Kedkarê Çapemeniya Azad Rojnamevan Necmettîn Salaz jiyana xwe ji dest da

Kedkarê Çapemeniya Azad Necmedîn Salaz li nexweşxaneyek Silêmaniyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Necmettîn Salaz ku demeke dirêj di nava xebatên Çapemeniya Azad de dixebitî, li Nexweşxaneya Smart a Silêmaniyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Necmettîn Salaz ê ku ev demeke dirêj e bi nexweşiya sîrozê re têdikoşe, ev hefteyek bû di lênihêrîna giran de dihat ragirtin.

Necmedîn Salaz zêdetirî 10 salan li Başûrê Kurdistanê dijiya.

Salaz moderatoriya bernameya "Rojeva Başûr" dikir ku li ser geşedanên li Başûrê Kurdistanê ji televîzyona Medya Haberê re ragihand.

Necmedîn Salaz di çalakiya bîranîna 27’ê Îlonê ya li Silêmaniyê ji bo şehîdê Çapemeniya Azad Seyît Evran de wiha gotibû: “Ez ê te ne wek kesekê ku jiyana xwe ji dest daye û êdî di nav me de nebî bizanim, ez ê weke ku ji bo kareke din vesaziya te çêbûye û tu li cihekî din, li qadeke din dixebitî û wê rojek were ku tu yê werî û em ê hevûdu bibînin, bizanim."