Nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn hate eşkerekirin

HPG'ê 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em careke din soz didin şehîdên xwe hemûyan ku sekna me ya li dijî xayin û xiyanetê wê ji her demê bêhtir xurt û encamgir be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"26'ê Tîrmeha 2023'an li qada Bilbêsê ya navçeya Elkê ya Şirnexê, du kesên bi navê baran û Dilpak ên li nava refên me xiyanet kirin û teslîmî dijmin bûn. Li gorî agahiyên ku van xayinan dan dijmin, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonê kir û 27'ê Tîrmehê li qada Betkar a navçeya Elkê ya Şirnexê cihê komek ji hevrêyên me hate bombekirin. Tevî ku agahiyên şênber di destê dijmin de hebûn jî newêrî bi ser hevrêyên me ve bê, piştî ku bi saetan bi teknîka şer bombe kir, xwe nêzîk kir. Di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan şehîd bûn.

Hevrêyê me Yûsûf kedkarekî mezin bû ku bi sadebûn, fedakarî, durustî, moralê xwe yê bilind û enerjiya xwe ya xurt cihê xwe di nava têkoşîna me de girt, 33 salan bi biryardariyeke mezin li ber xwe da, li qadên herî zehmet û xetere wezîfe kir. Welatparêzekî mezin bû ku ji dil baweriya xwe bi doza azadiyê ya gelê me dianî, ji bo serketina vê yekê jî bêteredût bi her awayî li ber xwe da û tevkariyên girîng li têkoşîna me kir. Hevrê Yûsûf karên xwe ku weke milîsekî meşand, bi ruhê fedaî yê Apoyî bi cih anî, pîvanên welatparêziyê gihand asta herî bilind û tevlîbûneke bêhempa kir. Hevrê Yûsûf weke mînaka mezin a ked, fedakarî, wêrekî, welatparêziya bêşik û baweriya bi doza azadiyê bû sembol û cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Keda ku hevrê Yûsûf da ji aliyê me gerîlayên azadiyê û gelê me ve wê ti carî neyên jibîrkirin û her tim bibe mînak.

Hevrêyên me Têkoşer û Zerdeşt jî ku milîtanên fedaî yên Apoyî bûn, di temenê ciwantiyê de berê xwe dan çiyayên Kurdistanê, bêteredût tevlî nava refên me bû û bi hestên fedakariyeke mezin têkoşiyan, ji bo vê jî li Bakur gerîlatî kir. Hewldan, daxwaz, biryardarî, bawerî, keda mezin û wêrekiya hevrêyên me Têkoşer û Zerdeşt jî wê ti carî neyên jibîrkirin, wê her tim rê nîşanî hevrêyên xwe û ciwanên Kurdistanê bide.

Hevrêyên me Yûsûf, Têkoşer û Zerdeşt di encama êrîşên dijmin ên tirsonekî û xiyaneteke bi nemerdane şehîd bûn. Em gelekî li ber şehadeta van milîtanên hêja ketin. Careke din hate fêhmkirin ku heta xeta xiyanetê û xayinan a ku ji hundir ve zerarê dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê neyê rakirin, heta ku hesab jê neyê pirsîn û ji Kurdistanê neyê avêtin, wê meşa serketinê ya gelê me pêk neyê. Di şexsê hevrêyên me Yûsûf, Têkoşer û Zerdeşt de em careke din soz didin şehîdên xwe hemûyan ku sekna me ya li dijî xayin û xiyanetê wê ji her demê bêhtir tund, xurt û encamgir be. Xayin û xeta xiyanetê wê ti carî neyên efûkirin û teqez hesab bê pirsîn.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, ji xelkê xwe yê welatparêz ê li Mexmûrê bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide, ji tevahiya gelê Kurd dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Yûsûf Pîrosî
Nav paşnav: Haci Alî Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asiye-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2023 / Botan

Nasnav: Têkoşer Pêncewîn
Nav paşnav: Levent Andîç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ayşe-Davût
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2023 / Botan

Nasnav: Zerdeşt Îsyan
Nav paşnav: Îsa Temel
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Behîce-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2023 / Botan

YÛSÛF PÎROSÎ

Hevrêyê me Haci Alî Yîgît li gundê Pîrosa yê Elkê ji dayik bû ku yek ji navçeyên herî welatparêz ê Botanê ye. Li gund, bi nirxên Kurdîtiyê yên xeranebûyî û çanda civakî ya xurt mezin bû. Hevrê Haci Alî mîna her ferdekî Kurd di zarokatiyê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Lê bi esasî sala 1989'an Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dît û nas kir. Vê yekê bandoreke mezin li hevalê Haci Alî kir û bi sempatiyeke mezin dil da doza azadiyê ya gelê me.

Weke ferdekî hêja û bi rûmet ê eşîra Pîrosî, piştî ku baweriya xwe bi têkoşîna azadiyê anî, biryar da ku bi xwe jî tevlî vê têkoşînê bibe. Bi vê têgihiştinê sala 1991'ê bi rengekî çalak beşdarî kar bû. Heta sala 1994'an li gelek qadan bi şêweyên cuda kar kir, gelekî bi kêr hat. Hevrê Haci Alî piştî ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bû navê Yûsûf li xwe kir, bi kesayetiya xwe ya wêrek, fedakar û bêtirs gelek wezîfeyên zehmet bi cih anî. Ji aliyê dewlet Tirk a faşîst ve ku li Kurdistanê êrîşeke mezin a qirkirinê dimeşîne, di sala 1994'an de hate girtin, bi rojan destgîrkirî ma, êşkence lê hate kirin û ew xistin zindanê. Pênc salan li zidanên li Sêrt û Êlihê dîl hate girtin. Hevrê Yûsûf ne di dema destgîrkirinê de ne jî li zindanê ti carî ji sekna şoreşgerî tawîz neda, her tim li ber xwe da, bi serbilindî û bi rûmet têkoşiya. Zindan weke akademiyeke perwerdeyê nirxand, di îdeolojiya partiyê de xwe kûr kir. Afirîneriya pratîkî, berxwedêrî, wêrekî û fedakarî ku taybetmendiyên karakterî yên Botaniyan e, di kesayetiya xwe de bi îdeolojiya Apoyî kir yek û kesayetiya xwe vegeran kesayetiyeke şoreşger a giştî. Hevrê Yûsûf di pêvajoya Komploya Navneteweyî de ji zindanê derket, xwedî li wezîfeyên xwe yên têkoşînê û berpirsyariya civakî derket û têkoşîna xwe dewam kir. Li hemberî zext û gefên giran ên dewleta Tirk a faşîst ku li malbata wî dikir, bi malbata xwe re neçar ma ku koçî Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bike.

Hevrêyê me Yûsûf ku neçar ma ji aliyê fîzîkî ve ji warê lê ji dayik bû û mezin bû koç bike, vê yekê di dilê wî de êşeke mezin afirand. Lê belê ev yek ji xwe re kir hinceta mezinkirina têkoşînê û tempoya xwe ya tevlîbûnê bilind kir. Hevrêyê me Yûsûf ku milîsekî fedakar, kedkar, dilnizm, bêsekin, bi coşa şoreşê bû, bi rengekî çalak têkoşîna xwe dewam kir. Ji sala 2006'an heta niha li se bingeha pêwîstiyên têkoşîna azadiyê ya gelê me bi daxwazeke mezin nêzî hemû wezîfeyan bû. Her wezîfeya xwe jî bi serketî bi cih anî. Hevrê Yûsûf li cografya zehmet, li ser sînor, di kemînên dijmin de, li qadên herî xetere bi gerîla re bû, li pêş bû, pêşengî kir û wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî. Hevrê Yûsûf xwedî ked û roleke mezin bû ku bi hezaran gerîla bi serketî gihand Bakur, yek ji lehengên bêtirs ê têkoşîna me bû.

Hevrê Yûsûf bi sadebûn, fedakarî, durustî, moralê xwe yê bilind û enerjiya xwe ya xurt cihê xwe di têkoşîna me de girt. Her hevrêyên me yên ku hevrê Yûsûf silav da wan, pêşengî jê re kir, bi hev re meşiya, ew ti carî ji bîr nekir. Hevrê Yûsûf bandor li her gerîlayî kir ên ku ew nas kir. Haya hevrê Yûsûf ji xeterî, zehmetî û girîngiya karê xwe hebû. Karê wî ku weke milîsekî meşand, di asta tevlîbûna bi dehan gerîlayan de tevkarî li têkoşîna me kir. Ji ber vê yekê jî ti carî xwe ji wezîfe û berpirsyariyê neda alî. Tevî ku li pêşberî malbata xwe berpirsyariyên xwe yên civakî hebûn jî her tim mîna milîtanekî fedaî xebitî.

Hevrêyê me Yûsûf welatparêzekî mezin bû ku ji dil baweriya xwe bi doza azadiyê ya gelê me anî û ji bo serketina vê yekê jî bêteredût têkoşiya. Hevrê Yûsûf nîşan da ku her welatparêzekî Kurd ê bi rûmet di asta milîtaniya fedaî de dikare tevlî têkoşîna azadiyê bibe, bi têkoşîna xwe ya bêşik û bêteredût ev yek nîşan da. Tevlîbûna hevrê Yûsûf û welatparêziya wî ya mezin a 33 salan tevlîbûneke welê ye ku ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz ve mînak bê dîtin û her tim ev pîvan bêne bilindkirin. Çawa ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di ruhê fedaî yê Apoyî de gihîştine asta herî bilind û bi vî rengî têdikoşin, hevrêyê me Yûsûf jî heman ruh weke welatparêzekî Kurd ê mezin di asta herî bilind de pêk anî û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Yûsûf bi vî rengî bû mînakeke mezin a kedê, fedakarî, welatparêziya bêşik û baweriya bi doza azadiyê, bû sembolek û cihê xwe di nava dîroka têkoşînê de girt. Keda ku hevrêyê me Yûsûf da wê ji aliyê me gerîlayên azadiyê û gelê me ve ti carî neyê jibîrkirin, wê timî bibe mînak û armancên ku wî jiyana xwe di oxira wê de feda kir, wê teqez bê biserxistin.

TÊKOŞER PÊNCÊWÎN

Hevrêyê me Têkoşer li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li nava malbata Andîç a ji 6 zarokan weke zarokê sêyemîn ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû ku nirxên exlaqî yên civakî lê xurt bû. Ji ber sedemên aboriyê tevî malbata xwe koçî Amedê kir. Ji bo hevrêyê me Têkoşer têkoşîna ji bo jiyanê li vê derê dewam kir. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya li nava sîstemê li Amedê heta pola yekemîn a lîseyê dewam kir, ji bo karibe piştgiriya aborî bide malbata xwe dibistan terikand. Jiyana malbata wî ya weke karkerên demsalî dûrî welatê xwe gelekî bandor li hevrêyê me kir û bû sedema nakokiyan. Hevrêyê me Têkoşer ku ev nakokiyên wî demekê dewam kir, dest bi bersiva li lêgerîn û van nakokiyan kir. Ji ber ku ji derdora malbata wî tevlîbûn li nava refên partiya me PKK'ê hebû û hin jê şehîd ketin, hevrêyê me berê xwe da vê rêyê. Demekê weke karkerê demsalî bi malbata xwe re li metropolên Tirkiyeyê xebitî. Ji bo karibe ji aliyê aborî ve hîn bêhtir tevkariyê li malbata xwe bike, bi tena serê xwe li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de xebitî. Lêgerîn û nakokiyên wî her roj zêdetir bû û gihîşt wê baweriyê ku li nava refên PKK'ê dikare bersivê ji van lêgerînên xwe re bibîne. Her ku li nava karên ciwanan ên welatparêz hevrê nas kir, hîn bêhtir li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû xwedî agahî. Hevrêyê me gihîşt wê baweriyê ku bersiva nakokiyên xwe li vir bibîne û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Têkoşer sala 2014'an ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû, bi vî rengî armanca xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêyê me ji Amedê ber bi Botanê ve bi rê ket û xwezaya Kurdistanê ya mîna bihuştê û têkiliyên xurt ên hevrêtiyê bandoreke mezin lê kir. Hevrêyê me Têkoşer li qada Besta ya Botanê perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê temam kir, piştre li qada Herekolê tevlî karên pratîkî bû. Hevrêyê me Têkoşer bi kêfxweşiya pêkanîna armancên xwe û berpirsyariyên xwe li qada Herekolê demekê pratîk kir, piştre jî ji bo bersivê bide komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê li gelê me dike, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Sala 2014'an li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra yên ser bi dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava, têkoşîn meşand. Demeke dirêj bi ruh û îradeya Apoyî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Li vê derê şahidî ji kêliyên dawî yên gelek hevrêyên xwe yên hêja re kir. Her tim bi ruh û îradeya Apoyî nêzî şerê giran bû. Dema ku di şerê azadiyê yê Rojava de bû sê caran birîndar bû, lê ev yek ji xwe re nekir asteng û têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir. Weke fermandarekî pêşeng li qada şerê giran hem xwe hem jî hevrêyên xwe perwerde kir. Timî ji xwe re kir esas ku di mijarên îdeolojîk û leşkerî de xwe perwerde bike. Bi kêfxweşî û serketina bicihanîna berpirsyariyên xwe xwest li çiyayên Kurdistanê têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam bike. Li ser vê bingehê pêşniyar kir û careke din berê xwe da çiyayên azad.

Bi kêfxweşiya vegera li çiyayên Kurdistanê tevlî kar bû. Li ser vê bingehê timî li ser Bakurê Kurdistanê kûr bû, li ser vê bingehê xwe perwerde kir û xwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Demekê di bin sîwana Fermandariya Sewk Îdareyê ya Bakur wezîfe bi serketî bi cih anî. Ji bo karibe li Bakurê Kurdistanê bi ruhekî demê û berhemdar tevlîbûnekê bike, di heman demê de kêmasî û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re binirxîne û li ser vê bingehê tevlîbûn û îradeyeke xurt nîşan bide, li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî dewreyeke perwerdeya îdeolojîk bû. Li qada perwedeyê bi têkiliyên hevrêtiyê yên kûr û sade kêmasî bi hevrêyên xwe re nîqaş kir, têgihişt û di rêya bûyîna milîtanekî Apoyî de bi serketî bi pêş ve çû. Hevrêyê me Têkoşer ku dewreya perwerdeyê bi serketî qedand, êdî weke gerîlayekî hîn bêhtir şareza berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Ji bo paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo li nava tevahiya civakê belav bike, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî gelê me di çarçoveya rastiya şer de bi rêxistin bike û tevlî çalakiyan bike, weke milîtanekî Apoyî bi rêbaza fedaî tevlî bû. Hevrêyê me Têkoşer li qada Botanê gelek wezîfe bi serketî bi cih anî, di 27'ê Tîrmeha 2023'an de di êrîşên dijmin de şehîd bû û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka azadiyê ya gelê me de girt.

ZERDEŞT ÎSYAN

Xelkê me yê Botanê ku piştî têkoşîna me ya azadiyê destpê kir bi hişmendiya xwe ya welatparêzî ya cewherî partiya me pejirand û ewladên xwe yên hêja tevlî nava refên têkoşînê kir, sekneke mînak a welatparêziyê nîşan da. Li gel êrîşên giran ên dijmin, li gel zext û komkujiyan jî xelkê me yê Botanê di berxwedanê de israr kir, berdêla wê koçkirina ji welatê me Kurdistanê jî be sekna xwe ya bi rûmet parast û di azadiyê de israr kir. Malbata hevrêyê me Zerdeşt jî ji ber zextên giran ên dijmin neçar ma ku koçî yek ji metropolên Tirkiyeyê Edeneyê bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me Zerdeşt dûrî welatê me Kurdistanê li Edeneyê ji dayik bû. Çanda xurt a Botanê ji malbata xwe wergirt, tevî ku dûrî Kurdistanê mezin bû jî ti carî ji cewhera xwe qut nebû. Mîna hemû malbatên Kurd ên ji ber zexta dijmin neçar ma ku koç bike, li nava malbateke xizan mezin bû, hîn di zarokatiyê de dest bi kar kir û tevkarî li debara malbata xwe kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me ne dûrî rastiya kedê bû, baweriya xwe bi pîrozmendiya nirxên bi kedê hatine afirandin anî. Hevrêyê me Zerdeşt di tevahiya jiyana xwe de bi têgihiştî tevgeriya, her tim bi taybetmendiya xwe ya kedkarî dihate naskirin, bû hevrêyekî bi vî rengî tê naskirin. Hevrêyê me Zerdeşt timî li sedemên koçkirina malbata xwe ya ji Kurdistanê dipirsî, di encama vê yekê de jî rastiya dijmin hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û fêhm kir. Ji ber vê yekê li hemberî dewleta Tirk a qirker ku ewqas êş bi gelê me da kişandin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Zerdeşt fêhm kir ku jiyana ew di nav de ye jiyana wî nîne, neçarî vê jiyanê hatiye hiştin, kete nava lêgerîna li jiyaneke hîn bi wate. Ji ber ku ji derdora wî tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû, her wiha şerê li Kurdistanê giran bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Zerdeşt kir. Pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li gel zor û zehmetiyan, bûyîna hêvî ji gelên bindest re, bandor li hevrêyê me Zerdeşt kir. Weke ciwanekî Kurd ji bo karibe metirsiya qirkirinê ji holê rake û têkoşîna me bi azadiyê tacîdar bike, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê tevlî nava refên berxwedanê bibe.

Hevrêyê me Zerdeşt li ser vê bingehê berê xwe da jiyaneke nû, di sala 2013'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Zerdeşt ku li nava refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê wergirt, diyar kir ku bi gerîla re ew gihîştiye jiyana azad û bi wate. Ji ber vê yekê jî bi kelecanî û coş tevlî bû. Hevrêyê me hewl da her kêliyê bi hînbûnê derbas bike, li ser vê bingehê di demeke kurt de xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve perwerde kir. Ji bo karibe bersivê bide pêvajoya şer a giran giranî da ser perwedeya leşkerî, di rêbaz û taktîka gerîla de bû milîtanekî şareza. Di demekê de ku çeteyan êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kirin ku gelê me bi ked û berdêla bi salan şoreş afirand, hevrêyê me di sala 2014'an de derbasî Rojava bû û tevlî gelek pêngavên li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me bi wêrekiya xwe ya di van pêngavan de bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Zerdeşt di pêvajoya şerê giran de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên mezin, ji bo van tecrûbeyan bi hevrêyên xwe re parve bike, tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir.

Piştî ku dewleta Tirk di nava sala 2015'an de êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û tevgera me zêde kir û bi rengekî eşkere şer ragihand, weke milîtanekî Apoyî hevrêyê me Zerdeşt hîn bêhtir bi hêrs bû. Weke milîtanekî ti carî ji bîr nekir ku wezîfeya wî parastina gelê xwe ye, bi vê armancê berê xwe da Dersimê. Lê belê hevrêyê me bi rengekî bêşens dîl kete destê dijmin û nêzî salekê li zindanên mêtingeriyê ma. Hevrêyê me Zerdeşt li zindanê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me ji xwe re kir esas, bi îrade û baweriyeke mezin li dijî her cûre êrîşên dijmin li ber xwe da.

Sala 2016'an piştî ku ji zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li qada Heftanînê tevlî kar bû. Li vê derê di serî de karên teknîkî û binesaziyê gelek kar kir, bi rêbaza xwe ya kar a bi tempo û encamwergirtî ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Zerdeşt ku li Heftanînê 2 salan kar kir û li wê derê bi taybetmendiya xwe ya kedkarî dihate naskirin, ji bo karibe xwe ji aliyê îdeolojîk ve şareza bike û ji wezîfeyên dema nû re amade bike li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Zerdeşt armanca xwe ya tevlîbûna li perwerdeyê weke şarezebûna ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ya di çarçoveya karên jinûve avakirina gerîla pênase kir û bi rengekî serketî bi cih anî. Di pêvajoya perwerdeyê de bi vê têgihişt û armancê tevgeriya. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de ji bo îdeolojiya Rêbertî fêhm bike, têbigihêje û bike bingeha jiyana xwe, xwe kûr kir, bi heman armancê rexneyên hevrêyên xwe jî bi rengekî têgihiştî pêşwazî kir û bû xwedî tevlîbûneke xurt. Bi hêz û morala ji perwerdeyê wergirtî tevlî karên teknîkê bû, li vê qadê xwe kir pispor, ji aliyê pêşvebirina teknîka gerîla ve kedeke mezin da.

Li hemberî hewldanên dijmin ku êrîşên xwe yên li ser gelê me û tevgera me her roj girantir dike, bi vî rengî dixwaze armanca qirkirina Kurdan bi ser bixîne, weke milîtanekî Apoyî xwest bibe bersiv û gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî baş jî li Bakurê Kurdistanê dikare bê dayin. Li ser vê bingehê bi israr xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, di encamê de derbasî qada Botanê bû. Bi durustî, samîmî û tevlîbûna xwe ya bêteredût li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Ji bo kûrbûna xwe bixe pratîkê bêrawestan têkoşiya û bû hêjayî Rêbertî û rastiya şehîdan."