Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haberê de axivî û ji ber hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re PDK hişyar kir.
Kalkan diyar kir PDK hêzeke wisa ye ku sond xwariye PKK’ê tune bike û got “Bi hemû dijminên PKK’ê re dikevin nava her cure têkilî û tifaqan. Piştî wê dema ku PKK jê re tiştekî dibêje, radibe dibêje ‘Li dijî dijmin diaxivin.’ Tu her tiştî bikî, her cure îxanet û hevkariyê bike, lê bila kesek ji te re tiştekî nebêje. Tiştekî wisa li ku heye?”
Kalkan, anî ziman ku PDK hevkarê dewleta Tirk e û got, “Ji niha û pê ve li Metîna, Garê, Xinêre; li ku derê ew gavekê biavêjin û guleyekê biteqînin û bi pêş ve werin, wê êdî ev tişt bibe şer. Divê her kes vî tiştî bizanibe.”
Nirxandinên Kalkan wisa ye:
“Ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Hewldanên girîng hene, têkoşîn didome. Têkoşînên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo him di aliyê hiqûqî û him jî di aliyê siyasî de didome. Îro li gelek bajarên Ewropayê gel û dostên me li ber xwe dan. Bi rastî jî helwesteke bi heybet û daxwazên zelal nîşand an. Ez di şexsê çalakiyên Dusseldorf û Strasboûrgê de li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, gelê me, dost, ciwan û jinên beşdarî vê çalakiyê bûne silav dikim. Di têkoşîna we de serkeftinê dixwazim. Têkoşîna me wê bi ser bikeve. Ez careke din dixwazim diyar bikim ku ez ji dil û can bi vê bawer im.
XWEDÎDERKETINA LI QADÊN DERVE GIRÎNG E
Du sal û nîv derbas bûn, agahî tune. Parêzerên herî dawî bang li CPT’ê kirin; xwestin bila agahî û daxuyaniyên di destê xwe eşkere bikin. Ev bangeke girîng bû. Ev rewş li benda bersivandinê ye.
Di rastiyê de li qadên derve bertekên li dijî pergala Îmraliyê, êşkence, tecrîd û qirkirinê bêtir watedar in. Ev diyar dike ku Rêber Apo dîwarên tecrîda Îmraliyê çawa parçe kiriye, rastiya Rêbertî çawa asteke global bi dest xistiye, li hemû bindest û kedkaran belav kiriye, jin û ciwan û kedkar di serî de çawa rêya rizgariyê nîşanî hemû bindestan daye û bûye rastiya rêbertiyê. Em dikarin vî tiştî bi zelalî diyar bikin.
Parêzerekî digot; heta ku Rêber Apo di warê fîzîkî de azad nebe, Îmrali parçe nebe, axaftina li ser aştiyê bêwate ye. Ev tişt tê dîtin, dema fikrên Rêbertî, paradîgmaya nû, paradîgmaya azadiya jinan diparêze, ekolojîk û demokratîk belav dibe, bala mirovan dikişîne, mirov wê dişopînin û qebûl dikin. Çareserkirina pirsgirêkên xwe di wir de dibînin.
JI BÊBERTEKBÛNA SAZIYÊN FERMÎ RE MIROV DIKARE BIBÊJE KU HEVKARÊN SÛC IN
Ew bi rastî lêgerînek cidî heye. Ev lêgerînek e ku bi taybetî piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê dest pê kir. Ev lêgerîn bersiva xwe di paradîgmaya nû ya Rêber Apo de bersiva xwe dibîne. Di vê paradîgmayê de her kes rêya azadî, demokrasî û wekheviyê dibîne. Rizgariya xwe di paradîgmaya Rêbertiyê de dibîne û li ser vê bingehê eleqe zêde dibe, bêtir têdikoşe, tevlê dibe û dengekî bilind derdixe. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo helwesteke zelaltir û teqez nîşan dide. Bi awayekî cîddî faşîzma AKP û MHP’ê dide ber pirsan.
Lê ji saziyên fermî tu bersiv nayên. Me ev yek gelek caran diyar kiriye. Rêvebiriya Tayyîp Erdogan –em dikarin vî tiştî gelek caran dubare bikin- derket holê ku bi tevahî derewkar e. Hûn ê bibêjin di kîjan warî de rastî tevdigere? Jixwe li holê împaratoriya derewan heye. Divê mirov bibêje împaratoriya derew û tirsê. Ev pênaseya herî rast a dîktatoriya faşîst a Tayyîp Erdogan e. Li ser vê mijarê daxuyaniyeke giştî dan. Lê wan tişta ku dibêjin pêk neanîn. Em vî tiştî fêm dikin, em nêta wan dizanin, polîtîkaya wan dizanin, bi feraseta wan dizanin. Ji ber ku faşîst, mêtinger û qirker in, wisa êrîş dikin.
Lê belê mirov nikare fêm bike ku çima saziyên din ên ji Îmraliyê berpirsyar in, wekî ku rêveberiya Tirkiyeyê dipejirînin, bêdeng in. Pirsgirêka sereke li vir e. Di vî warî de hevkariyek heye. Mirov dikare bibêje hevkariya sûc û hevkariya sûc. Hemû jî hene. Bi hevkariyeke wisa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê astengkirin, li Îmraliyê qirkirina herî giran a faşîst, mêtinger, qirker, zilm, êşkence a di dîrokê de heye. Ev rastiyeke eşkere ye.
PIRSGIRÊKA KURDAN NE PIRSGIRÊKE JI RÊZÊ YE
Divê mirov çi bike? Bê guman, em her gav vê pirsê dipirsin û divê em bipirsin jî. Em ê têbikoşin. Pêwîst e ji têkoşînê dûr nekevin. Divê di têkoşînê de encamên zû û zêde neyê hêvîkirin. Ji ber ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ji pirsgirêka Kurd tê. Pirsgirêka Kurd çi ye? Tê wateya feraset û siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Ev ne pirsgirêkek asayî ye. Dibe ku yek ji pirsgirêkên herî giran a di mirovayetiyê de ye. Pirsgirêka Ereb-Îsraîl pirsgirêka herî giran û herî kevn a dîrokê ye. Lê pirsgirêka Kurd ev tişt jî derbas kir. Çima? Ji ber ku têkiliya xwe ne bi tenê dewleta Tirk û dewletên Rojhilata Navîn re heye. Ji ber ku hegemonyaya kapîtalîst û global, li ser esasê feraset û siyaseta ku dixwaze Kurdan înkar û îmha bike, hatiye avakirin. Ji ber vê jî mirov çiqasî faşîzma AKP û MHP’ê bitengijîne, zextê li rêveberiya Tirkiyeyê bike, derbeyan lê bixe, wê bîne ber asta hilweşandinê, ji bo çareseriyê zextan lê bike, hew te dît hinek kes piştgiriyê dide dewleta Tirk û wan rizgar dike. Heta niha ev tişt gelek caran pêk hatiye.
Lewma divê em vê rastiyê bibînin. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek e ku ewqas zû, bi lez û bi hêsanî çareser bibe. Yên wisa difikirin wê xelet derkevin. Ji bo ku terpilîn û xeletî nebe, divê pirsgirêkê baş çareser bikin. Mirov dikare wekî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya herî berfireh îfade bike, ji ber ku wisa ye, bi pirsgirêka azadiya jinan a ku pirsgirêka herî berfireh a dîrokê ye, bi têkoşîna azadiyê ya jinan bû yek. Ev ne tesaduf e. Ne tiştekî tesadufî ye ku di nav têkoşîna azadiya Kurdan de Jineolojî geş bibe û şoreşa azadiya jinan dest pê bike. Ev tişt têkiliya xwe bi cewher û berfirehbûna pirsgirêkê re heye. Li ser vî esasî têkoşînek e.
TÊKOŞÎNA JI BO RÊBER APO, TÊKOŞÎNA JI BO MIROVAYETIYÊ YE
Ji ber ku Rêber Apo li çareseriya pirsgirêka Kurd digeriya, komploya navneteweyî hate organîzekirin û ew birin Îmraliyê. Sîstema Îmraliyê berdewama komploya navneteweyî ye. Pergaleke ku hewl dide komployê bidomîne û pêk bîne. Bi armanca komployê jî Rêber Apo girtin. Çima? Ji bo qirkirina Kurdan pêk bînin, çareseriya pirsgirêka Kurd, bi vî rengî demokratîkbûna Tirkiyeyê û bandorên wê yên demokratîk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê asteng bikin, ev tişt kirin. Divê hûn vê jî bibînin. Di vî warî de têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna azadiya Kurdistanê, azadiya gelê Kurd, têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Têkoşîneke wisa ye ku ji bo mirovayetî jiyaneke azadtir bi dest bixe.
Kaxiza tûrnûsolê ya demokrasiyê, rewşa li Îmraliyê, nêzikbûna li Îmraliyê ye û nêzikbûna li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev rastiyeke eşkere ye. Ji ber vê jî çareserî vê têkoşînê geş dike. Divê em vê têkoşînê li her qadê geş bikin. Divê em li her qadê, bi her rêbazê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi awayekî herî xurt pêş bixin. Li ser vê bingehê têkoşînên hiqûqî dikarin bên kirin. Me her tim gotiye, hêjayî dubarekirinê ye. Divê pergala Îmraliyê di çarçoveya hiqûqa demokratîk de bê nîqaşkirin û lêkolînkirin. Sîstemek çawa? Divê mirov dûrî vî tiştî nesekine. Divê baş were teşhîrkirin. Pêwîst e têkoşîna siyasî, têkoşîna girseyî, çalakiya ciwan û jinan li her qadê bê pêşxistin. Tevgera me ji niha ve têkoşîna azadiyê geş dike. Gerîlayên me bi qehremanî şer dikin. Kombûna van hemû têkoşînan jî dibe têkoşîna ku wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bîne. Divê em di vê têkoşînê de bi israr bin, dev jê bernedin, bi îrade û bi sebir bin. Divê em ji serfiraziyê bawer bikin û heta ku serfirazî were bidestxistin divê em têbikoşin. Ez careke din ji kesên vê têkoşînê dimeşînin re, serkeftinê dixwazim.
REWŞA LI ÎMRALIYÊ GIRTÎGEHAN PIR BANDOR DIKE
Rêber Apo ev tişt gotibû, “Li vir sîstemek wisan hat avakirin ku ez ji bo xwe tiştekî nabêjim, lê ji ber min wê zext û zilm li bi sedan mirovan were kirin, wê di girtîgehan de bimînin û rû bi rûyê êşkenceyê bimînin. Ev yek wê her kesê bandor bike. Lewma divê mirov li dijî vê rabe û têbikoşe.” Niha em wê rewşê dibînin, ew encam diqewimin. Em nebêjin hemû girtîgeh, rewşa girtiyên siyasî mîna rewşa li Îmraliyê ye, di wê astê de nabe lê pir ji wê bandor dibe. Zexteke faşîst a pir giran, teror û êşkence li girtîgehan heye. Ev bi eşkere belav dibe, cenaze ji girtîgehan derdikevin, girtî şehîd dibin. Herî dawî Şakir Tûran şehîd bû; ez bi rêzdarî wî bi bîr tînim. Di şexsê wî de ez hemû şehîdên me yên zîndanan bi bîr tînim. Ez êşa gelê me û malbata wê parve dikim.
Niha malbatên wan bi van girtîgehan re eleqer dibin, ev girîng e. Girîng e ku ev hewldan bibe têkoşîneke hîn bi plan û rêxistintir. Bi rewşa xwe ya heyî ve divê wisa were kirin. Bi rastî jî qelsî hene, lewazî hene; dibe ku were xurtkirin.
Lê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatan e. Rojên borî rêxistineke mafên mirovan bîlanço eşkere kir. Heta niha 313 girtî tevî ku cezayên wan qediyaye jî, ji ber sedemên kêfî nayên berdan. Ev rewşeke pir cidî ye. Ev yek belavbûna bêhiqûqiya li Îmraliyê ya li her qadê ye. 313 kes ne tiştekî kêm e. Hinek ji wan ev 6 meh in, hinek ev salek e, hinek 2 sal û hinek jî 3 sal in cezayê wan qediyaye lê nayê berdan. Ew jî cezayên ne heq in. Ti aliyê wê yê demokratîk û hiqûqî tune ye. Bi temamî cezayên ku bi mulahazayên mêtinger û qirker hatine dayîn, lê êdî guh nadin wê jî. Êdî her tişt bûye li gorî kêfiyetê. Desteyek ava kirine. Mirovan tînin beramberî xwe. Nêzîkatiyek mirovî jî li holê namîne.
CÎHAN DURÛTIYÊ DIKE
Di heman raporê de tê gotin ku di serlêdanên sala 2022’an de ji bo wan hatî kirin, 201 serlêdanên êşkenceyê hene. Li holê ye ku rêveberiya Tayyîp Erdogan rêveberiyek çawa ya êşkenceyê ye. Ji derveyî vê rêveberiyê, eger hin kesên din qasî çaran yekê vê zext û êşkence pêk anîban wê gelek derdoran qiyamet rakiriban. Lê em bi baldar bin. Zêde deng li hemberî rêveberiya Tayyîp Erdogan nayê derxistin. Hemû jî ji nebihîstî, ji nedîtî û ji nezanînê ve tên. Durû ne… Cîhan bi rastî jî li hemberî tiştên ku rêveberiya AKP’ê bi serê Kurdan tîne durû ye.
Tişta ku li Kurdan tê kirin helbet li karker, kedkar, jin, ciwan û sosyalîstên demokratîk ên şoreşger ên Tirkiyeyê jî tê kirin. Evane ji hevdû ne qut in. Lewma rewş cidî ye. Li girtîgehan girtî li ber xwe didin. Ji ber ku ewane şopdarên kevneşopiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ne. Xeta berxwedanê ya 1982’an dimeşînin. Ti zilm û zext nikare wan ji armanca wan qut bike û îradeya wan bişkîne. Jixwe neşikand. Şehîdê herî dawî çi got? Got, ez serbilind im. Bila her kes serbilind be. Ev qas.
HER KESÊN LI GIRTÎGEHAN BI SERBILINDÎ SEKINÎ, TÊDIKOŞIN
Rêveberiya Tayyîp Erdogan çi kir? Bi deh hezaran mirov, jin-mêr avêt girtîgehan. Ti kes li gorî wî tevnegeriya. Her kes bi serbilindî sekinî, têkoşiya û têdikoşin. Li girtîgehan têkoşîn tê kirin. Em vê têkoşînê dubare silav dikin. Em serkeftinê dixwazin. Dibe ku zehmet be, bi êş be, dibe ku êşkence li wan tê kirin û dibe şehîd bibin. Ewane şervanên doza mezin in. Di bin fermana doza azadî û demokrasiyê û artêşa şehîdan de têdikoşin. Ewane dizanin ku wan çi kiriye, çawa dijîn û çima êşkenceyek wisa li wan tê kirin.
DIVÊ HER KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA LI GIRTÎGEHAN DERKEVE
Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê, vê têkoşînê bibîne û xwedî lê derkeve. Di vî warî de jî pirsgirêk ne tenê pirsgirêka malbatan e, di rastiyê de pirsgirêka hemû civakê ye. Ji ber ku eger îro li girtîgehan asta êşkenceyê hatibe vê rewşê, wê sibe hîn zêdetir belavî hemû civakê bibe. Niha her kes dibêje; êşkenceya Îmraliyê belavî me hemûyan bû. Tecrîda Îmraliyê belavî her derê bû. Ev zext, zilm, mêtingerî, birçîtî, krîz, krîza ekonomîk, krîza siyasî hemû çavkaniya xwe ji vir digire. Îmralî jî ji bo pirsgirêka Kurd heye. Ev qas şer, xwîn, mirin hemû di encama pirsgirêka Kurd de derketiye holê. Lewma berpirsyarên vê yekê ew in ku yên pirsgirêka Kurd derxistine holê û çareser nekirine. Ew in ku yên zext, zilm, qirkirin û mêtingeriyê li ser Kurdan didin ferzkirin û hebûn, azadî û mafê demokratîk ên Kurdan qebûl nakin û dixwazin Kurdan tune bikin. Dema pirsgirêka Kurd tê gotin, bila ti kes Kurdan weke berpirsyar nebîne. Berovajî, li ser Kurdan kiryara zext, zilm û tunekirinê heye ku berpirsên vê jî hevkar in.
Li ser vî bingehî lewma divê mirov berxwedana li girtîgehan rast fêm bike, hîn zêdetir piştgiriyê bide berxwedanên girtîgehan, van kiryarên zilm û êşkenceyê hîn zêdetir teşhîr bike. Ti rejîm nikare xwe li ber êşkenceyeke bi vî rengî bigire, eger bê teşhîrkirin wê hilweşe. Rewşa girtîgehan diyar e. Çi dibe nabe li wir diyar dibe, hîn zêdetir tê dîtin. Ji wî alî ve jî divê mirov hîn zêdetir piştgiriyê bide berxwedanên girtîgehan.
HEŞT SAL IN BERXWEDANEKE MEZIN HEYE
Ez di salvegera 11’emîn a şehadeta wan de hevrê Mehmet Guyî, Mêrxas û Rêvan ên ku di 4’ê Îlonê de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Di fermandariya eyaleta me ya Wanê de bûn. Wan çalakiyeke mezin bi serkeftî pêk anîbûn. Gelek salan têkoşiyabûn. Piştî çalakiyeke wisa şehîd bûbûn.
Wekî wean bi sedan, bi hezaran, bi deh hezaran şehîdên me hene. Gerîlayên fedaî û gelekî bûye fedaî hene ku artêşa şehîdan wan bi rê ve dibe. Li ser vî esasî em têdikoşin, li ber xwe didin, şer dikin. Li Zap, Avaşîn, Metîna; yanî li Herêmên Parastinê yên Medyayê rastiyeke şer heye. Lê şer tenê li wir bi sînor nîne; li seranserê Bakur şer heye. Em bala xwe bidinê li Xerzan, Mêrdîn, Amed, Serhed û metropolan, li hemû bajaran, li Başûr, Rojava û hemû Kurdistanê şer heye. Dewleta Tirk li her qada ku Kurd lê hene, ji bo Kurdan qir bikin êrîşan dike. Em jî li hemberî vî tiştî li ber xwe didin.
Berxwedana şerê Zapê di asteke diyarker de ye. Salek û nîv girt. Ji bo hin herêman dagir bikin êrîş dikin, hê jî êrîş dikin. Ev du sal û nîv in êrîşî heman qadê dikin. Bi rastî jî 8 sal in êrîş dikin. Ev êrîşa dagirkeriyê di 26’ê Tebaxa 2016’an de dest pê kir. Kete sala xwe ya heştemîn. Ev heşt sal in didome. Li hemberî vê berxwedaneke mezin heye.
Êrîş û berxwedana dawî bêguman girîngtir in. Her kes vê dibîne. Biryargeha me ya navendî bîlançoya mehane eşkere kir, dibêje 323 çalakî çêbûne. Gerîla her roj çend çalakî kiriye, eşkere kir. 134 leşker hatine kuştin, nizanim çiqas jî birîndar bûne, çiqasî texrîbat hatiye kirin û çiqas alav hatine îmhakirin. Bîlançoyeke giran heye, şerekî mezin heye.
Qiyametê radikin ku li vir şer heye, li wir şer heye. Bîlanço tê eşkere kirin. 5 mirî, 10 mirî. Rojek, du roj pevçûn, bes e. Li vir her roj, her saet, 24 saet, bi mehan û bi salan şer heye. Êrîş heye û şer didome. Dijmin bi dehan, bi sedan caran êrîş kiriye. Bi balafiran êrîş dike, bi helîkopteran êrîş dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, çekên nukleerî yên taktîkî bi kar tîne, her cure çekan bi kar tîne, her rêbazê bi kar tîne.
KURDBÛN HEBÛNA XWE DI BERXWEDANÊ DE DIDOMÎNE
Par ji bo dagirkeriyê êrîş kiribûn û niha dixwazin bandora xwe ya li ser van qadan zêde bikin, lê bi ser nakevin. Hinek dibêjin ev operasyona pençe-kilîtê bû lê asê ma. Bi rastî jî artêşa Tirk asê ma. Li qada Rojavayê Zapê bi mehan e ji bo stendina girekî êrîş dikin. Dewletek hemû hêza xwe, hemû desteka ku ji NATO’yê distîne seferber dike, lê dîsa jî bi ser nakeve. Derbeyê li ser derbeyê dixwaze, gelek windahiyan dide. Di vî warî de şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê girîng e. Divê her kes bi baldarî lê binihêre. Ev şer, şerekî pir watedar e, şerekî dîrokî ye. Berxwedana herî girîng a dîrokê ye. Divê her kes xwedî lê derkeve û silav bike. Divê qehremanên ku vî şerî dimeşînin û şehîdên qehreman ên vê şerî her dem bi rêz û hurmer werin bibîranîn. Ew vî tiştî heq dikin.
Ji ber ku kurdayetî li vir hebûna xwe didomîne. Azadiya Kurd bi berxwedaneke wiha tê bidestxistin. Siberoja Kurdan bi vê berxwedanê tê afirandin. Tu rê û ravekirineke din a vî tiştî tune. Kesek nikare tiştekî din bibêje, bi rêyeke din nikare nîşan bide.
Di wê rewşê de her kesê ku alîgirê hebûn û azadiya Kurdan e, heta yên ku dibêjin em Kurd in, divê vê rastiyê bibînin. Ne bi tenê Kesên ku dibêjin ez Kurd im, kesên ji azadiya Kurdan sûdê werdigirin jî divê vê rastiyê bibînin. Berxwedana Zapê di xeta ‘Berxwedana Zindanê ya 82’an de’ û li ser xeta berxwedana Îmraliyê didome. Di dîrokê de ev berxwedana herî watedar û qehremanî ye. Mînakên vî tiştî tune. Berxwedaneke di vê astê de.
Di vê çarçoveyê de divê ku mirov baş fahm bike. Êrîşên dijmin didome. Berxwedan jî didome. Wisa xuya dike. Rastiyeke dijmin heye ku li cihê ku ketiye wir a niha asê maye û nikare tevbigere.
ŞER LI QADEKE BERFIREH DIDOME
Me got şer tenê li vir dewam nake; divê qadên din jî were dîtin. Wekî ku ew zêde dernakevin pêş, tune tên hesibandin û ser wan tê girtin. Ne wisa ye. Li Bakurê Kurdistanê li gelek qadên gerîla şer hene, berxwedan hene, pevçûn hene, çalakî hene, şehîd hene.
Em bala xwe bidinê. Her dera Kurdistanê herêmên qedexe ne. Artêşa Tirk li her derê êrîşên leşkerî dike. Ev ne şer be çi ye? Lê ew van hemû tiştan vedişêre. Wezîrên wan ên berê digotin ‘Me qedand, em ê biqedînin’. Ketibûn wê rewşê. Niha li her derê heye, heke bibêjin em şer dikin wê derewan a qedandinê derkeve holê. Ji bo ku wê dernexînin pêş, vedişêrin.
Li bajaran jî berdewam dike, ev jî pir girîng e. Divê sivik neyê dîtin. Tevgera me ya Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di vî warî de roleke girîng lîst. Bi rastî, ew dikare rolên bihêztir jî bilîze. Milîsên HBDH’ê karekî bi bandor kirin, rol lîstin. Wan bi faşîzmê dan hîskirin ku li tu deran wê faşîzm nikaribe bi rihetî razê. Wan faşîzm ji xwe re kirine hedef. Ew bûne kabûsa faşîzmê.
Dîsa YPS û rêxistinên bi vî rengî jî çalakiyan dikin. Ev jî girîng e. Rastiyeke berxwedanê heye ku li her dera Tirkiyeyê ye. Ev girîng e, dîrokî ye. Divê mirov hemûyan bibîne.
HEMÛ GEŞEDAN TÊKILIYA XWE BI ŞER RE HENE
Dijmin êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Li hemberî wê jî berxwedan heye. Wisa dixuye ku wê êrîşên xwe berfirehtir bikin û wisa bidomînin. Ev jî tê wateya ku wê gerîla jî berxwedana xwe belav bike, bi xurtî li ber xwe bide, bi xurtî şer bike, derbên giran li dijmin bixe.
Dibe ku bîlanço kêm be. Me di civîna dawîn de diyar kir divê bi hejmaran neyê axaftin, eyb e guneh e. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 134 leşker hatine kuştin. Li aliyê Tirkiyeyê ve tu bertek nîne. Bi rastî ya xerab ew e. Ne 134 kes heke kesek jî bûya, sê kes bûya jî divê qiyamet bihata rakirin. Divê li Tirkiyeyê, di nav civakê de, di nav jin, ciwan û kedkaran de qiyamet bihata rakirin. Divê her kesî bipirsiya. Zarokên vê axê, zarokên vê civakê, hûn çawa wan dişînin mirinê? Divê bi qirika dîktatoriya faşîst bigirtina. Lê wisa nadome. Berevajî wê ye. Bala xwe bidinê, dibêjin me evqas balefir çêkir, me evqas top çêkirin, em van tiştên kujende çêdikin, reklama xwe dikin û civak jî bi baldarî lê dinihêre. Wê te bi van tiştan bikujin, ma wê kê bikujin? Îroj Kurdan dikujin, dema ku wan dikujin te jî dikujin. Zindan ketine çi halî? Jiyan ketiye çi halî? Krîza aboriyê di kîjan rewşê de ye? Dikin ji birçînan bimirin. Meaşê herî kêm ji birçîbûnê ber bi sînorê mirinê ve diçe. Ev hemû tişt têkiliya xwe bi şer re hene.
Ev tişt ji civakê tên veşartin. Civakeke wisa ava kirine ku van tiştan nabînin, dema dibînin jî nabêjin. Bi derewan hatine asteke ku beşeke wê neyê dîtin. Hinek beş jî dibînin, lê ji tirsan nikarin bibînin. Feraset û siyaseteke nijadperest, şovenîst û dijminê Kurdan li hemberî me ye. Hatiye asteke wisa ku heval Karasû digot, Tirkbûna dewleta Tirk tê wateya kuştina Kurdan. Tunekirina Kurdan tê wateya dijminatiya Kurdan.
Çima? Ka bi hezaran salan Kurd û Tirk bira bûn. Ji Melezgirtê dest pê kir, nizanim heta ku derê di warê avabûna Tirkan de herî zêde Kurdan tevkarî kirine. Bergîdaniya vî tiştî ma divê qetlîam, zilm û mirin bûya?
Divê bi awayekî cîddî li ser rewşa Tirkiyeyê were sekinandin. Divê prensîbên avabûnê yên dewleta Tirk, polîtîkaya wê, dijminatiya li hemberî Kurdan a ku faşîzma AKP û MHP’ê wê dimeşîne, feraset, siyaset û mêtingeriya wê bi awayekî xurt were lêpirsîn û were derbaskirin. Heta ku ev tişt pêk neyê Tirkiye demokratîk nabe. Ji ber vê berxwedana gerîla dibe têkoşîna ku herî mezin a ku li Tirkiyeyê demokrasiyê bi pêş ve dibe. Divê her kes vî tiştî bibîne.
DEWLETA TIRK DI TEVGERA DAGIRKERIYÊ DE BI SER NEKETIYE, LI PIŞTGIRIYÊ DIGERE
Li holê ye ku rêveberiya Hewlêrê çi kir. Evane tên zanîn. Ev qas komkujiya gerîlayan kir. Em salvegera duyemîn a şehadeta hevalê Tolhildan wan dijîn. Li Xelîfanê şehîd bûn. Careke din bi rêzdarî bi bîr tînim.
Ev hevdîtin hatin nirxandin. Hîn zêdetir li ser tê sekinîn. Çi hat kirin, hat xwestin ku çi were kirin; her kes hewl dide fêm bike. Ji ber ku Tayyîp Erdogan gotibû, “Piştî hilbijartinê em ê hem êrîşan zêde bikin, hem jî giraniyê bidin ser dîplomasiyê.” Didin ser. Wisa dixuyê ku li Bexdayê rewş zêde ne li gorî kêfa wan meşiya. Yanî wê çawa bimeşe? Arguman pir lewaz in. Çûyîne ji bo qetilkirina Kurdan petrol û ava Kurdan dikin mijara bazarê. Tê xwestin ku ji wir encama komkujiya Kurd were derxistin. Asta aqiltiyê ya rêveberiya Tayyîp Erdogan di vê astê de ye. Tê gotin, mirov kone ye, lê evqas jî zêde ye, hatiye wê astê.
Helbet her kes ne Tayyîp Erdogan e. Her kes ne rêveberiya dewleta Tirk e. Rêveberiya Bexdayê dijberiyê li Kurdan nake. Herêmeke Kurdistanê li holê heye. Di rastiyê de eger demokratîkbûna Kurdan pêk hatiba, bandora vê ya li ser Iraqê wê hîn azadîxwaztir û demokratîk biba. Di vî warî de hêviyên wan jî hene. Lê bazariyên cur be cur çêdibin.
Ya mayî hevdîtinên li Hewlêrê bûn. KNK’ê daxuyaniya “cihê şermê ye” da. Em wisa bibêjin, dewleta Tirk qadeke dagirkeriyê diyar kiriye; ji bo dagirkirina wan deran êrîş dike, lê bi ser nakeve. Bi halê xwe yê heyî, rewş bi vî rengî ye. Tê fêmkirin ku ji bo pêk bîne divê derbasî cihên cuda bibe. Dema ku ev êrîşên wan ên dagirkeriyê dest pê kir êrîşên birin ser girekî, me gotibû eger nekarin wir bigirin neçar dimînin ku belav bibin. Ne serkeftî ne. Kîlît bûne, asê mane. Nikarin belav bibin. Hêza wan tune ye. Eger hêza wî têrê bike dê belavî her alî bibe, bixwaze her derê dagir bike. Nexşeyên mezin xêz kirin. Dibêje, ez ê Mîsak-i Mîllî pêk bînim. Osmanîtiya Nû pêş dixe. Hewl dide ku her derê dagir bike. Eger Kurdistanê bi Mîsak-i Mîllî dagir bike, wê berê xwe bide qada Ereban. Ne diyar e ku wê çi biqewime, li ku derê raweste. Mîna belavbûna Osmanî ya di serê sedsala 16’emîn e…
BERXWEDANA KURDAN BERBELAVBÛNA EMPERYALÎST PÛÇ KIR
Niha jî dixwazin bi komkirina sermayê ya li ser esasê sermayeyên kûreyî li Tirkiyeyê belav bibin. Dixwaze Kurdistanê, Erebistanê hîn zêdetir mêtinger bike. Hinek dibêjin, xwestekên emperyalîst tîmar dike. Erê, dixwaze mêtingeriyê ji nû ve pêş bixe, lê hêza wê têrî vî tiştî nake. Berxwedana Kurdan hemû planên wê têk bir. Vê yekê belavbûna emperyalîst û xwesteka mêtinger têk bir. Ew anî asta hilweşînê. Xist nava evqas krîz û kaosê. Niha ji bo vê pêwîstiya wî bi hêzê heye. We Hakan Fîdan dît; çawa Nêçîrvan û Mesrûr hembêz dike. Muhtac e, lewma. Muhtacî çiye? Li vir ew dixwaze wan bêtir bikar bîne. Dixwaze hîn zêdetir ber bi şer ve bibe. Dixwaze li cihê ku hêza wî têrê nake, wan bide tevgerkirin. Eger hêza wî têrê bike, jixwe ew bi xwe wê êrîş bike. Ew ê ji kesî re nebêje. Ji ber ku hêza wî têrê nake, dixwaze wan bikişîne. Ew jî dibêjin, em ê piştgiriyê bidin. Piştgirî dan jî. Heta niha hevkarên wan ên sûc bûn. Lê di aliyê ji vir û şûn de jî, divê em vê bibêjin. Ji vir û şûn de Metîna dibe, Garê dibe, Xinêre dibe eger gavekî jî bavêjin, guleyekê jî berdin; wê êdî ev bibe şer. Divê her kes vê bizane.
EM HER CURE ÎHTÎMALÊ DINIRXÎNIN
Bila PDK nehesibîne ez çi bikim wê ji min re bimîne. Hinek ji wan dibêjin PKK lewaz bûye, Tirkiye li gorî xwe diaxive. Bila tiştên berê were bîra wan. Berê jî dewleta Tirk ew bi vî rengî xapandin; çi bi serê wan hat. Divê PDK bi agir re nelîze.
Di aliyê dewleta Tirk de rewş li holê ye. Li gorî min wê ewqas zêde zêde hêza PDK’ê nebe. Ketin tiştekî, di wê rewşê de ne ku nekarin ji nava wî karî derkevin. Wê çawa derkevin? Zehmet e. Di dawiyê de dibe ku werin wê rewşê ku li hêzên cuda bigerin ku xwe ji nav derxînin. Divê mirov vê yekê jî wisa bibîne, lê xeter e. Bi taybetî gelê Başûr divê baş bibîne. Gelê me yê li Başûr, hemû Kurd jî divê bizanin ku eger nekarin vê yekê bikin, ew bi saya gerîlayên berxwedêr e ku li ser xeta fedayî bi lehengî li ber xwe didin. Eger derfetekê bibînin, wê bikin. Dixwazin bikin jî. PDK jî wê bike. Ji ber ku bi rastî PDK’ê sond xwariye ku PKK’ê tune bike. Bi hemû dijminên PKK’ê re dikeve nava her cûre têkîlî û tifaqê. Piştî wê jî dema PKK diaxive, dibêje “Li dijî min tê axaftin”. Pir baş e! Tu her tiştî bike, bikeve nava her cure xiyanet û hevkariyê, bila ti kes li dijî te tiştekî nebêje. Gelo PDK civaka Kurd, Kurdistanê çi dihesibîne? Divê ew jî rastiyê bibînin.
Rewş di vê çarçoveyê de ye. Em binêrin, em dişopînin. Yanî em her cure îhtîmalê dinirxînin. Em nabêjin, ew nabe û ev nabe. Em gelek tiştan dinirxînin. Dibe ku bixwazin çi bikin, em li ser disekinin. Em xwe jî li gorî wê amade dikin. Divê her kes jî bi vî rengî bike. Divê hemû gelê me yê welatparêz vê rastiyê bibîne û binirxîne. Divê em hem li dijî êrîşên bi vî rengî amade bin, hem jî bibînin û ji bîr nekin ku têkoşîn û berxwedana li dijî vê zihniyet û siyaseta mêtinger û qirker, di têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê de derbas dibe. Eger li dijî hevkarî û xiyanetê têkoşîn neyê kirin, zihniyet û siyaseta mêtinger û qirker têk naçe. Ev yek mîna goşt û neynokê ye. Em dibêjin eger em bi vî rengî bikin, em ê bi ser bikevin.
NEKARÎ DAGIRKERIYÊ BIKE, HER ROJ ÊRÎŞAN DIKE
Bi rastî jî piştî hilbijartinê rêveberiya Tayyîp Erdogan dest bi lêkolînê kir. Çû Astana. Hewl da ku ji wê eniyê piştgiriyê bistîne. Çû NATO’yê. Wî hewl da ji ser tevlêbûna Swêdê ya nav NATO’yê bazariyê bike û ji wir piştgiriyê werbigire. Ji bo êrîşa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêdetir piştgiriyê werbigire, ev tişt kir. Dixwest vî tiştî pêk bîne ku ev hêz ji bo ku PDK’ê bêtir tevlî nav şer bikin, teşwîqê bikin.
Ya duyemîn: Dixwest êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Lê di wê demê de tiştekî wisa bi dest nexist. Encama wan têkilî û xebatên dîplomatîk wiha bû. Heya niha êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşeke nû ya dagirkeriyê tê astengkirin. Paşê wî çi kir? Her roj êrîş dikir, êrîşa bi balafiran, êrîşên bi Balefirên Çekdar ên Bêmirov. Êrîş qet nesekinî, her roj topbaran kirin. Her roj li wesayîtan didin, her şev û roj lê didin. Metodeke wisa dan ber xwe.
Lê derket holê ku di nav re çeteyan rêxistin û teşwîq dike. Yekser nekarî dagirkeriyê bike. Ji bo ku di hundir de tevliheyan bike û bi çeteyan êrîşan bike, amadekarî kir, jixwe êrîşên hewayî jî didome. Ev tê dîtin.
Mirov ji çûna wan a Soçiyê re dikare bibêje ku li piştgiriyê digerin. Her dem bala xwe didin Îranê. Dibêjin wê Wezîrê Karê Derve biçe Îranê, dixwazin rewşa wir fêm bikin. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bûyer hene. QSD’ê ragihand ku di bin navê Operasyona Xurtkirina Asayîşê de dest bi xebat û têkoşînê kirine. Niha hinek derdor dibêjin; QSD’ê diyar kir ku li Dêrezorê şer û pevçûn hene, tê gotin ku hinek eşîr ketine, lê berê jî QSD’ê diyar kiribû ku wê li hemberî çeteyan têbikoşe, li dijî bermahiyên DAÎŞ’ê têbikoşe.
BIRATIYA KURD Û EREBAN PÊK TÊ
Li aliyê din artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayekî hemwext êrîşî Minbicê kirin. Li gundan zarok kuştin. Ger firsendekê bi dest bixin, wê hewl bidin dagirkeriyê zêdetir bikin. Haya wan ji hev heye.
Dewleta Tirk ne tenê li êrîşa dagirkeriyê digere, tenê bi êrîşên hewayî têr nabe. Îstîxbarata hundir, ajan, rêxistina çeteyan li her derê belav dike û hewl dide pêşiya her tiştî bigire û her kesî tahrîk bikin. Li pişt van hemûyan di serî de rêveberiya Tayyîp Erdogan heye. Ji ber ku rêveberiya Tayyîp Erdogan hem çeteyên DAIŞ’ê û hem jî hemû hêzên çete yên li Sûriyeyê destek kir, bila kes li cihekî din li sebebeke din negere. AKP-MHP’ê di asta herî jor de piştgirî da van hêzan. Niha jî berdewam dikin, ew xwediyê vê piştgiriyê ne.
Şoreşa azadiyê li wir geş dibe. Ji bo vê yekê bixeniqîne, Tayyîp Erdogan bi xwe jî piştî êrîşa Kobanê êrîşên plankirî pêk tîne. Li vir pergala neteweya demokratîk geş dibe. Ji bo astengkirina wê dixebitin. Têkiliyên Kurd û Ereban, dostanî û biratî pêş dikeve û xurt dibe; ji bo têkbirina têkiliyên Kurd û Ereban her tiştî dikin. Ew diqutifin. Ger Kurd û Ereb li ser xeta netewa demokratîk di çarçoveya azadiya xwe de bibin xwedî yekîiyeke demokratîk, wê ev êrîşên faşîzmê çawa pêk were? Wê çawa xwe bidin jiyîn? Wê nikaribin bidin jiyîn. Ji ber ku vî tiştî dibînin, diqutin. Cewhera meseleyê ev e.
DIVÊ RÊVEBERIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ LÎSTOKAN BIBÎNE
Li ser vê aliyê Dêrazorê planên cur be cur hene. Lêgerînên hêzên cur be cur jî hene. Hêzên global jî di nava vî karî de ne, hêzên herêmî jî. Çavkaniyên wan ên enerjiyê hene, xetên rêyên wan ên enerjiyê hene, kevana Şiî heye. Her kes li wir e. Qadeke şer e; divê mirov vê wisa bibîne.
Li aliyê din weke dîrokî bi rastî jî Dêrazor ji bo rêvebirinê qadeke zehmet e. Cihê sirgûnê yê Osmanî bû. Yanî komkujî jî li wir kir. Kî/ê hinekê muxalefet ji qesrê re kiriba, li dijî sekinî ba demildest dibir wê derê. Qadele bi vî rengî ye, komkirineke civakî ya bi vî rengî heye. Niha jî destê her kesê di nav de ye. Tahrîk gelek in. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê hîn sakîntir nêz bibe. Divê hewl bide ku bûyeran hîn baştir fêm bike, teqez neyê tahrîkan, lîstokan bibîne û li dijî vê yekê bi baldar û bi hestiyar be. Lîstok hene lê helbet divê tedbîrên wê bigire û têkoşîna xwe jî bike. Têkildarî vê yekê divê tam serweriyek hebe.
EZ BANG LI GELÊ EREB DIKIM, EM HÊZÊN XWE BIKIN YEK
Ez ji vir dixwazim bang li civaka Ereb û eşîretên wan bikim. Pêşketina herî mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşketina netewa demokratîk e. Me li vir dît ku gelek çêkerên etnîk ên cuda li ser bingehê azadiyên xwe, çawa xwe rêxistin kirin û yekîtiya demokratîk, xwişk û biratî ava kirin. Ev rewşekî gelek girîng bû, rewşeke dîrokî bû. Xeta netewa demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistî îspat kiriye ku ji bo me hemûyan û ji bo her kesê rêya azadî, demokrasî û rizgariyê ye. Em vê hîn rasttir fêm bikin. Hîn zêdetir xwedî lê derkevin. Em neyên tahrîkan. Nekevin nava hesabên hêsan û sivik. Yên tahrîk dikin, gelek in. Yên li dijî pêşketina tifaqa Kurd-Ereb û ditirsin gelek in. Yên bixwazin vê xera bikin, gelek in. Mirov rêveberiya Tayyîp Erdogan û tiştên bi wî rengî baş fêm bike.
Em vê qada azadiyê biparêzin ku zêdeyî deh hezar şehîd lê hatin dayîn, li ser bingehê şerê li dijî DAÎŞ’ê û têkbirina wê de derket holê û hat pêşxistin. Ji bo pêşxistina vê em bixebitin, nîqaş bikin, biaxivin û hêzên xwe bikin yek. Ya rast ev e. Tişta afirêner ev e. Em bawer dikin ku pêşketin wê li ser vî esasî çêbibin. Di serî de rêveberî her kes hîn rasttir fêm bike, nêz bibe û lîstokên bi vî rengî hemûyan têk bibe.
NE ROJA AŞTIYÊ YE, ROJA ŞER E
Dema ku hinekan digot em ê çalakiyên aştiyê bikin, rêveberiya Tayyîp Erdogan di heman rojê de êrîşên xwe zêde kir. Ji Asosê heta Qendîl û her aliyê Behdînanê, li Bakur bi heman rengî û heta Rojava û Minbicê êrîş kir. 1’ê Îlonê ne roja aştiyê ye. 1’ê Îlonê roja ku faşîzma Hîtler êrîşî Polonyayê kiriye ye. Yanî roja destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn e. Di rastiyê de roja şer e. Faşîstên roja me jî êrîş dikin. Di rastiyê de li gorî wê rojê tevdigere. Em ji vir jî dibînin ku dewama Hîtler a roja me ye. Ev jî rewşeke vekirî û tê fêmkirin e. Li aliyê din ji aliyê Kurdên me heta ji aliyê hêzên demokratîk ve, mirov dikare çiqas qala aştiyê bike? Parêzerek Ewropayî bi eşkere got, heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, bê wate ye ku mirov qala aştiyê bike. Yanî ew tişt kirin, ev tişt kirin ne, qala aştiyê kirin jî şaş e. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Kîjan aştî? Aştiya çi? Ev qas êrîş hene. Niha ji wî alî ve divê mirov tiştên diqewime rast fêm bike. Dema em ji vir lê dinêrin bi rastî jî li Amedê mîtînga aştiyê kirin çiqas pêwîst û bi watedar bû? Mirov dikare binirxîne. Ji ber ku Kurd şer nakin, êrîş nakin. Lê di bin agirê şerekî de ne. Di bin êrîşên komkujî û qirkirinê de ne. Rû bi rûyê êrîşeke bi vî rengî dimînin. Bi rastî jî şerek li holê tune ye. Rêveberiya Tifaqa Komarê û Tayyîp Erdogan ji bo tasfiyekirina gerîla, PKK’ê û li ser vî bingehî ji bo qirkirina Kurdan temam bike êrîşên qirker ên faşîst dimeşîne û komkujiyan dike.
YÊN DI 1’ÎLONÊ DE DERKETIN KOLANAN, BILA DI 15’Ê TEBAXÊ DE DERKETIBANA
Li dijî vê yekê Kurd li ber xwe didin, di rewşa berxwedanê de ne. Tê xwestin ku werin tunekirin û li dijî êrîşa tunekirinê di rewşa berxwedanê de ne. Cuda dikarin çi bikin? Wê demê divê mirov vê berxwedanê dane holê. Amedî ne aliyên êrîşkar in ku em bêjin êrîş nekin û nesîheta aştiyê li cihekî bikin. Kî/ê êrîş dike, li ku derê êrîş dike, ev êrîş li ser navê kî/ê tên kirin, divê mirov wan nesîhetan li wan bike. Bila li Enqereyê, li Îzmîrê û li Stenbolê bikin… Dikin lê eger hîn zêdetir bikin, wê hîn watedartir bibe. Ji ber ku ev êrîş li ser wî bingehî tên kirin. Ez dixwazim vê yekê bînim ziman; aştî tê xwestin, xwedî li 1’ê Îlonê tê derketin lê yên di 1’ê Îlonê de derketin kolanan, me xwest ku di 15’ê Tebaxê de jî derketiban. Bila ketina sala 40’emîn a Pêngava 1984’ê pîroz kiriban, silav kiribûna. Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an yek ji çalakiyên azadî û demokrasiyê ya herî bi wate ya mirovahiyê ye. Di vê wateyê de çalakiyeke aştiyê jî ye. Ev ne tenê di gotinê de, di pratîkê de jî wisan bû. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê dewleta Tirk kesek bi darve kir. Piştî wê nekarî ti kesê bi darve bike, neçar ma ku darvekirinê ji Destûra Bingehîn derxîne. Vê pêngavê evqas xizmet ji aştiyê re kir. Bi gotina 'ev gerîla ye, şer e' biçûkxistina vê çalakiyê bi kêr nayê, nêzîkatiyeke bi vî rengî encamekê bi dest naxe. Divê em di aliyê gotinên xwe de bi baldar bin.
Em tên salvegera 12’ê Îlonê. Vê berxwedana gerîla, Pêngava 15’ê Tebaxê, derbeya leşkerî ya faşîst 12’ê Îlonê pûç kir. Kir ku şûna mirov bên darvekirin û kuştin, mirov ji girtîgehan bi saxî derkevin, êşkence kêm kir û teamulên demokratîk pêş xist. Li aliyê din 15’ê Îlonê heye. Salvegera êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê. Roja ku êrîşa li ser Kobanê dest pê kirî. Yên li Kobanê têkçûna DAÎŞ’ê dan destpêkirin, gerîlayên ku Pêngava 15’ê Tebaxê derxistîn holê bûn. Mirovahî ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Bi rastî jî divê mirov rast fêm bike û rast xwedî lê derkeve. Divê mirov her tiştê rast bide nasandin. Dema mirov bi vî rengî lê dinêre hinek nêzîkatiyên ku ne li gorî rewşa şênber û rastiyê hene. Divê mirov van derbas bike.
DIVÊ EM ŞER BIKIN
Ez dikarim vê ji gelê me re, ji gelên Tirkiyeyê re bêjim. Ji Kurdistan û ji rastiya Kurdan re ez dikarim vê bibêjim. Em di bin îmha û qirkirineke giran de ne. Me ev tişt neda destpêkirin, bi Peymana Lozanê re hate destpêkirin. Siyaseta dinyayê jî di nav vî tiştî de ye. Dewlet vê dimeşîne. Me êrîşên dawî neda destpêkirin. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de heftê balafiran êrîşî me kirin. Di 25’ê Nîsana 2015’an de rêveberiya Tayyîp Erdogan maseya Îmraliyê hilweşand. Rêber Apo jî got, rêveberiya Tayyîp Erdogan ev êrîş daye destpêkirin. Li dijî hebûna me ya azad in û dixwazin azadiya me tune bikin. Em di bin êrîşa îmhayê de ne. Divê em li hemberî vê yekê bin. Divê em şer bikin. Divê em bi zimanekî ku jê fêm dike li dijmin bixin. Tu rêyeke din a vî tiştî tune. Tu çareseriyeke din tune. Divê ev rastî baş were naskirin û zanîn. Tiştek ji ber me pêk nehatiye. Lê ji bo me tune bikin êrîşek heye. Em ê çi bikin? Em ê serî netewînin. Ma em ê li hemberî wan bêtevger bisekinin? Dema hinek li me bidin em ê bibêjin ez aştiyê dixwazim? Heke em wisa bibêjin wê êrîş bisekine?
CIWANÊN APOYÎ CIWANÊN ŞER IN, CIWANÊN BERXWEDANÊ NE
Em ê şer bikin. Di vî warî de divê rastî baş bên dîtin, gelê me jî baş bibîne. Divê em van êrîşan bişkînin. Divê em li dijî vê êrîşê şer bikin. Divê em bi her awayî li dijî vê têkoşînê derkevin. 40 sal in heke gerîla tunebûya wê tiştek pêk nehata. Li Zap û Avaşînê di wan tunelan de bi mehan li ber xwe dan ku tu mirov nikare berxwedaneke wisa bike. Heke ev gerîlatiya berxwedêr tunebûya wê Kurdbûn jî tune bûya. Ev rastiyeke wisa ye. Di vê berxwedanê de her tişt diqewime, her tişt bi vê berxwedanê tê afirandin û qezenckirin. Li ser navê Kurdayetiyê, li ser navê azadiyê, li ser navê mirovahiyê, li ser navê azadiya jinê... Wê demê divê ev rastî baş bê dîtin. Divê dev ji gotinê hamasetê wer eberdan û xwedî li gerîla were derketin. Divê xwedî li berxwedana gerîla were derketin, were parastin û baş li bîra wateyê ya gerîla were nihêrtin. Bi tirs û xofê mirov nikare bigihêje cihekî. Ez bang li ciwanên Kurd û ciwanên Apoyî dikim. Ciwanên Apoyî ciwanên şer, ciwanên berxwedêr, ciwanên têkoşîna azadiyê ne. Ji ber vê nabe ku tiştekî din be. Kî çi dibêje em nizanin lê em PKK bi tarza gerîla li hemberî vî şerê faşîst, mêtinger û qirker şer dikin.
Stratejiya me şer e. Em mecbûr in. Lê bi vê yekê em hene û em bi ser dikevin. Em Kurdayetiyê bi vî awayî diafirînin. Ji ber vê yekê divê rêya ciwanan ev be. Divê ciwan vê rastiyê baş bibînin, zêdetir xwedî li vê têkoşînê derkevin, zêdetir beşdar bibin û baş nas bikin. Him ji bo rastiya me ya partiyê, him jî ji bo rastiya me ya gerîla divê berê xwe bide gerîla û Zapê, divê berê xwe bide Herêmên Parastinê yên Medyayê û qadên gerîla.
BÊYÎ ŞER, AŞTÎ WÊ JI KU DERÊ WERE?
Eger nikare xwe bigihîne van deran bila biçe Dêrazorê, tevlî şerê li dijî DAÎŞ’ê bibe. Lê li dijî paşverûtiya AKP, MHP, DAÎŞ û PDK, tifaqa kontrayê bi berxwedanê, şerkirinê û tarzê gerîla têkoşînkirinê encex em dikarin bi ser bikevin. Em neçar in ku bi vî rengî bikin û bi ser bikevin. Ciwanên Kurd bi taybetî divê vê rastiyê baş bizane. Dibe ku hin kesên din gotinên cuda bibêjin. Li dijî şerê taybet, mirov encex dikare bi şerê şoreşgerî tevbigere. Wê demê divê em bibin hêza şerê şoreşger. Divê em berê xwe bidin çalakiya şerê şoreşger. Hin kesên din çi dibêjin, me eleqeder nake. Her kes tişta dizane dike lê eger bibin ciwanên Apoyî, PKK’ê û gerîla esas digirin xeta wan ev e. Divê li ser vî bingehî têbikoşin.
Rêber Apo carekê ev tişt got, “Hûn dibêjin aştî û aştî, lê ji bo aştiyê şerkirin şerê herî giran e. Ev yek bi şer dibe.” Wê demê eger dixwazin aştiyê qezenc bikin, rêya vê di azadî û demokrasiyê re derbas dibe. Fermandara mezin a berxwedana Şirnexê hebû, hevrê Zeryan; got, “Bila aştiya we ji we re be, em azadiya xwe dixwazin.” Bêyî azadî, bêyî demokrasî, bêyî rizgarî û bêyî şerê ku vê yekê pêk bîne, wê aştî ji ku derê were? Em tenê bi gotinê nikarin bi dest bixin. Wê demê divê em rastiyan hîn baştir bibînin, hîn zêdetir xwedî li vê têkoşîna azadiyê derkevin. Bi taybetî ez bang li ciwanan dikim ku di vî demî de tevlî nava refên gerîla bibin, li her qadê li dijî van êrîşên faşîst ên AKP-MHP’ê şerê şoreşgerî bi hêza xwe rêxistin bikin û hîn zêdetir pêş bixin.
JI MIHRÎCANÊ RE PEYAM
Ev mihrîcanek girîng e. Ji 92’an ve didome, her sal tê kirin. Nûneriya civaka netewa Kurd a li Ewropayê dike. Di vî warî de bi wate ye. Li aliyê din em vê bizanin; êrîşên leşkerî tê kirin, digire, êşkence dike, qetil dike û zilmê dike. Evane hemû ji bo bi serxistina qirkirina çandî ye. Dixwaze beşek ji Kurdan tune bike û yên mayî asîmîle bike û bike Tirk. Ji bo vê yekê li kêleka vê zexta ekonomîk, zexta leşkerî, zexta polîsan herî zêde êrîşa çandî dimeşîne. Bişaftina ziman, bişaftina çand û bişaftina dîrokê pêş dixe. Vê yekê bi propaganda, huner û wêjeyê dike. Têkildarî vê yekê êrîşeke pir zêde heye.
Di vî alî de gelek girîng e ku mihrîcanên çanda Kurdî bên kirin, merasîmên çandî bên pêşxistin û xebatên çandî bên meşandin. Pêşxistina wêje, huner û zimanê Kurdî gelek girîng e. Lê divê mirov vê yekê li gel têkoşîna azadiyê bike, bi nirxên gerîla re bibe yek û wisan bike. Encex bi vî rengî wê bi watedar be. Ji vî alî ve merasîmên çandî girîng û bi wate ne. Lê ez dixwazim wê yekê bi vê wesîleyê rexne bikim. Di rastiyê de hinek rexneyên me ji bo gelê me yê li Ewropayê jî çêbû. Dîsa jî divê em lê zêde bikin.
DIVÊ HER ROJ LI EWROPAYÊ MERASÎMÊN ÇANDÎ HEBIN
Salê bi mihrîcanekê nabe. Ev yek bi xebatên çandî yên yek rojî, çend rojan nabe. Divê her roj li Ewropayê merasîmên çandî hebin. Mihrîcanek çandî di asta Neteweyî de, dikare di çend mehan carekê yan jî salê carekê were kirin. Lê divê li herêmekê, li sê herêman, li pênc herêman merasîmên çandî her tim hebin. Divê her roj hebin, her roj teqez divê li çend herêman hebin. Berê bi vî rengî bû. Di Newrozê de bi vî rengî bû. Herî kêm 2-3 mehan dihat pîrozkirin. 15’ê Tebaxan dihatin pîrozkirin. 27’ê Mijdaran dihatin pîrozkirin. Di rastiyê de li Ewropayê her roj herî kêm li 3-4 cihan merasîmên çandî hebûn. Hunermend dibeziyan van merasîman. Yanî hunermendiya hunermendên Kurd di van merasîman de pêş diket. Rêber Apo ev yek pêş xist. Tarzê Rêber Apo bû. Niha ev merasîm hatine rawestandin. Pir kêm tên kirin. hunermend naxebitin. Hunermend li qad û komeleyan bi civakê re rû bi rû nayên ba hev! Navê wê komeleya çandê ye lê xebatên çandî nayên kirin. Di rastiyê de zarok bi çand û zimanên xwe li van deran dihatin perwerdekirin. Tê dîtin ku sîstema ku Rêber Apo pêş xistî, hinekî hatiye guhertin. Divê mirov dîsa vegere tarz û sîstema Rêber Apo ya berê. Divê wê yekê jî pêş bixin. Ji derveyî wê nabe.
Hem tu dê bibî endamê gelekê ku di bin qirkirinê de, hem jî li dervey welêt tu dê nava civakên cuda de bî û tu dê bi çanda Kurdî re bimînî. Ev ne pêkan e. Encex eger di nava sekneke çandî ya bi vî rengî û xebatê de be, ev yek wê were serxistin. Nexasim civaka Kurd a li Ewropayê, dibe tovikê netewbûna demokratîk a Kurd. Ev yek bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ava bû. Li ser bingehê xwedî derketina li 15’ê Tebaxê ava bû. Me ruh, zanist û îradeya wê ji 15’ê Tebaxê wergirt. rêxistinbûna wê ji partî û Rêber Apo wergirt. Wê demê divê em van dîsa bigirin, hîn zêdetir belav bikin, pêş bixin û merasîmên çandî bikin parçeyekî xebatên xwe yên girseyî yên cuda û parçeyekî jiyana rojane.
Bi vê wesîleyê me xwest van bi vî rengî bînin ziman. Ez mihrîcana ku di 9’ê Îlonê de were kirin jî pîroz dikim. Ji niha ve li ser navê rêveberiya me ya partiyê serkeftinên hêja dixwazim. Her kesê ku tevlî mihrîcanê bûyî, bi rêzdarî silav dikim. Spasiya her kesê ku wê merasîmê nîşan dide û bikeve nava hewldanan, dikim. Ji hunermend û kedkarên din re jî dibêjin ku em di mihrîcanên hîn zêdetir de bibin yek.