Dostên Mîr gor jê re çêkirin

Stranbêj û hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) ji bo hevalê xwe yê hunermend ê li Parîsê hate qetilkirin Mîr Perwer û dayika wî gor çêkirin.

Mîr Perwer di Komkujiya Parîsê de tevî Evîn Goyî û Abdûrrahman Kizil hate qetilkirin. Heval û dostên wî yên ji TEV-ÇAND a li Fransayê, ji bo Mîr Perwer û dayika wî Fîlîz Aydin gor çêkirin. Ûlaş Kelaşîn, Rênas Demhat, Diyar Mahrovî, Nûarîn, Farqîn Azad û gelek hunermendên din hem ji bo Mîr hem jî ji bo dayika wî gor çêkirin. Hunermendan daxuyaniyek dan û got, "Di ser komkujiyê re 9 meh derbas bûn. Me got, divê tiştek bê kirin. Me nêrîna xwe ya ji bo çêkirina gorekê ji bo Mîr û dayika wî Fîlîz bi hevalên xwe yên hunermend ên li Fransayê parve kir. Me biryar dan ku gorekê ku malbat jî li ser hemfikir e çêbikin."

Dostên hunermend ên Mîr Perwer berê jî li ser înternetê ji bo malbatê kampanya dabû destpêkirin, lê belê ji ber felaketa erdhejê nekarîbûn kampanyayê bimeşînin.