Aqûbeta Akdenîz û Gulmez hate pirsîn
Xizmên windayan ji bo Mehmet Salih Akdenîz û Nazim Gulmez ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn windakirin, hatin ba hev.
Xizmên windayan ji bo Mehmet Salih Akdenîz û Nazim Gulmez ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn windakirin, hatin ba hev.
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 766’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Kesên di çalakiyê de amadebûn wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Di daxuyaniyê de xizmên windayan, endam û rêvebirên ÎHD û parlementerê CHP’ê Amedê Sezgîn Tanrikûlû amade bûn. Vê heftê li aqûbeta Mehmet Salih Akdenîz ê ku di 9’ê îlona 1993’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.
Di destpêka daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku aştîxwaz dixwazin ku li Tirkiyê aramî were misogerkirin û şer bi dawî bibe û wiha got: “Weke parêzvanên mafên mirovan em tevî xizmên windayan dibêjin ku şer hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê zirarê dide sivîlan. Wêneyên ku her hefte li vir tên vekirin encama ku aştî li Tirkiyeyê pêk nehatiye ye. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Êdî kes naxwaze bûyerê bi vî rengî biqewimin.”
Piştre parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû axivî. Tanrikûlû jî anî ziman ku di nav wêneyên windayan de dost heval, nas û malbata wî jî heye û got: “Ev wêne me dibin paşerojê. Mixabin me hîn barê ku salên 80, 90 û 2000’an neavêtiye. Ji ber polîtîkayên dewletê yê bêcezakirinê mixabin me aştî nehanî ser vê erdnîgari yê.”
Çîroka serpêhatiya winda, Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz xwand.
Serpêhatiya winda Mehmet Salih Akdenîz wiha ye:
Mehmet Salih Akdenîz li gundê Kanikanê yê navçeya Pasûra ya Amedê ye. Akdenîzê ku 68 salî bû û muxtarê gund bû, di derdora xwe de kesekî jê dihat hezkirin û bi mêvanperweriya xwe dihat naskirin. Ji ber ku gundê wî bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibe, havînê koçî herêma Şenê ya gundê Nedera ya li ser sînorê Pasûr û Mûşê dibin. Di îlona 1993’an de li herêma Şenê ya gundê Nedera ji aliyê Fermandariya Tugaya 2’yemîn a Boluyê ya di bin fermandariya Tumgeneral Yavûz Erturk de operasyonek mezin tê li darxistin.
Di 9'ê îlona 1993'an de Akdenîz dema ku ji bo were gundê xwe amadekariya vegerê dike tê binçavkirin. Piştî ku leşker Akdenîz binçav dikin û dibin gundikê Kepîrê yê bi ser gûndê Nederê ve. Leşker 10 gundiyên din jî binçav dikin û dibin heman herêmê. Malbatên 11 kesên ku li wir tên girtin hefteyek ji wan re xwarin dibin. Kesên di binçavan de tên girtin ji bilî ku kesên dihatin dîtina wan, xwarin û pêdiviyên wan dest wan her tim girêdayî dihêlin. Li gorî hevjîna Akdenîz, Pembe Akdenîz, cara dawî ku diçe cem hevjînê xwe, hevjînê wê jêre dibêje ‘êdî ji me re xwarin neyne wê me ji vir bibin’. Li gorî şahidan rojek şunda Akdenîz û 10 kesên ku pê re di binçavdene bi helîkopterê ji wir dibin.
Piştî wê demê ne ji Akdenîz û jî ji gundiyên din tên dît û ne jî agahî ji wan tê girtin. Tevî ku malbatan serî li hemû saziyên fermî dan jî agahî ji kesên hatin binçavkirin nehat girtin. Di destpêka sala 1994'an de birayê Akdenîz M. Emîn Akdenîz der barê 11 windayên ku bi birayê wî re hatibûn binçavkirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê da. Parêzer Osman Baydemîr Akdenîz jî di nav de dosyaya 11 kesên di binçavan de hatin windakirin birin DMME'yê. Di sala 2001’an de DMME’ê ji bo malbatên 11 kesên windabûyî Tirkiyeyê mahkumî cezayê pere kir. Komara Tirkiyeyê vî sûcî qebûl dike û tazmînatê dide malbatên kesên ku di binçavande bi zorê hatine windakirin. Nêzîkî 11 sal piştî bûyerê, di mijdara 2004’an de, li gundê Nedera yê navçeya Pasûrê, şivanek bi rastjatinî li ber çem rastî hestiyên mirovan tê. Bi belavbûna agahiyê hin kesên ku xizmên wan widane diçin herema ku hestî lêhatine dîtin. Li herêma ku hestî lê hatin dîtin cil û bergên şewitî û hin tiştên şexsî jî hatin dîtin. Malbat tavilê van tiştan wekî yên windayên xwe nas dikin. Di wê kêliyê de kurê Akdenîz tavilê tebeqeya titûna bavê xwe nas dike. Ew tebeqa titûnê ya ku bavê wî pêşkêşî her kesê ku wekî mêvan dihatin mala wan dikir. Di nav hestiyan de hestiyê tasa serî tune. Weke ku ji eşyayan jî tê fêmkirin, piştî ku wan kuştine cenazeyên wan şewitandine.
Piştre der barê van hestiyên hatin dîtin de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Piştre ji xizmên kesên di wê heyamê û li wê herêmê de winda bûne testa DNA'yê tê girtin û hestî ji ATK'ê re tên şandin. Piştre hestî li ATK’ê winda dibin. Di Cotmeha 2013'an de 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara vekirina doza Komkujiya Gundê Nedera Pasûrê dide. Di doza Komkujiya Gundê Nedera ku 18’emîn danişîna wê di 19’ê Îlona 2018’an de hat dîtin de, ji ber ku der barê Tûggeneral Yavuz Erturk ê ku operasyon bi rê ve birin de delîlên têr û teqez tunene, dadgehê biryara beraatê dide. Serlêdana îtîrazê ya li dijî vê biryarê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê ve di 9’ê Berfanbara 2020’î de tê redkirin. Doz niha di qonaxa Dadgeha Bilind de ye. Çiqas sal derbas bibin jî em ê tu carî dest ji lêgerîna li Akdenîz û hemû windahiyên xwe yên din bernedin û heta windayên me yên dawî eşkere bibin em ê têbikoşin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê ya Êlihê jî di hefteya 602’emîn de çalakiya xwe de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD, nûnerên OHD, MEBYA-DER’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Nazim Gulmez ê di 15’ê cotmeha 1994’an de li gundê Taştêk ê bi ser navçeya Xozata Dêrsimê ve ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.