BI DÎMEN

Baroya Wanê û OHD: Em bi gelê xwe re ne

Baroya Wanê û OHD’ê serdana gelê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber xwe didin, kirin û banga rawestandina vê pêkanîna bêhiqûqî kirin.

Endamên baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Wanê serdana gelê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber xwe didin, kirin. Şandeya ku bi hevşaredar Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan re hatin qadê, bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.

Neslîhan Şedal diyar kir ku tê xwestin vîna gelan were desteserkirin û wiha got: “Ji me re dibêjin, ‘Ziman, nasname û xaka we tune ye, hûn nikarin li van bajaran bijîn.’ Lê em her car bersiva pêwîst didin, kesên ku vîna me desteser dikin. Me di berxwedana 31’ê Adarê, 1-2 Nîsanê de bersiva pêwîst da. Em niha di vê qadê de jî bersiva pêwîst dikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Ji ber ku hîna hîn kes hene ku ji bo wekhevî, azadî û edaletê li ber xwe didin. Em di vê pêvajoyê de ku em herî zêde nêzî misogerkirina aştiya li welat in, ji vir bang li hikûmetê dikin; Destê xwe li ser vîna jin û ciwanan bikêşe. Aştiya civakî tenê bi vî rengî dikare were misogerkirin.”

Parêzerê OHD’ê Ebrû Demîrtepe jî diyar kir ku ew wekî OHD’ê hewldana desteserkirinê ya li djî şaredariyan qebûl nakin û vê hewldanê şermezar dikin. Demîrtepe got: “Em wekî OHD’ê berxwedana gelê Wanê silav dikin, em her tim bi gel û hevşaredarên xwe re ne.”

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras jî bilêv kir ku ew ji bo piştgiriya bi Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan re hatine vir û wiha got: “Tu derbasdariya vê biryarê di wîjdana civakê de û raya giştî de tune ye.”