Cenazeyên du gerîlayên li Cîloyê bûn şehîd, radestê malbatên wan hatin kirin

Cenazeyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Botan Êrîş (Mahmût Tekîn) û Rêvan Sirûc (Peyam Demîr) ku 29’ê Adara sala 2023’yan li Cîloyê bûn şehîd, pênc meh bi şûn de radestê malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Botan Êrîş (Mahmût Tekîn) û Rêvan Sirûc (Peyam Demîr) ku 29’ê Adara sala 2023’yan di şerê li dijî artêşa Tirk de li Alantosa li ser herêma Cîlo ya Colemêrgê bûn şehîd, pênc meh bi şûn de radestê malbatên wan kirin.  

Malbat îro çûn Colemêrgê û cenaze ji goristana bêkesan a li Serê Solan derxistin û ber bi cih û warê xwe ve bi rê ketin.

Cenazeyê Botan Êrîş wê li Goristana Seyrantepe ya Bismil a navçeya Amedê, cenazeyê Rêvan Sirûc jî wê li goristana li gundê Buyukyolcûlar ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê bê veşartin.