Gerîlayên HPG’ê yên Ereb: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Gerîlayên HPG’ê yên enternasyonalîst têkîldarê armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker axivîn û bang li gelê Ereb û bi taybet jî ciwanan kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî di van salên dawî de li dijî gerîlayên azadiyê hemû hêza xwe ya teknîkî di asta herî bilind de bikar tîne. Di serî de çekên kîmyewî hemû cure çekên qedexekirî tên bikar anîn û bêyî navber Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafir, top û obusan tên bombekirin. Gerîlayên HPG’ê yên enternasyonalîst ên Ereb têkildarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivîn û bang li gelê Ereb kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê.

‘EM BI RUHÊ EGÎDAN LI BER XWE DIDIN’

Gerîlayê HPG’ê Întikam Gelhat anî ziman ku bi temamî armancê êrîşan dagirkirina Başûrê Kurdisyanê ye û wiha got: “Armanca dijmin ji van oparasyonên berfireh ew e ku, beriya bikeve zivistanê bikaribe gelek cihan dagir bike. Ji ber dizane bi ketina demsala zivistanê re, teknîk û balafirên wan yên şer wê bi kêr neyê. Ji bo vê oparasyonên xwe zû dane destpêkirin. Li hemberî vê me jî amadekariyên xwe kirin. Bi destpêkirina operasyonan re, rastî gelek derbeyên giran hatin. Niha dijmin di rewşekî wisa de ye ku nizane wê çibike, bêzar bûye. Wisa cih bi cih leşkerên wan di bejahiyê de ne, em li hemberî wan çalakiyan li dardixin. Derûniya leşkeran serûbin bûye. Armanca me ew e ku em wan têk bibin û bi temamî ji ser axa xwe wan derînin.”

Gerîla Gelhat diyar kir ku ew ê destûrê nedin dewleta Tirk a dagirker axa Kurdistanê dagir bikin û wiha domand: “Bila dijmin xeyal neke ku wê parçeyekî ji axa me dagir bike. Vê carê Metîna cuda ye. Metîna wê ji bo dijmin bibe cihê mirinê û mezelên artêşa Tirkiyê û dijminê mirovahiyê. Em ji xwe bawerin. Çavkaniya baweriya me Rêber Apo ye. Em hemû li ser vê baweriyê li ber xwe didin. Tu hêz nikare tevgera me tune bike. Ji ber tevgera azadiyê li ser pîvan û exlaqekî avabûye.”

‘EM Ê BI RUHÊ EGÎDAN TÊBIKOŞIN Û BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN’

Gerîlayê HPG’ê Gelhat destnîşan kir ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka tevahiya gelên Rojhilata Navîn e û ev peyam da gelê Ereb, “Peyama min bi taybet ji bo tevahî gelên Ereb in. Weke neteweya Ereb divê em di bin dagirkeriya Emerîka û Rûsyayê de êdî nejîn. Divê em xwe bi hêza xwe birêve bibin. Ger em civakekî demokratîk û xweseriya demokratîk dixwazin, divê em xwe bispirên bîrdoziya Rêber Apo. Ji ber ku ew tenê dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Her wiha pirsgirêkên olî, çînî û mezhebî jî. Divê vê yekê esas bigirin. Wekî gerîlayekî Ereb armanca hebûna min a li vê derê, ne tenê ji bo Kurdistanê, di serî de ji bo min bi xwe ye. Ji ber ez dizanim ku ger dewleta Tirk vir dagir bike piştre wê berê xwe bide qadên Ereban jî. Dixwaze bi vê dagirkirina xwe ve,desthilata Osmaniyan careke din zindî bike. Em ê rê nedin vê yekê. Li ser esasê bîrdoziya Rêber Apo, em ê bi ruhê Egîdan têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin.”

‘ARMANCA ÊRÎŞAN QIRKIRIN E’

Gerîlayê HPG’ê Şiyar Ereb jî ku cihê xwe di nava çeperên şer de digire wiha axivî: “Wekî tê zanîn rewşa qadê bi awayekî zelal bi raya giştî re tê parvekirin. Bi taybetî di van salên dawiyê de artêşa Tirk êrîşa qirkirinê li dijî gelê Kurd daye destpêkirin. Ji bo pêşî li fikrên Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn bigirin, bi her cure êrîşên giran pêk tînin. Ji ber vê yekê, îro yekser berê xwe didin civaka azadîxwaz û demokratîk. Ji xwe em niha di qadên şer yên Metîna de cih digirin. Dewleta Tirk a dagirker li vê derê jî gelek êrîşên qirkirinê pêk anîn. Armanca van êrîşan dagirkirina herêmê û serweriya xwe li ser qadê dane avakirine. Dixwazin li Başûrê Kurdistanê bi rêyên hêzên hevkar re vê yekê pêk bînin. Di vê oparasyona dawiyê de jî, em rastî gelek bûyerên bi vî awayî hatin. Di gelek cihan de xwestin li hemberî me şerekî dijwar bidin destpê kirin. Lê me bi hesasiyetekî mezin xwest em nêz bibin û rê nedin ku dijmin bigihêje aramancên xwe.”

‘EM Ê HÊZÊN DAGIRKER TÊK BIBIN Û HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Gerîla Şiyar Ereb, li ser armanca tevlêbûna xwe ya di nava gerîla de jî ev tişt got: “Wekî hevrêyek ji netewên Ereb, ez niha cihê xwe di nava tevgera azadiyê de digirim. Ji bo ji êrîşên dijmin re bibim bersiv, min berê xwe da qadên gerîla. Bi vê yekê jî ez gelekî kêfxweş û serbilind im. Bi taybetî cih girtina min li vir, bi nirxe. Bi operasyonên demên dawî re, êrîşên dijmin berfireh bûye. Ji bo em ji van êrîşan re bibin bersiv, me berê xwe da qada şer. Li her derê şerê qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker, ji her aliyê ve îstîxbarata xwe xistiye dewrê û êrîş pêk tîne. Ez jî dixwazim mîna şervanekî azadiyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê bisekinim û şer bikin. Me erka parastinê girtiye. Em ê hêzên dagirker têk bibin û heta dawiyê li ber xwe bidin.”

‘BIJÎ YEKÎTIYA GELÊ EREB Û KURDAN’

Şiyar Ereb di dawiyê de banga piştgiriyê li gelê Ereb kir û got: “Bila gelê Ereb piştgiriyê bidin vê têkoşîna bi rûmet. Divê ciwanên me jî tev li vê berxwedanê bibin û li dijî faşîzmê şer bikin. Bijî yekîtiya gelê Ereb û Kurdan, bijî Rêber Apo, Jin jiyan azadî.”