Başûrê Kurdistanê xwedî li Pêngava Azadiyê derket

Li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî derketin.

Bi armanca piştgirîdayîna Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ku li 74 welatên cîhanê hatiye destpêkirin, li Parka Azadî ya Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, aktîvîstên civaka sivîl û akademîsyen beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Beriya daxuyaniyê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Daxuyanî li ser navê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ji aliyê nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Osman ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

Bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” em bi hev re dirûşma “Dema azadî, aştî û jiyana hevbeş çareseriya radîkale” berz bikin. Dubarekirina vê dozê rastiya baweriya gelê Kurd a bi azadî û jiyaneke birûmet û aştiyane ya gelên herêmê bi hemû civak û rengên xwe yên cihêreng îfade dike.

Welatiyên Kurdistanê; Em îro di salvegera 25’emîn a Komploya Navnetewî li dijî Rêberê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û sîstema kapîtalîst û dewletên paşverû ji bo berjewendiyên xwe birêz Ocalan radestî dewleta Tirk kirin û Girtîgeha Îmraliyê kirin.  Ji ber vê yekê gelê me bi tundî li dijî vê zilma bêhempa li ber xwe da û bi dehan cangoriyên azadiyê bedena xwe şewitandin û girtina birêz Abdullah Ocalan red kirin û rejîma global ya cîhanê şermezar kirin. Di wê roja reş de helwesta gelê me ya wêrek bû ku sembola yekitiya gel û Rêberê wan bû. Armanca wan a sereke ew e bû ku Rêbertî ji gelê Kurd cuda bikin. Dagirker û komploger dereng man û bi ser neketin.

Birêz Abdullah Ocalan xwe gihand kûrahiya dîroka mirovahiyê û fêm kir ku Kurd netewek îhmalkirî û bindeste, li welatê xwe û ji mafên xwe yên gerdûnî û xwezayî dûr ketiye. Bi têgihiştina pirsgirêka jinê li ser esasê felsefeya azadiyê, pirsgirêka çareserkirin û jinûve avakirina kesayeta Kurd hilda ser milên xwe û paradîgmayeke nû ku azadiya ferd û civakê pêk bîne, ava bike; jinan bike xwedî hêz, bi rêxistin bike ku bibin xwediyê jiyana azad. Projeya çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya aştiyane û jiyana hevbeş ya gelan ji bo Rojhilata Navîn girîng nirxand û di çarçoveya neteweya demokratîk, civaka demokratîk û wekheviya zayendî de kir projeyek cidî.

Birêz Ocalan di mijara gelê xwe û mirovahiyê de ruhê vejîn û diyardeyê di kesayeta Kurd de zindî kiriye û di kesayeta Kurd de ji nû ve ava kiriye ku îro weke şoreşger, berxwedêr û wêrek hatiye perwerdekirin. Bi tez û hizra welatparêzî di meydana pratîkê de parêzeriya welatparêzî netewe, jîngeh û hemû nirxên gerdûnî kiriye. Ji ber vê yekê ew têkoşer e, ew Rêberê ku cezayê tecrîdê û zexta psîkolojîk li ser tê ferzkirin. Lê birêz Ocalan berxwedan hilbijart û faşîzma Tirk û Gladyoya NATO bêçare kir!

Birêz Abdullah Ocalan hêjayî wê yekê ye ku dîrok pê serbilind be! Weke ku diyare, civaka mirovan di nava pergala desthilatdariyê de di nava aloziyê de ye. Di heman demê de ev kaos mirovatiyê neçar dike ku ji bo destnîşankirin û garantîkirina çarenûsa xwe têbikoşe, qanûnên jiyana kevnar ji holê hatine rakirin û nikarin bersivê bidin qeyranan. Divê mirovahî li çareseriyan bigere, fikir û paradîgmaya Birêz Ocalan kilîla çareseriya van pirsgirêkên ku mirovahî pê dikişîne ye. Herwiha tezên Ocalan yekane asoyeke zelale ku civaka mirovahiyê ber bi çareseriyeke mayinde ve dibe. Tişta ku niha tê dîtin ew e ku beşên cuda yên civaka mirovî li ser paradîgmaya Ocalan xwedî têgihiştineke kûr in. Ev di qada realîst de xwe dide der. Xort û keçên enternasyonal zextê li navendên mafên mirovan yên li cîhanê û dewleta Tirk a faşîst dikin.

Di heman demê de li vir neçariyek dedikeve holê ku divê gelê Kurd û hemû civakên cuda yên herêmê di azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe de israr bikin û jiyana xwe li ser tez, fikir û felsefeya Rêber Ocalan ava bikin. Ji ber ku vî mirovî ne ji bo xwe û ne jî ji bo gelê xwe tenê, ji bo tevahiya mirovahiyê jiyan kir û di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de fikra azadî, jiyana hevbeş û hezkirinê xêz kir. Her wiha rêya rast a zilmê ya kapîtalîzm, neteweperestî û otorîter ji me re ronî kir û ji vir jî em dibînin ku cîhana mirovahiyê û bawermendên vê ramana berfireh ya birêz Ocalan çawa li kolan û navendên mirovahî rêya kampanyaya azadiyê distrên. Qîrîna çem û pêlên deryayan sînorên çêkirî yên dewlet-neteweyê derbas kirine û bi yek dengî dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî, aştî û jiyana hevbeş ji bo Kurdan û gelên herêmê’ diqîrin.

Divê em baş bizanibin ku krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê di warê aborî, siyasî, mafên mirovan, êrîşên dagirkeran, şewitandina zevî, bax û çiyayan de bi mijara dagirkerî û xiyanetê ve girêdayî ye. Lewma birêz Abdullah Ocalan tekez dike ku heta dagirkerî û xiyanet hebe wê şoreş û berxwedan jî hebe.

Di dawiyê de em dibêjin azadiya Birêz Abdullah Ocalan, temînata çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareserî û aştiyê pêwîstiyeke herî guncav e.”