'Heta azadiya Rêber Apo pêk were sekin ji me re nîne'

Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR'ê Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê kes nesekine û got, "Başûr wê bibe navend û pêşengê pêngava azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd."

Di 10’ê Cotmehê bi pêşengiya navdarên cîhanê li 100 welatan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hat destpêkirin.  Berpirsa Dîplomasiya Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rozerîn Kemanger, Endamê Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Başûr, Dr. Hekîm Ebdulkerîm Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên û Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan li Iraq û Başûrê Kurdistanê Şalaw Mehmûd pêngava azadiyê û pêkanîna pergala Neteweya Demokratîk ji ajansa me re nixandin.

Berpirsa Dîplomasiya Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Rozerîn Kemanger anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behsa krîz û kaosên li Rojhilata Navîn dike û wiha got: “Roja îro ew êrîşên ku ji aliyê pergala sermayedarî û dewlet-neteweyên herêmê li ser gelan dikin wê rastiyê baş nîşan didin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de ne tenê behsa wan hemû êrîşan dike, belku şîroveyên Rêber Apo li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û pirsgirêka azadiyê ya tevahî gelan kiriye, rêya çareseriya wê jî nîşan dide. Rêya çareseriyê di dema îro de çi ye? Rêya çareseriyê ya bi navê Neteweya Demokratîk, Modernîteya Demokratîk a ku gelan bi vîna xwe xwedî hêza biryardanê ne. Ya ku pêşengiya jin û ciwanan têde xuya ye, ya ku weke proje û rêya çareseriyê ango dermanek ji bo hemû qeyran û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.”

NETEWE-DEWLET RÛXÎNERÊ AZADIYA GELAN E

Kemanger da zanîn ku di nava van deh salên dawî de hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn hatin dîtin û wiha got: “Lewre em baş dibînin ku ne netew-dewlet û ne fikrê desthilatdariya dewletî, yek ji wan jî nikare bibin çareserî. Tenê rûxîner in, rûxînerê vîna gelan, jiyana bihevre ya gelan û rûxînerê pêşeroja azadî ya gelan in.”

‘RÊBER APO BÛYE PIRA NAVBERA GELAN’

Kemanger destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna gelan, vîna jinan esas digire û wiha pêde çû: “Hemû reng û beşên civakê dikarin bi awayekî azad di pergala Neteweya Demokratîk, Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêşî gelan kiriye de cih bigirim. Rêber Apo kengî di vê mijarê de kûr bû? Di dema esareta li girtîgeha Îmraliyê de. Rêber Apo ji sala 1999’an ve bi nivîsandinê dikarî di asta cîhanê de bala hemûyan bikişîne ser wê fikr û felsefeyê. Ev demek dirêje dewleta Tirk a faşîst hewl dide bi tecrîdkirina Rêber Apo têkiliya bi cîhanê re qut bike. Çi bikin jî nikarin Rêber Apo ji gel qut bikin. Berovajî vê Rêber Apo bi pirtûkên xwe bûye pirek di navbera hemû gelan de. Gelek tesbîtên ku ji salên 99’an ve hatine kirin, em dibînin ku ji bo roja me ya îro jî derbasdar in. Ev tê vê wateyê ku fikr û felsefeya Rêber Apo, fikr û felsefeyek pir zindî ye û pêwîstiya ne tenê ya gelê Kurd belku ya hemû gelên herêmê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kemanger li ser Şoreşa Rojava rawestiya û anî ziman ku pergala rêveberiya xweser weke mînakê şênber a fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan da û tekez kir ku divê Rojava bi berdewamî weke mînak were dîtin.

DI SERÎ DE JIN Û CIWAN DIVÊ XWEDÎ LI PÊNGAVÊ DERKEVIN

Kemanger derbarê pêngava azadiyê de jî ev tişt anî ziman: “Bi taybetî jin û ciwanan xwedî li wê kampanyayê derkevin. Û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, divê em nesekinin. Ji ber ku weke berê jî me bi caran anî ziman ku Rêber Apo şexsek nîne, belku fikr û felsefeyek e, tenê bi Kurdistanê re jî sînordar nemaye û niha di asta cîhanî de xwedî li Rêber Apo derdikevin. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî hêviyên me ev in ku di asta herî bilind de xwedîderketin çêbibe.”

‘ZÎNDANKIRINA RÊBER OCALAN NE JI RÊZÊ YE’

Dr. Hekîm Ebdulkerîm jî diyar kir ku kampanya li zêdetirî 74 welatên cîhanê hat destpêkirin, ya hêjayê behskirinê ye ew e ku ev kampanya bi cureyeke taybet û cuda, hemû gel û azadîxwazên cîhanê piştgiriya vê kampanyayê dikin. Dr. Hekîm Ebdulkerîm anî ziman ku zîndanîkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, zîndanîkirineke asayî nîne û wiha domand: “Belku zêdetirê 25 sal mayîn di girtîgehê de, her wiha girtîgeheke ku me navê wê kiriye sîstema Îmraliyê ku sîstema êşkence ya navnetewî ye. Wate komploya hatî kirin û didome tenê li hemberî takekes û partiyeke siyasî nîne.  Ev komplo li hemberî derketina projeya çareseriya aştiyane ya Rojhilata Navîn e.”

DIVÊ TEZÊN RÊBER OCALAN BI GELÊN DIN BIDIN NASKIRIN

Dr. Hekîm Ebdulkerîm bal kişand ser tezên Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî pergala dewlet-netew, ji bo çareseriya pirsgirêk û kaosa li Rojhilata Navîn pêş xistiye. Bi domdarî Ebdulkerîm wiha got: “Dema mirov li berga sêyemîn a parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadî’ dinêre, di wir de ku behsa bîrdoziya Cihûyan û modernîteya sermayedarî dike. Di heman demê de dide nîşandan ku pirgirêka Îsraîl-Filistînê (ku roja îro kûrtir bûye) çawa dikare were çareserkirin.”

‘DIVÊ EM JI HER DEMÊ BÊTIR BIXEBITIN’

Ebdulkerîm destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd ne tenê gelê Kurd, belku di xema hemû gelên Rojhilata Navîn de û wiha got “Lewma divê xwedîderketina li Birêz Ocalan, xwedîderketina li bîr û xeyaleke nû ye. Ji ber ku di vê baweriyê de ne ku xwîn bi xwînê çareser nabe. Ya girîng ew e ku em weke kesên rewşenbîr, akademîsiyen û siyasetmedar ji bo bi gelên din zêdetir tezên Birêz Ocalan nas bikin û bi wan bidin naskiri divê ji her demê bêtir em bixebitin. Çareserî bi damezrandina sîstema li ser bingeha Konfedralîzma Demokratîk pêkan e.”

BAŞÛR BIBE NAVEND Û PÊŞENGA PÊNGAVÊ

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên bal kişand ser piştgiriya cîhanî ya ji bo pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Çend roj beriya niha bi amadebûna gelek kesayetên diyar ên siyasî, rewşenbîr, akademîsiyen, ragihandin û piştgirî ji vê kampanyaya cîhanî re hat dayîn. Lê ya girîng ew e ku divê Başûrê Kurdistanê bibe navenda pêngav û kampanyayê. Divê kampanyayê weke piştgiriyek ji bo derve nebîne. Belku divê ev der bibe navenda bilindkirina pêngavê û divê bi rengekî giştî, bi taybetî jinan û ferdên civaka Başûrê Kurdistanê xwedî li vê kampanyayê derkeve da ku bikarîn Rêberê Gelê Kurd û gelên bindest, Rêber Ocalan bi awayê fîzîkî ji girtîgehê azad bikin û bikarîn pirsgirêka Kurd jî çareser bikin. Ji ber ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd teqez di destê Rêberê Gelan Rêber Apo de ye.”

XWEDÎDERKETINA RÊBER OCALAN XWEDÎDERKETINA DOZA KURD E 

Tara Hisên îşaret bi pergala êşkence ya Îmraliyê û girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Yê ku Rêberê Gelê Kurd xistiye girtîgehê, dewleta Tirkiye nîne. Dibe pergala cîhan, komploya cîhanî û sîstema mêtingeriya cîhanî ye ku Rêber Ocalan xistiye zîndanê û her dem ev sîstem doza Kurd bêçareserî û bêstatû hiştiye. Lewre xwedîderketina li Rêber Ocalan, xwedîderketina li doza Kurd, xwedîderketina li jîngeparêzî, mirovdostî, wekheviya zayendî, azadîxwaziya jin û hwd. e.”

Tara Hisên axaftina xwe bi vê bangê bidawî kir: “Banga me bi taybetî ji bo rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê ev e ku bi hezaran pirtûkan binivîsin, bi hezaran panelan li dar bixin, lê eger aliyê wê yê exlaqî û wijdanî li hemberî dozekî weke doza Kurd û Rêberê wê nebe û xwedî dernekevin û dengê xwe dernexin, vê çaxê divê guman li rewşenbîrbûna xwe bikin. Wê demê tenê dikevin xizmeta sîstema desthilat.  Pêwîst e ew beriya her tiştî xizmeta doza rewa ya gelê xwe û jiyana bihevre ya gelên xwe bikin.”

Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan li Iraq û Başûrê Kurdistanê Şalaw Mehmûd da zanîn ku salên bihorî jî kar û çalakiyên wan li ser bingeha azadîiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha gihandina fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gel hatine lidarxistin û wiha axivî: “Di rastiyê de tişta ku divê li Başûrê Kurdistanê were kirin ew e ku gel zêdetir fikr û ramanên Rêber Ocalan nas bike. Her wiha pêwîstiya ji holê rakirina zexta li zîndanê ya li ser Rêber Ocalan e. Her wiha hemû hewldanên xwe bidin ji bo ku demek beriya demekê Rêber Ocalan azad bibe. Çima? Ji ber ku azadiya Rêber Ocalan, vekirina deriyên çareseriya pirsgirêka Kurd e. Û bi xwe re hem aştî û hem jî jiyana bihevre tîne.”