Avci: Qeyûm ji tirsa hilbijartinê bajêr difiroşe!

Hevşaredar Mûstafa Avci ku erka wî hate desteserkirin, diyar kir ku qeyûm ji tirsa hilbijartinê hemû malên mayinde yên şaredariyê difiroşe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk li ser mijara firotina malên mayinde yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi destê qeyûmê talanker, li avahiya HDP'ê ya Bajêr daxuyaniyek dan. Di civîna çapemeniyê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci axivî ku erka wî hatiye desteserkirin.

Avci diyar kir ku temenê rejîma qeyûm a duyemîn li ber qedandinê ye û got, "Beşek ji malên mayinde yên şaredariyê bi biryara meclîsa şaredariyê pêşkêşî firotinê kiriye, dixwaze beşekê jî bêberdêl radestî saziyên alîgirê xwe bike." Avci anî ziman ku derdê qeyûm bajar û şêniyên bajêr nîne û got, "Qeyûmê li Wanê bajar pêşkêşî firotinê kiriye."

Avci lîsteya malên şaredariyê yên mayinde yên ku qeyûm ew pêşkêşî firotinê kiriye, xwend.