Cenazeyê rojnamevan Koyluoglû hat veşartin
Cenazeyê Rojnamevan Azîz Koyluoglû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Binarê Qendîlê hate veşartin.
Cenazeyê Rojnamevan Azîz Koyluoglû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Binarê Qendîlê hate veşartin.
Cenazeyê şehîdê Çapemeniya Azad, têkoşer û rojnamevan Azîz Koyluoglû ku di 27’yê Çileyê de li Ranyayê di encama bombebarana balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, îro bi beşdariya gelek welatparêz, malbatên şehîdan, rojnamevan û çalakvanan li Şehîdgeha Binarê Qendîlê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Di merasîmê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axivî û wiha got; “Em weke Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê, di şexsê Azîz Koyluoglû de hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û silavên xwe li hemû kesên ku li ser şopa şehîdan dimeşin û têdikoşin dikin.’’
Rojnamevan Hewar Muhammed jî axivî û diyar kir ku Dewleta Tirk li pêş çavên hemû cîhanê rojnamevanan qetil dike û ev yek anîn ziman: ‘’Ev yek nîşan dide ku ew gelekî ji dengê azadiyê ditirsin. Herî dawiyê di 27’ê Çileyê de hempîşeyê me Azîz Koyluoglû qetil kirin. Koyluoglû ev 25 sal bûn rojnamevantî dikir û kedkarê Çapemeniya Azad bû. Em ê weke kedkarên Çapemeniya Azad, heya dawiyê li dû ragihandina rastiyan bin. Dagirker her çend hewl bidin me bêdeng bikin jî em ê bibin dengê heqîqetê.’’