Şehîd Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku di 27’ê Tîrmehê de li qada Bêtkar a navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bûbûn, bi merasîmekî girseya hatin bibîranîn

Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûbûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmek girseyî hatin bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gelê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Ehemed Nêrwehî axivî.

Ehmed Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de qala girîngî û nirxê şehîdan kir û wiha got: “Me gelek cangorî li ser vê dikê bi mînetdariyek mezin, oxir kirine. Bê gûman, tu welat bê xwîn nayên azadkirin. Yên herî zêde ji bo azadiyê xwîn rijandine Kurd in. Ji ber ku dijminê me ne yek û ne jî du ne. Li hember dagirkeriya Kurdistanê, bi hezaran cangoriyên mîna Yûsûf xwe qurbanî vê dozê kirine.  Sînorê ku dijmin daniyê, Yûsûf ne pejirand. Ji bo têkbirina vî sînorê her tim di nava hewldana de bû. Heval Yûsûf hevalek giranbiha bû. Em ê tu carî şehîdê xwe nedin ji bîrkirin. Di hemû têkoşînan de yên mezlûm bi serketine, em jî mezlûm in û emê jî biserbikevin.”

Piştre hevjîna Yûsif Pîrosî, Beyaz Pîrosî axivî û xêrhatina gelê amade kir û wiha got: “Em ji niha hetanî salek din qala şehîdan bikin emê nekarin heqê keda wan bidin. Bila serê gelê Kurd sax be, serê Wargeha Mexmûrê sax be. Raste, êşa me girane, barê min jî girane, lê ew jî mîna hevalên xwe em pê serbilindin. Ya ku em pê êşiyan, xiyanet e.”

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bimre Xiyanet” bidawî bû.