Çalakiyên tolhildanê yên gerîla: 3 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo hilanîna tola şehîdên Xerzanê çalakî lidar xistin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, mobesseyeke termal hate îmhakirin, derb li 14 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çalakiyên xurt û berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî cidî ji aliyê taktîkî ve xitimî ye. Artêşa dagirker bi teknîka xwe ya şer her roj bi dehan caran bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê belê nikare ti encamê bi dest bixe. Her wiha di encama çalakiyên gerîla de jî gelek kuştiyan dide. Herî dawî kuştiyên xwe yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji raya giştî veşart û tenê li cezakirina leşkerekî mikur hat. Lê belê cenazeyên 2 leşkerên dagirker ên bi navê Denîz û Unal hîn jî li Qada Berxwedanê di bin kontrola hêzên me de ne. Bi vê çalakiya serketî careke din ispat bû ku artêşa dagirker û medya şerê taybet a Tirk rastiyan ji raya giştî vedişêrin û derewan dike.

Li hemberî dewleta Tirk a dagirker ku li her qadê bêperwa bûye û ji mirovahiyê bêpar maye, çalakiyên hêzên me bênavber dewam dikin. Hêzên me ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin derbên giran li dijminê dagirker dixin, li Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê di encama çalakiyan de 3 dagirker ceza kirin, sîstemeke kamera mobesse ya termal îmha kirin û derb li 14 çeperan xistin.

Çalakî di şexsê hevrêyê me Şehîd Tolhildan Tekman de ji bo hilanîna tola şehîdên me yên Xerzanê hate kirin."

HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:

'CENAZEYÊN DAGIRKERAN HÎN JÎ DI BIN KONTROLA GERÎLA DE NE'

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di daxuyaniya xwe ya 5'ê Îlonê de me ragihandibûn ku cenazeyên 4 dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin cezakirin, di bin kontrola hêzên me de ne. Cenaze hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne û nasnameya 2 dagirkeran ên hatin cezakirin, hate tespîtkirin. Hate tespîtkirin ku navê dagirkerên hatine cezakirin Denîz û Unal e. Artêşa Tirk tenê li cezakirina leşker Unal Sîpahî mikur hat, lê belê kuştiyên xwe yên din eşkere nekir. Cenazeyên dagirkerên bi navê Denîz û Unal hîn jî li Qada Berxwedanê ne û di bin kontrola hêzên me de ne.

5'ê Îlonê saet di 09:15 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Îlonê saet di 09:30, 13:20, 17:20 û 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 4 çeperan hate xistin.

5'ê Îlonê saet di 15:20 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Îlonê saet di 18:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

6'ê Îlonê saet di 07:15, 09:15, 17:40, 18:00 û 23:55'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 5 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

6'ê Îlonê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

6'ê Îlonê saet di navbera 21:00 û 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên giran dest li helîkoptera Skorsky hate werdan ku hewl dida hêzên xwe li qadê dayne.

7'ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Zapê;

7'ê Îlonê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê sîstemeke kamera ya mobesse ya termal a dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

Li herêma Metînayê;

7'ê Îlonê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bi pêş ve biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

5 û 6'ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran, li Metînayê qadên Gundê Dergelê, Gundê Şêlazê û Golka 4 caran, li Garê qadên Gundê Gûzê û Heftebaxê 2 caran, li Qendîlê qada Bobrîska carekê bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5 û 6'ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi helîkopteran hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."