PJAK û KODAR'ê salvegera serhildana li rojhilatê Kurdistanê silav kir

PJAK û KODAR’ê di salvegera yekemîn a serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê şoreşa çandî û zihnî ya hemû civaka Îranê ye."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di salvegera yekemîn serhildana li rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar weşand û serhildana bi şîara ‘Jin, jiyan, azadî’ hate kirin silav kir.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hate diyarkirin:

“Destpêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê di 16’ê Îlona 2022'yan de bi mebesta şermezarkirina şehîdkirina Jîna Emîniyê, tevî hemû aliyên xwe yên siyasî, civakî û aboriyê şoreşeke mezin bû. Ev şoreş bi hatina gelê me ya ser kolanan û li ser bingeha dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ gihîşte lûtkeyê. Em îro li ber berbanga yekemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadiyê ne. Di wexta serhildan û raperîna şoreşgeran de gelek ciwan ji bo gihîştîna armancên şoreşê yên bilind canên xwe feda kirin û gelek ji wan hatin birîndarkirin, gelek ji wan hatin destgîrkirin, êşkence li wan hate kirin û hatin daliqandin. Şîn ket nav gelek malan. Em wek PJAK û KODAR Li ser pîrozkirina destkeftiyên şoreşê yên girîng yekemîn salvegera vê şoreşê li hemû gelan û neteweyên Îranê, li hemû malbatên şehîdan û birîndaran, li hemû azadîxwaz û demokrasîxwazan bi taybetî li jinan û li wan mêran ku xetîreya şoreşê pêxistî hiştin, pîroz dikin û bi rêzdarî şehîdan bi bîr tînin.

BI PÊŞENGIYA JINÊN AZADÎXWAZ WÊ EV ŞOREŞ BI SER BIKEVE

Pêleke şoreşeke çandî û zihnî ku di encama raperîna şoreşgerane ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê de hatiye meydanê, li ser bingeha azadiya jinan e. Wekheviya jin û mêran, têkoşîna li dijî nijadperestiyê, bi taybetî têkoşîna li dijî siyaseta desthilatdariya dijejin a Îranê prensîbên vê şoreşê yên bingehîn bûn. Gotina wê tevgera şoreşger ew e ku azadiya civakê bi rêya azadiya jinan pêk tê. Ji hemû kolanan hawara wekheviya jin û mêran wek mafekî bingehîn û siruştî tê. Tevî hemû aliyên wê yên siyasî, civakî, zihnî, aborî û îdarî, pêwîst e hebûn û pirsgirêka jinan wek diyardeyekê lê bê nêrîn û di hemû waran de rêz li îrade û serxwebûna jinan bê girtin. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê pişta xwe dide îrade û hêza guhertinê ya jinan. Lewma di hemû qadên jiyanê de guherîneke bingehîn pêk aniye û civakê jî hembêza xwe jê re vekiriye. Ji ber ku desthilatdarî û cudakariyê qebûl nake. Jinan îsbat kiriye ku ew ê hemû gel û çînên Îranê yên cuda bikin yek. Ji ber vê çendê bûn sedema zelalbûna armancan û destkeftiyên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê diparêzin. Bêguman, bi pêşengiya jinên azadîxwaz, ev şoreş wê bi ser bikeve û bigihîje armancên xwe. Yek ji prensîb û destkeftiyên vê şoreşê pêkanîna lihevnêzîkbûn û yekitiya navbera gelan e. Kolanan ew yek îsbat kir ku hemû gel ango Kurd, Belûç, Faris, Azerî, Ereb, Gîlek, Mazenî û gelên din pêkhateyên vê şoreşê yên jêneger in. Ew lihevnêzîkbûna ku di raperînê de çêbû, îsbat kir ku dikare bibe haveynê sereke ji bo gihîştina bi armancên şoreşê û guherîna bingehîn di demokratîkkirina Îranê de. Di roja îro de ew taybetmendiya wê tevgerê bi beşdariya berfireh a hemû çînên neteweyên pirreng kamil bûye û berdewam bi beşdariya rêxistinên jinan, gencan û bi rêxistinên pîşeyî yên mamoste, karker û malnişînan, bi meşên rojên îniyê yên bajarê Zahîdanê, hewldanên nivîskar û rewşenbîran û hewldanên mamosteyên zanîngeh û dibistanan bi taybetî hewldanên hunermendan ên afirînerane û berxwedana girtiyên siyasî çavkaniya şoreşê zindî hiştiye. Para ayînên wekî Yarsanî jî di şoreşê de mezin e. Kolanan got ku dijejinî, dijeneteweyî, dijeekolojî û dijecivakîbûn nikare bi ser bikeve. Ew fikira azad wek manîfestoya şoreşa gelan a demokratîk hatiye qebûlkirin û pêwîst e bê parastin.

ÎRANEKE DEMOKRATÎK Û KURDISTANEKE AZAD BI YEKÎTIYA GELAN DIKARE PÊK WERE

Bêguman Îraneke demokratîk û Kurdistaneke azad di bin siya yekîtiya gelan de pêk tê û bi ser dikeve. Bêguman di bingeha şoreşa Îranê de girîngiya pirsgirêkên gelên bindest û zilmlêbûyî, bi taybetî pirsgirêka Kurd di rêza yekem de ye. Yek ji sedemên serekî yên serhildana qeyranên Îranê yên malwêranker, mijara zilma li hember neteweyan e. Gelê Kurd yek ji wan gelan e ku ji vê zilmê para mezin ber wî ketiye. Ji ber vê yekê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkkirina Îranê û azadiya gelên din jî pêk nayê. Stûna sereke ya şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê li Îranê gelê Kurd e ku bi pêşengiya xwe ya di vê şoreşê de ji hemû Îranê re xizmet kiriye. Qebûlkirina hemû mafên gel li ser bingeha prensîbên azadî û demokrasiyê pêwîstiya sereke ya şoreşê ye û li hember faşîzm û şovenîzmê têkoşîneke bênavber pêwîst e. Bêguman di heman dema şoreşê de hêzên gerîla bi rêxistinkirina xwe ya pêşkeftî û di çarçoveya PJAK û KODAR'ê de hêza parastina rewa ya gel û şoreşa gelê me ye û ji tu fedakarî û fedayîbûnekê nabizde.

RÊXISTINKIRINA CIVAKÊ YEK JI PÊWISTIYÊN SEREKE YÊN TÊKOŞÎNA CIVAKÎ YE

Di berdewamiya şoreşê de rêxistinbûn û rêxistinkirina civakê yek ji pêwîstiyên sereke yên têkoşîna civakî ye. Şoreşê kariye bingeha hebûna wê sîstema serkutker bilerzîne. Lewma siyasetên serkutker ên vê desthilatdariyê bi rêbazên wekî destgîrkirin, îşkence û sêdareyê nagihîjin tu encamekê. Bi boneya yekemîn salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê, domandina şoreşê erkeke exlaqî, siyasî û rewşenbîrî ye. Em wek PJAK û KODAR bi boneya yekemîn salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê û bi beşdariya partiyên rojhilatê Kurdistanê me li ser wê yekê li hev kir û roja çarşemî 6'ê Cotmehê ji raya giştî re hate ragihandin, em bang li hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê dikin ji bo wê kampanyaya ku li jêr hatiye destnîşankirin.

BANGA JI BO KAMPANYAYÊ

1. Em bang li gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê dikin ji bo greva giştî û girtina hemû bazar û cihên kar; û di vê çarçoveyê em bang li hemû gelên Îranê dikin ku beşdarî greva giştî bibin.

2. Em bang li hemû gelan bi taybetî li gelê Kurd dikin ku di 16’ê Îlonê de li ser hemû qebrên şehîdên şoreşê amade bin. Di yekemîn salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê de em vê sîstema faşîst, dijejin û qirker bi tundî şermezar dikin û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bêguman azadî û demokrasî ji bo hemû civakên Îran û rojhilatê Kurdistanê bi hatina ser meydanan û bi derxistina deng pêk tê. Em ji bo têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên azadîxwaz piştgiriya xwe tînin ziman. Bi vê boneyê em daxwazê ji hemû jin, ciwan, ronakbîr, mamoste, karker, xwendekar, rêxistinên pîşeyî û sivîl, rêxistinên mafên mirovan û jîngehparêziyê, nivîskar, hunermend û hemû çînên nav Îran û rojhilatê Kurdistanê û li derveyî welat jî bi taybetî li Ewrûpayê dikin ku di roja 16’ê Îlonê de li hemû qadan amade bin.

Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê şoreşa çandî û zihnî ya hemû civaka Îranê ye. Xebat û têkoşîna li hember sîstema Îranê ya serkutker  û faşîst erka her kesî ye û amadebûna li qadan rêya azadî û demokrasiyê vedike. Azadiya gelê Kurd azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne.”