Hevjîna xwe qetil kir û hat berdan, piştre 2 jinên din qetil kir!

Mêr ê bi navê H.K. ku hevjîna xwe sala 2008'an qetil kir û ji aliyê dadgeriya AKP-MHP'ê ve hate berdan, 2 jinên din jî qetil kir.

H.K. ê 59 salî ku li Karabukê dimîne, hevjîna xwe Ozlem K. û xesûya xwe Nazîfe Çetînkok qetil kir.

H.K. ku li Karabukê sala 2008'an jin a ku pê re zewicî bû qetil kir, piştî ku 7 salan girtî ma, hate berdan. H.K. careke din zewicî û beriya bi demekê bi sedema ku li ser Pêkanîna Piştgiriya Jinê (KADES) hevjîna wî gilî kiriye û tundî kiriye, hefteyekê li girtîgehê hate hiştin û piştre hate berdan.

H.K. piştre jin a pê re zewicî bû Ozlem K. û xesûya xwe Nazîfe Çetînkok bi çekê qetil kir. Hate ragihandin ku kujer H.K. hîn jî nehatiye girtin.