Li gundekî Mako ji ber lehiyê 35 xanî xera bûn

Li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê barana zêde ya nava hefteyê bû sedema lehiyê. Ji ber lehiyê bi dehan xanî xera bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Makoyê ji ber barana zêde lehî rabû. Lehiyê bandoreke giran li gundê Sorikê kir.

Li gorî agahiyan, nêzî 35 xaniyên li gund li ber ava lehiyê ketine û xera bûne.

Gundiyan qala karesatê kirin û bal kişandin ser xemsariya rayedarên Îranê.

Gundiyên Sorikê gotin ku rayedar tenê tên, li wan guhdarî dikin û bêyî ku tiştekî bikin yekser diçin.

Gundiyan bi bîr xistin ku zivistan nêzîk bûye, eger nikarin xaniyê xwe sererast bikin wê zor û zehmetiyên mezin bikişînin, lewma banga alîkariyê kirin.