Boz: Gef li xebatkaran hate xwarin ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz nerazîbûn nîşan da ku Walîtiya Mûşê tevlîbûna li pîrozbahiyên li Milazgirê li mirovan ferz kiriye û got, "Budçe ji bo desthilatdariyê hatiye bikaranîn û gef li xebatkaran hatiye xwarin."

Eşkere bû ku Walîtiya Mûşê li xebatkarên Midûriyeta Herêma 113'an a Rêyên Bejahî ferz kiriye ku tevlî pîrozbahiyên 26'ê Tebaxê yên li Milazgirê bibin. Hate ragihandin ku personelên tevlî pîrozbahiyê nebin wê 'ji her cûre bûyerên neyînî yên rû bidin' berpirsyar bin û ji personelan hate xwestin ku bi wêneyan nîşan bidin ku tevlî bûne.

Parlamentera Mûşê ya Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz li ser zexta walîtiyê ji ANF'ê re axivî.

Sumeyye Boz diyar kir ku şêniyên herêmê belgeya Walîtiyê ya ji bo ferzkirina tevlîbûna li pîrozbahiyê gihandiye wan û got, "Beriya her tiştî me ji Wezareta Karên Hundir pirsî bê haya xwe ji pêkanîneke bi vî rengî heye yan na. Me pirsî ku ferman a wan e yan na, neçarhiştina tevlîbûnê çi ber çi ye. Xala çaremîn a belgeyê mîna gefxwarinê ye. Gef li mirovan tê xwarin ku eger tevlî pîrozbahiyê nebe wê bêkar bêne hiştin."

Sumeyye Boz ragihand ku mijareke din a li ser belgeya navborî ew e ku budçeya ji bo raya giştî bê bikaranîn, ji aliyê desthilatdariya siyasî ve ji bo pîrozbahiyê hatiye veqetandin û bi bîr xist ku hem walîtiyê hem jî şaredariya Mûşê wesayitên saziyan ji bo van pîrozbahiyan bi kar anîne û derfetên xwe yên madî ji bo vê pîrozbahiyê seferber kirine.

Sumeyye Boz got, "Zordarî ye ku li ser personelan bê ferzkirin ku tevlî pîrozbahiyê bibe, tevlîbûna xwe jî bi wêneyan bi belge bike û bi rengekî sergirtî gefa derxistina personelan ji kar bê xwarin. Em ê pêşnûme ya xwe ya ku me dane meclîsê bişopînin. Em lêkolîna xwe ya li ser zexta li personelan dewam dikin. Agahiyên di vê der barê de bigihêjin ber destê me em ê bi gelê xwe re parve bikin."