Li Binarê Qendîlê şivanek hat qetilkirin

Li zozanên Binarê Qendîlê pasdarên Îranê êrîşî çend şivananên li ber pez bûn kirin û di encamê de şivanek hat qetilkirin, du jî birîndar bûn.

Danê sibehê pasdarên Îranê li zozanên Binarê Qendîlê êrîşî 3 şivanên li ber pez bûn kirine. Li gorî agahiyan di encama êrîşê de şivanek bi navê Hemed Xidir yê xelkê gundê Rezge ya ser bi bajarokê Jarewa ya ser bi Herêma Pişder ya girêdayî Silêmaniyê, hatiye qetilkirin.

Li gorî heman agahiyan du şivanên din ên bi Hemed Xidir re jî birîndar bûne. Hat zanîn ku cenazeyê Xidir li aliyê rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin û xizmên wî ji bo wergirtina cenaze berê xwe dana Îranê.