Hogir û Salîhe yên li Ranyayê şehîd bûn ber bi Rojava ve hatin oxirkirin

Hogir Dirbêsiyê û Salîhe Viyan ên 27'ê Çileyê li navçeya Ranya ya Silêmaniyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî ber bi Rojava ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên şehîdên êrişa li Ranyayê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo)  û Salihe Viyan (Hêva Erebo)  bi merasîmek girseyî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin birêkirin.

Di saetên sibehê de cenazeyên Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) ku roja 27’ê Çile di encama êrişek dewleta Tirk de li bajaroka Çarqurne şehîd bibûn, bi merasîmek girseyî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin şandin.

Siyasetmedar Tara Hisên derbarê şehîd Salîhe de axivî û wiha got: “Ji bo me Heval Salîhe, Sakîne Cansiza duyeme li Başûrê Kurdistanê. Ew qas ked da ku emê hertim rêya wî bidomînin. Emê her dem li ser şopa wê rêwiyên dilsoz bin. Wê dilsoziya me tenê bi xwedîderketina li rêya şehîdan pêkwere. Dijmin ji peyamên azadîxwazan ditirsin. Li çiyayan nikarin serbikevin, li kolanan bi tirsonekî azadîxwazan dikin hedef. Bê guman wê Têkoşîna Azadiyê bi serkeve.”

Her wiha li ser navê malbatên her du şehîdan Luqman Erebo ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan hatiye wiha got: “Şehîdan kedeke mezin ji bo tevahiya Kurdistanê û welatê xwe kirin û ji bo wê yekê canê xwe feda kirin. Serê hemû gelê Kurd sax be. Şehîd ronahiya rêya me ya azadiyê ne.”

Piştre bi diruşmeyên Şehîd Namirin, cenazeyên şehîdan hatin oxirkirin. Cenazeyên şehîdan wê ji Ranya ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin şandin.

Hêjayî gotinêye ku di 27’ê Çileyê de dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî gundê Girdcan yê ser bi bajarokê Ranya ya îdareya Raperîn wesayîtek ya welatiyên sivîl bombebaran kir. Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 4 welatî şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bû. Du ji şehîdên êrişê Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) bûn.