HPG’ê bi nameyekê sersaxî ji malbata Fedekar Şengalî re xwest
Di merasîma birînanîna Fedekar Şengalî de nameya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) hate xwendin.
Di merasîma birînanîna Fedekar Şengalî de nameya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) hate xwendin.
Gerîlayê HPG’ê Fedekar Şengalî ku di sala 2019’an de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmek girseyî hate bibîranîn. Di merasîmê de nameya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) hate xwendin.
Name ji aliyê endama TAJÊ Rîham Hesen ve hate xwendin.
Naverokê nameyê wiha ye:
JI MALBATA HÊJA Û WELATPARÊZ A ŞEHÎD FEDAKAR RE
”Di dı̂roka gelan de demên lehengiyê hene û ev lehengên gelan mohra xwe li serdemê dixin. Dema ku jiyana gelan dikeve bin xeteriyê, azadı̂ ji dest diçe, şûrê mêtingeran li ser serê wan diheje pêwı̂stî bi egı̂d û lehengan çêdibe. Ger ji nava gel pêşeng û leheng dernekevin, dest bi têkoşı̂na azadiyê nekin, wê demê ew gel dihele û tune dibe. Ji ber ku hemû gel û millet bi saya têkoşı̂na leheng û pêşengan radibin ser piyan, bi wêrekiya wan şerê azadiyê dimeşı̂nin û manewiyata xwe bi nirxên pı̂roz ên ku şehı̂dan afirandiye dixemilı̂nin.
Di dı̂roka gelê Kurdistanê de jı̂, serdema herı̂ mezin a lehengiyê bi têkoşı̂na PKK’ê dest pê kiriye. Ji roja destpêkê heya roja ı̂royı̂n PKK’ê bi saya deh hezaran şehı̂dan têkoşı̂na azadiyê meşandiye, berdelên mezin daye, nirxên giranbiha afirandiye, li derdora artêşa şehı̂dan manewiyat û pı̂roziyeke bilind çêkiriye. Têkoşı̂na şehı̂dan ji gelê me re bûye sedema bilindkirina ala azadı̂ û serxwebûnê. Dijmin û neyaran her tim xwestine rastiya şehı̂dan berovajı̂ bikin, şehadetê weke mirinê nı̂şan bidin û manewiyata me lewaz bikin. Lê partiya me PKK, her tim li dijı̂ vê feraseta şaş rabûye, ji şehadeta her hevalekê/ı̂ dersên girı̂ng derxistiye û kiriye sedema tolgirtina şehı̂dan. Têkoşı̂na PKK’ê ya nêzî 50 salı̂, ı̂spatkirina vê rastiyê ye. Di têkoşı̂na PKK’ê de şehı̂d bûne nirxên herı̂ bilind, bûne fermandarên têkoşı̂nê, bûne kiblegeha heqı̂qetê, bûne roniya rêya têkoşînê û bi rastî jî bûne kesên nemir. Em weke tevger û gelê Kurd her tim bi şehı̂dan serbilind bûne. Ji ber ku em bi saya wan bûne xwedı̂ şeref û rûmet û bi xêra têkoşı̂na wan em ê bigihêjin azadiyê. Rastı̂ jı̂ em her tiştê xwe deyndarê Serokê xwe, şehı̂dên xwe û gelê xwe ne. Weke şopdarê hevalên xwe yên şehı̂d em her tim hewl didin ku şehı̂dên xwe bi tevahiya civakê û cihanê bidin naskirin. Ji ber ku em şehı̂dên xwe çiqası̂ bidin naskirin û zanı̂n, jiyana wan çiqası̂ bixin meriyetê, jiyanı̂ bikin, em ê ewqası̂ wan bikin nemir. Şehı̂d ji bo me çavkaniya hêzê ne, rûmeta me ne, nirxên me yên herı̂ bilind û pı̂roz in. Em bawer in weke malbata şehı̂dan hûn ê jı̂ bi şehı̂dê xwe yê hêja, egı̂d û leheng her tim serbilind bin, asta welatparêziya xwe bilind bikin û li bı̂ranı̂na wan xwedı̂ derkevin.
Malbata me ya hêja; Em di serı̂ de silav û rêzên xwe pêşkeşı̂ we dikin û ji ber şehadeta kurê we û hevrêyê me yê hêja Fedakar sersaxiyê ji we re dixwazin. Wekı̂ hûn jı̂ ji nêz ve dişopînin ev 10 sal in li hemberı̂ gelê me û Tevgera me êrîşên bênavber yên dijmin hene. Bi van êrîşan dixwazin di serı̂ de Rêber Apo û Tevgera me, hemû gelê me tune bikin. Li dijı̂ van êrîşan hem gelê me li her çar aliyên welêt têkoşîn dikin û hem jî Gerilayên Azadiya Kurdistanê her roj bi fedaiyane şer dikin. Di encama vê têkoşîna têde tije ked, xwêdan û xwîna hezaran şehîdên me heye de emê teqez serbikevin. Di vê xisûsê de tu gumanên me nînin û bila gumanên we jı̂ nebin. Hevrêyê me Fedakar jı̂ di vê têkoşîna azadiyê de bû yek ji lehengên gelê me. Ji ber ku we kurekî wisa fedaî leheng û egîd mezin kir û diyarı̂ gelê me kir ku hûn çiqasî serbilind bin di cih de ye.
Malbata me ya hêja; Hevrêyê me Fedakar ku di dema fermanê de êşa gelê me yê Êzidî ji nêz ve hîs kir û jiyan kir, tu carî qêrîna jin û zarokên ku hatin qetilkirin û hatin revandin ji bîr nekir. Di wê roja reş de soz da ku wê bibe şervanê gelê xwe û şûrê tola gelê me. Li ser vê bingehê dema gihîşt ciwantiya xwe, êdî dizanîbû ku wext hatiye ku bibe cengawerê welêt. Hevrêyê me Fedakar bi coş û kelecan, bi biryardarî û îdîa beşdarî nava refên YBŞ’ê bû û bi kesayeta xwe ya têgihîştî û bi rûyê xwe yê her tim dikenî ji hemû hevalên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevalê me yê hêja Fedakar ku ji hevalên xwe yên wekî Şehîd Mam Zekî, Şehîd Dilşêr Herekol û Şehîd Egîd Civyan fêrî gelek tiştan bibû, her tim xwest layiqî keda wan, keda şehîdên ku di oxira azadiya gelê me de canê xwe dane, bibe. Bi kesayeta xwe ya jidil, pak û durust ev nêzikatiya xwe di hemû jiyana xwe de da teyîsandin. Rêhevalê me Fedakar ku dema li Şengalê bû erkên xwe yên şoreşgertî û welatparêzî heta asta jor anî cih û gihîşt wê encamê ku misogeriya azadiya gelê me yê Êzidî û gelê me yê Kurd bi têkoşîneke dijwar re derbas dibe û li ser vî bingehê berê xwe da çiyayên azad ê Kurdistanê. Rêheval Fedakar çawa ku bi jiyan û tekoşîna xwe ji hemû ciwanên Êzidxanê re bû mînak, bi şehadeta xwe jî bû rêberê hemû ciwanên Kurd.
Em weke HPG û şopdarê hevalên xwe yên şehîd, heya ku azadiya Kurdistanê misoger dikin, li ser xeta şehîdan bimeşin. Ji bo tolhildana şehîdan em ê heta nefesa xwe ya dawı̂ tekoşînê bilind bikin, xwîna şehîdan li erdê nehêlin û teqez serkevin. Em bi van hestan di şexsê we de tevahı̂ gelê me yê Şengalê silav dikin û careke din sersaxiyê ji we re dixwazin û dibêjin; ŞEHÎD NAMIRIN, ŞEHÎD NAMIRIN, ŞEHÎD NAMIRIN!”