bike."
MAFÊ HÊVIYÊ NABE KU BI ŞERT BE
Coşkûn bi bîr xist ku raya giştî ya demokratîk bi salan e mafê hêviyê tîne ziman û got, "Lê belê dema dawî bi daxuyaniya Bahçelî re ya li ser mafê hêviyê, hîn bêhtir hate nîqaşkirin. Bêguman li Tirkiyeyê dikare bi cih bê anîn û li pêşiya bicihanîna wê jî astengiyeke qanûnî nîne."
Coşkûn bi dewamî got, "Di encama nirxandin û nêrînên siyasî de tê axaftin, bê wê guhertin têkildarî mafê Hêviyê bê kirin an na. Weke ÎHD em dibêjin, nabe ku ev maf bi şert bê nirxandin. Mafê hêviyê divê bê şert di mewzûata qanûnî de bê bicihkirin. Di serî de TBMM em bang li hemû saziyan dikin ku mafê hêviyê bi cih bînin."
TECRÎD BI DAWÎ NEBÛ, DEWAM DIKE
Coşkûn anî ziman ku tecrîda li girtîgehan dewam dike û got, "Ji bo Birêz Ocalan em dikarin bibêjin; hin heyet çûbin jî malbat û parêzer nikarin hevdîtinê pê re bikin. Hevdîtina heyeta DEM Partiyê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Mixabin em nikarin bibêjin ku tecrîd qediya ye. Li gel vê yekê piştî ku hemû mafên qanûnî yên li gorî biryarên DMME'yê bêne dayin, hingî wê li Îmraliyê tecrîd bi dawî bibe. Lê belê ev rewş hîn pêk nehatiye."