Li Mexmûrê greva birçîbûnê ya sê rojan a ji bo Rêber Apo
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Mexmûrê greva birçîbûnê ji bo sê rojan destpê kir.
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Mexmûrê greva birçîbûnê ji bo sê rojan destpê kir.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku di kesayeta Rêber Apo de li dijî tevahî gelê Kurd hate kirin, greva birçîbûnê ya ji bo 3’ê rojan hate destpêkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan li Saziya Ciwanan a Mexmûrê hat destpêkirin. Merasîma çalakiyê bi kombûna xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Beriya ku çalakî despê bike ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman ve axaftinek hat kirin.
Nûdem Yaman di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hêzên li hemberî Rêber Apo tehamûl nedikirin bi komployekê Rêbertî dîlgirtin û wiha peyîvî: “Em weke gelê Mexmûr û bi taybet jî weke gelê Kurd bi berxwedaniya Rêber Apo her tim serbilindin. Rêber Apo tenê rêyek nîşanî me daye, ew jî rêya berxwedayê ye. Divê em weke xelkê Mexmûr û gelê Kurd li ser vê xetê bimeşin. Ev pêvajoya ku dibêjin wê her kes li Rêbertî xwedî derbikeve û wê Rêbertî ji bo me çareseriyê bîne, wek gelê Kurd di vî alî de em hêjî sist mane. Diviyabû hîn xurtir nêzî pêvajoyê bibûna. Em jî wek xelkê Mexmûr vê destpêkirina greva birçîbûnê, emê wekî pêngavekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi nav bikin û emê bêjin bi çi şêwazî dibe bila bibe wê armanca me azadiya fîzîkî ya Rêbertî û tevahî gelê Kurd be.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.