Goreke komî ya din li Tilizêrê hat vekirin

Goreke komî ya din a ji ber qetlîama DAÎŞ’ê ya sala 2014’an mayî, hat vekirin. Êzidî ji cezanebûna kujeran û derketina qanûneke efûyê bi fikar in.

Malbatên xizmên wan di fermanê de winda bûne, diyar kir ku ne ji xemsariya Iraqê bûye we niha wê gorên bi komî nebûna û niha bi biryara efûyê dixwazin kujeran berdin û got: ‘’Em nahêlin ev biryar pêk bê û me divê heqê me bê dayîn.’’

Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de di encama serdegirtina çeteyên DAIŞ’ê ya ser cih û warê Êzîdiyan, qetilkirin û talankirina gundan de bi hezara kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî dîl ketin dest. Bajarokê Tilizêr jî yek ji wan deveran e ku lê komkujiyên mezin hatin kirin û gorên komî lê hene.  

Duh li bajarokê Tilizêrê bi rê û resmên olî û bi amade bûna qewalan ve goreke komîn hate vekirin.

Yek ji malbatên 8 xizmên wê di fermanê de winda bûne û di gorê bi komî de hatin dîtin, ji ajansa me re axivî, got: ‘’

Ji ber guhnedana hikûmeta Iraqê heta bi niha gorên me nehatine vekirin. Niha jî dixwazin bi vê biryara nû derxistine hemû çeteyên xwe berdin.’’

Siltan Mehmûd ku bûye şahidê fermanê, wiha behsa kirinên çeteyên DAÎŞ’ê ji me re kir: ‘’3’yê Tebaxê gelek malbatên Êzîdî hatin kuştin. Ji malbata min jî hatin kuştin, dîl ketin destên çeteyên DAÎŞ’ê. Di gora bi komî de ku wê îro vekirin ji malbata min 8 kes hene. 38 kes ji me di destên çeteyan de dîl in. Wexta DAÎŞ’ê girt bi ser me de, ez 15 salî bûm. Piştî girtina me, jin û mêr û zarok em hemû ji hev cuda kirin. Mêr birin cihê gorê û li wê derê kuştin. Jin û malbatên me jî bi xwe re birin.

Siltan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser biryara efûyê û wiha pê de çû: “Ji ber guhnedana hikumeta Iraqê gorên me yên bi komî nehatine vekirin. Ne ji xemsaiya hikumeta Iraqê bûya wê hêzên din nehata gor venekirana. Ji bo wê em dikarin bibêjin dosyeya gorên komî bi temamî di destê dewletên din de ye. Hikumeta Iraqê destûra nû ji bo berdana çend çeteyên DAÎŞ’ê ku di dest de ne, berde, derxistiye. Di nav civaka navneteweyî de em dibînin zêde hurmet nîşanê doza Êzidiyan tê dayîn. Ez dibêjim ger me dewletek hebûya ev çend tişt bi serê me de nedihat, lê ji ber dewleta Iraqê dewleteke hizbî ye nikare tiştekî bike. Doza Êzîdiyan doza însaniyetê ye beriya ku bibe dozeke edaletê. Lê mixabin dewleta Iraqê ji vê yekê bê par maye. Heta di Iraqê de yê ku bûye sedema kuştina me ne hatiye ceza kirin. Her carê gorên komîn bêne vekirin em bala xwe didin hikumeta Iraqê îxanetê bi me re dike.”

 ‘HEQÊ DARBESTAN JÎ JI ME DIXWAZIN’

Xifşê Xidir jî diyar kir ku hukumeta Iraqê bi erka xwe ranabe û got: “Em hemû birîndar in; ji ber ev bûne 9 sal hestiyên me li van qadan e. Hestiyên me neman êdî em nizanin em ê berê xwe bidin kû derê, me divê hemû gorên komîn bêne vekirin da em jî biçin ser ziyareta miriyê xwe. Kes lê xwedî jî dernakeve. Bavê min li vê derê hatiye girtin û kuştin, gelek kes mirovên wan di nava vê gorê de hene. Wextê bangê malbatên xizmên wan winda ne dikin dibêjin heqê darbestê û kefenê miriyê xwe bi xwe re bînin.”
 

‘DIXWAZIN KUJERÊN ÊZIDIYAN BERDIN’

Welatiyê bi navê Hesen Ebdû jî nerazîbûna xwe li ber vê biryara nû ya hikumeta Iraqê nîşan da û got: “Her goreke ku hate vekirin ji bo me fermaneke nû ye. Ji ber merasima windahiyên fermanê her kes li vê derê kom bûye. Hikumeta Iraqê li ber vê civakê bi erk û berpirsiyariya xwe ranabe. Ev 9 sal in dikarîbû hîn ji roja pêşîn ve van gorên komîn vekin da dilê miletê me rehet bibe. Heta niha dewleta Iraqê kesê ku destê wan di qetilkirina Êzîdiyan de heye ceza nekiriye. Diviyabû kujerên Êzîdiyan di nava civaka Êzîdî de bihatina darizandin. Tu rêzdariya hikumeta Iraqê li miletê wê nîn e. Niha jî em bala xwe bidinê, hikumeta Iraqê biryara efûyê di der barê girtiyan de daye, em jî dibêjin ev biryar ne di cihê xwe de ye û divê pêk neyê.”