Nûnerê Serokkomarê Iraqê: Em ê aştî û aramiyê li Kerkûkê cih bi cih bikin

Nûnerê Serokkomarê Iraqê di der heqê xwepêşandanên li Kerkûkê de wiha got: "Divê careke din bûyerên wiha dilsoj dubare nebin û aramî û aştî li Kerkûkê bi cih bibe."

Îro li navenda Hizbî Şîw'î ya Kurdistanê piştî civîna li gel 18 partî û aliyên Kurdistanî yên bajêr, nûnerê Serokkomarê Îraqê Ezîz Necîd civîneke çapemeniyê li dar xist.  

Li ser rewşa Kerkûkê ya piştî xwepêşandanên Kurdan û şehîdbûn û birîndarbûna ciwanên Kurd ên bajêr, Ezîz Necîd di civîna çapemeniyê de wiha got, "Ez hevxemî û serxweşiya birêz Serokkomarê Iraqê ji malbat û xizmên serbilind ên şehîdên vê bûyera dilsoj re radigihînim û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.  Wekî tê zanîn, Serokkomar Dr. Letîf Reşîd wek rol û meqam û desthilatdariya xwe pir bi baldarî çavdêriya rewşa Kerkûkê dike." 

’EM HÊVÎ DIKIN BÛYERÊN WIHA DILSOJ DUBARE NEBIN’

 Ezîz Necîd li ser girtina ber li bûyerên wiha dilsoj ev tişt anîn ziman, "Ez jî îro wek nûnerê birêz Serokkomarê Iraqê hatime Kerkûkê da ku li gel berpirsên bajarê Kerkûkê bicivim û ji nêzîk ve sedemên wan bûyeran bizanim ji bo ku bûyerên wiha dilsoj careke din rû nedin û aramî û aştî vegere bajarê Kerkûkê." 

EM Ê ARAMÎ Û AŞTIYÊ ZÊDETIR LI KERKÛKÊ BI CIH BIKIN 

Di dawiya axaftinên xwe de Ezîz Mecîd behsa wan hewilan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û bicihkirina aştiyê li Kerkûkê tên dayîn û bi vî awayî axivî, "Ji bo cihbicihbûna aramî û aştiyê li hemû parêzgehên Iraqê birêz Serokkomarê Iraqê hemû hewilên xwe dide, bi taybetî ji bo Kerkûkê. Bêguman di civînên bê de wê roleke wî ya sereke hebe û hewla cihbicihkirina wan madeyan bide ku ew ê bibin sedema bicihbûna aramî û aştiya zêdetir li Kerkûkê. Îro wê civîneke me ya din li gel aliyên din ên siyasî yên Kerkûkê hebe."