Ji bo 2 kesên ku li Qelqeliyê hatine înfazkirin, nimûneya xwînê hate dayîn

Malbatên du kesên ku di 1’ê Îlonê de li gundê Çamilî ya Qelqeliya Wanê li malekê hatibûn înfazkirin, ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê dan.

Di 1’ê Îlonê de li gundê Çamilî ya Qelqeliyê malek hatibû bombekirin û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Hate diyarkirin ku her du kesên hatine kuştin ji Rojhilatê Kurdistanê ne û malbatên wan yên ku ji bo testa DNA’yê îro hatibûn Wanê, nimûneya xwînê dan.

Piştî bombekirina malê parlementer û nûnerên saziyên sivîl jî li herêmê lêkolîn kiribûn.

Heyetê du kapsulên gazê yên ku li ser wan çîp hene tespît kiribûn û diyar kiribûn ku înfaz hatiye kirin.

Rêveberên HDP, DBP û parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Zulkuf Uçar, Gulderen Varli, Mahmût Dîndar, çalakvanên Tevgera Jinên Azad û nûnerên gelek saziyên sivîl çûbûn herêmê û lêkolîn kiribûn.