Dewleta Tirk li Şirnexê dixwaze hejmara cerdevanan zêde bike

Dewleta Tirk li Şirnexê sê sal in di qirkirina xwezayê û êrîşên dagirker de cerdevanan bi kar tîne. Dewleta Tirk wê li Şirnexê 600 cerdevanan bistîne.

Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Şirnexê daxuyaniyek da û diyar kir Şirnex û navçeya Basa 100 jê bi dildarî wê 600 cerdevanan bistînin.

Cerdevanên li Şirnexê bi taybetî di sê salên dawîn de cerdevanan di qirkirina xwezaya Besta, Çilê Nimêja, Gebar û Cûdiyê bi kar tîne. Cerdevanên ku di bin kontrola leşkeran de bi deh hezaran dar birîne, ev daran li kamyonan bar dikin û li bajarên cihê difiroşin..

Cerdevan du sal in di êrîşên dagirkeriyê yên bi piştgiriya PDK’ê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê de tê kirin jî, di pêş de cih digirin. Ji Şirnex û navçeyên wê bi sedan cerdevan tevlî van êrîşan dibin. Dema ku cerdevan naxwazin tevlî van operasyonan bibin jî çekên wan tên desteserkirin.