BI DÎMEN

Şêniyên Wanê: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin

Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî cezakirina hevşaredar Abdullah Zeydan dan û anîn ziman ku wê rê nedin qeyûman, wê îradeya xwe teslîm nekin û berxwedana xwe dewam bikin.

LI WANÊ BERXWEDANA LI DIJÎ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Şêniyên Wanê ku li hemberî gefa desteserkirina şaredariyê dest bi çalakiya nobedê kirine, ji ANF'ê re axivîn.

'LI DIJÎ QEYÛM EM DI NOBEDÊ DE NE'

Zekiya Kaya: Em dayik li hemberî darbeya qeyûm a kêfî li şaredariyê di nobedê de ne. Bi rengekî kêfî ceza li hevşaredarê me birîn. Cîhan tev baş zane; ev yek heqaret e, bêhiqûqî ye. Ji bo xwedîderketina li şaredariya xwe em li vê derê ne. Em qeyûm qebûl nakin, qeyûm talan e. Ji aliyekî ve qala aştiyê din, li aliyê din jî îradeya me tine dihesibînin. Nikarin me bixapînin; ew tenê dikarin xwe bixapînin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.

'EM Ê RÊ NEDIN QEYÛMAN'

Husamettîn Kiziltaş: Xelkê Wanê xwedî li şaredariya xwe derdikeve. Bila her kes berxwedana 1 û 2'ê Nîsanê ji bîr neke. Xelkê Wanê xelkekî berxwedêr e. Em ê şaredariya xwe radestî kesî nekin, em ê li ber xwe bidin. Em ê rê nedin qeyûman. Em ji bo rabûna li ber desteserkirina îradeyê li vê derê ne. Kes nikare îradeya me tine bihesibîne. Bang li gelê me dikim ku li ber şaredariyê bicive û xwedî li îradeya xwe derkeve.

'DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞAREDARIYA XWE DERKEVIN'

Keve Işik: Ceza li hevşaredarê me birîn. Em dayik bi şaredarê xwe re ne. Ji bo xwedîderketina li şaredariya xwe em li vê derê ne. Em îradeya xwe teslîmî kesî nakin. Em talankariya qeyûm qebûl nakin. Bi keda xwe me şaredarî bi dest xist. Ev şaredarî ya me ye. Em ê nehêlin ku vê şaredariyê werbigirin.

'EM Ê BERXWEDANÊ DEWAM BIKIN'

Herdem Acar: Weke her carê em bi biryareke li derveyî hiqûqê rast hatin. Xelkê Wanê bi hêz û nerazîbûna xwe ji bo xwedîderketina li îradeya xwe careke din li ber şaredariyê civiya. Berxwedana me wê dewam bike; em ê xwedî li îrade û şaredariya xwe derkevin. Em li benda xelkê Wanê ne ku ji bo xwedîderketina li îradeya xwe dakeve qadan.