Bi pêşengiya Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Başûr, bi tevkariya desteya birêvebirina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li salona Xak a li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê panelek bi sernavê, “Konfederalîzma Demokratîk, Çareseriya Aştî û Jiyana Bihevre ya Gelan” hat lidarxistin.
Di panelê de kesayetiyên mîna Mihemed Emîn Pêncewînî jî di nav de, hejmarek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û çalakvan, her wiha hevserokên Tevgera Azadî, Rêveberên RJAK’ê, hevserokên Nûnertiyên Şengalê û yên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Di heman demê de Endamê Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Başûr Dr. Hekîm Ebdulkerîm, Berpirsa Dîplomasiya KJAR’ê Rozerîn Kemanger, Nivîskar û Çalakvan Adil Osman weke panelîst beşdarî panelê bûn.
Panel piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê dest pê kir. Panel bi pêşkêşkirina axaftina Dr. Hekîm Ebdulkerîm berdewam kir.
‘ÇARESERÎ RÊBER OCALAN E’
Dr. Hekîm Ebdulkerîm bal kişand ser qeyran û krîza ku îro li Kurdistanê derketiye holê û her ku diçe kûrtir dibe. Dr. Hekîm Ebdulkerîm destnîşan kir ku îro ji ber siyasetên qeyranî yên modernîteya sermayedarî gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd êşên mezin dikişîne. Dr. Hekîm Ebdulkerîm da zanîn ku dema mirov behsa çareseriya wan hemû pirsgirêkan dike bêguman behsa hin feraset û paradîgmayekê dike û wiha got: “Çareserî Rêber Ocalan e.”
Dr. Hekîm Ebdulkerîm îşaret bi projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pêde çû: “Dema birêz Ocalan behsa çareseriyê dike, bêguman di çarçoveya bidawîkirina wan hemû pirsgirêkan û rijîna xwînê ya li herêmê dike.”
Dr. Hekîm her wiha behsa komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevkariya dewletên ku di vê komployê de xwedî rol bûn kir.
Piştre Berpirsa Dîplomasî ya KJAR’ê Rozerîn Kemanger axivî. Kemanger di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedema girîngiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi jin û jiyanê dide û diyar kir ku ew tê wê wateyê ku divê em vegerin koka pirsgirêkan û li wir çareseriyê pêş bixin.
HIŞMENDIYA MÊR DIKUJE
Rozerîn her wiha behsa pêşengiya jinan a di têkoşîna azadiyê de kir û tekezî ser girîngiya dîrokê ya di vê çarçoveyê de kir û wiha got: “Îro em dibînin di civakê de qetilkirina jinan a ji ber hişmendiya zilam çêdibin. Di esasê de ev ne rewşeke ya civakê ye belku ya desthilat e ku di civakê de pêş xistiye.”
Di dewamê de Rozerîn Kemanger qala pêvajoya têkoşîna ku jinan bi derketina PKK’ê pêş xistin kir û wiha domand: “Îro weke berxwedaniya jinan li qadên gerîla li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, di dema bihorî de weke YPJ li hemberî hişê mêr û reş ê DAÎŞ’ê bûne mînak.”
Kemanger destnîşan kir ku berê hindekan rexne li me digirt û digotin ‘we jin ji jinbûnê derxistiye, jin nazik weke gul in lê we ew pir hişk û çors kiriye’ û got: “Piştî ku jinan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê rola esasî ya pêşengiyê pêk anîn, hatin û rexnedayîna xwe dan.”
JIN JIYAN AZADÎ BEŞÊN CIVAKÊ LI HEV CIVAND
Kemanger îşaret bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û wiha got: “Dema ku ev şoreşe li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat berzkirin. Cara yekem yek ji rewşenbîr û kesayetên Îranê bi xwe got ku heta niha em li pey dirûşmeyekê bûn ku me hemûyan kom bike û ev dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ me hemûyan kom kir. Ev yek bi başî nîşan dide ku îro encax bi vê dirûşmeyê dikare çareserî pêş bikevin.”
‘ABDULLAH OCALAN XWEDIYÊ ÇARESERIYÊ YE’
Piştî Rozerîn Kemanger, Çalakvan û Nivîskar Adil Osman axaftina xwe pêşkêş kir. Osman bi berfirehî behsa pirsgirêkên ku îro li herêmê hene û çavkaniya wan kir û ji bo çareseriya wan hemû pirsgirêkan bal kişande ser girîngiya projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Netewa Demokratîk. Osman ev tişt anî ziman: “Pêwîste em li ser feraseta netewperest û dewletperest a li Başûrê Kurdistanê nîqaş bikin. Îro eger êrîşî Rêber Ocalan dikin, ji ber vê yekê ye ku Birêz Ocalan xwedî projeya çareseriyê ye. Îro li Miyanmarê di dîmenekê de ku hatibû weşandin, behsa zilm û êrîşên dewleta Tirk a dagirker dihat kirin. Ev nîşan dide ku ew têkoşîna heyî çiqasî gerdûnî ye. Lewre îro tecrîdê li ser Birêz Ocalan dimeşînin. Ji ber ku weke Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî behsa bandora tecrîdê kir, dixwazin dengê Birêz Ocalan negihîje gelan.”
Osman di beşek din a axaftinên xwe de diyar kir ku îro Başûrê Kurdistanê bûye qada safîkirina neteweya demokratîk li hemberî Kurdîtiya klasîk e û wiha qala Mexmûrê û sedemên êrîşên li ser wê kir; “Îro li wargeha Mexmûrê jî ku penaberên ji Bakurê Kurdistanê li wir dijîn, ji ber ku bi xwe xwedî pergaleke ya xwe dispêre xwe avakirine, lewma hemû hewlên xwe didin ku wê pergalê tune bikin.”
‘ÇARESERÎ BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN PÊKAN E’
Di dawiyê de Osman îşaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ve pêkan e. Lewre heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe pirsgirêka Kurd jî çareser nabe.”
Piştî axavtinan panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.