YRK: Li Pênciwînê di êrîşa hewayî de gerîla Berxwedan Çiyager şehîd bû

Ragihandina YRK'ê diyar kir ku di êrîşa dewleta Tirk a 2'ê Îlonê de ku li herêma Pênciwînê hate kirin gerîla Berxwedan Çiyager şehîd bûye.

Ragihandina Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên 1 û 2'ê Îlonê yên li qadên Asos û pêncewînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşa di roja aştiyê ya cîhanê de hate kirin nîşan dide ku dewleta Tirk li hemû parçeyan êrîşî destketiyên gelê Kurd dike.

Ragihandina YRK'ê got, "Bi vî awayî êrîşî gerîla, pêşeng û coxrafya Kurdistanê dike. Çend roj berî niha me diyar kiribûn ku di êrîşên Asosê de ziyanên canî çênebibû. Lê di 2’ê Îlonê de dema du hevalên me ku bi motor li ser erkên xwe bûn, hedef hatin girtin. Di encam de hevalekî me şehîd ket. Hevalê şehîd Berxwedan Amed e." 

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê şehîd bûye bi vî rengî ye:

Nav û paşnav: Mazlûm Ozturk
Nasnav: Berxwedan Çiyager
Dem û cihê jidayikbûnê: 1997-Amed
Dem û cihê tevlîbûnê: Çileya 2023-Fransa
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Îlona 2023 - Pencewîn

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Şehîd Berxwedan di nava malbateke bi çanda welatparêziyê de hate dinya û mezin bû. Malbata wî di encama politîkayên qirker ên dewleta Tirk de, ji neçarî derbasî metropolê Stenbolê bû. Heval Berxwedan, digel ku li Stenbolê mezin dibe jî li hember hemû politîkayên bişaftin û qirkirinê di çand û nasnameya Kurdbûnê de israr dike û ji bo xwe gihandina jiyaneke azad dikeve nava lêgerînê. Bi taybetî jî ji nêz ve fikrên Rêber Apo dişopîne û jê bi bandor dibe. Di encamên zextên dagirkeriya faşîst û qirker de dîsa ji neçarî ji Tirkiye derbasî Ewropayê dibe. Li vir jî dema şahidiya zextên li ser Kurdan û qetilkirina pêşenga jina Kurd Heval Evîn Goyî dike, biryara vegera li welat dide. Ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd helwesta şoreşgerî û welatparêzî di bûna gerîla de raber dike û dixwaze wekî gerîlayekî bibe pêşengekî Kurdistanê, rol û berpirsyartiyê bigre ser xwe. Di heyama biryara vegera welat de şoreşa 'Jin, jiyan û Azadî' li Kurdistan û Îran, li hemû dinyayê deng vedide. Her wiha daxwaza wî ya naskirina çand û erdnigariya Rojhilatê Kurdistan dibe sedem ku, ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinê berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û di nav Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê cih digre. Ji roja tevlibûnê heta şahadetê ji bo layiqê Rêbertî û hevrêtiyê bibe, bi sekneke zana, wêrek û fedakar têdikoşe.

Dema ew û hevalekî xwe li ser erk bûn, di encama êrîşê hewayî de gihişt şehadatê. Em di serî de ji malbata hêja û welatparêz a şehîd Berxwedan re û ji hemû gelê me yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em soz didin tola şehîd Berxwedan û hemû şehîdên azadiyê bi misogerkirina azadiya Rêber Apo û serxistina avakirina Kurdistaneke azad û demokratîk hilînin."