Kurd êdî tiliyên xwe di çavên kor ên cîhanê de radikin

Ev çi dikin bila bikin ev doz êdî bi ser ketiye. Kurd êdî tiliyên xwe di çavên kor ên cîhanê de radikin û dibêjin 'em jiyaneke bi rûmet dixwazin'. Xwe nakin hewcedarê kesî.

Li dijî teknolojiya dawî ya şer a mîna F-16 û SÎHA; li hemberî tank û topan bi şev û roj li qadan li ber xwe didin. Li Sînemaya Amûdê hatin şewitandin, ji nasnameya xwe bêpar hatin hiştin, lê belê dîsa jî ziman û çanda xwe ji bîr nekirin. Li gel 'Kembera Ereb' a Baasê jî sosyolojiya xwe winda nekir gelê Rojava. Li ser koka xwe ji nû ve şîn bû û mezin bû. Ev gel îro jî li ser piyan e.

Rêberê Gelê Kurd gotibû, 'Ez bi qasî gelê xwe bi tenê me'. Ev tenêtî bû mamosteyê me yê jiyanê, ji ber ku nîşaneyên tenêbûna me li nava çar dîwarên li Îmraliyê ye. Sedema tenêbûna wî çi be sedema tenêbûna gelê Kurd jî ew e. Çawa ku Rêberê Gelê Kurd koletî qebûl nekir, y ên dane pey wî jî wê qebûl nekin. Berdêla vê jî li ser ser û çavan e. Yên ku vê yekê dibêjin îro li Rojava li dijî yek ji artêşên herî mezin ên NATO'yê li ser piyan e. Dibe ku nan bi destê wan nekeve, dibe ku av bi destê wan nekeve lê belê di ti şert û mercî de wê serî netewînin. Ev yek sekneke bi şeref û rûmet e.

NIKARIN BÊEXLAQIYA XWE VEŞÊRIN

Ma Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo vê yekê rojeva Tirkiyeyê bi temamî neguhert? Me dît bê artêşa Tirk a dagirker çawa li sîloyên genim û sivîlan xist. Dema ku Îsraîl li mizgeftan dixe, wê dikin rojev. Di êrîşa artêşa Tirk a bi F-16 a li ser Rojava de ma pelên Quranê di nava xwînê de nema, ma bombe li goristanên li Rojava nehatin barandin? Bi rojeva Îsraîlê wê nikaribin êrîşên xwe yên li ser Rojava mafdar nîşan bidin, wê nikarbin bêexlaqiya xwe veşêrin.

NOKERÊN KU ALÎKARIYÊ DIDIN KUJERAN

Mixabin hin noker hene ku bi dewleta Tirk re tevdigerin. Serwerên Tirk jî bi vî rehê xiyanetê zane, nas dike û her tim bi kar tîne. Êrîşên li ser Rojava ji nedîtî ve hatin lê belê çalakiyên lehengên ku canê xwe di oxira azadiyê de feda kirine şermezar kirin. Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gotineke bi tenê negotin, di medya xwe de cih nedan. Lê belê kengî Kurd di nava derya xwînê de bimîne, ev sextekar hewl didin zikê xwe têrk bikin.

SEKNA BI RÛMET WÊ BI SER BIKEVE

Ev çi dikin bila bikin ev doz êdî bi ser ketiye. Kurd êdî tiliyên xwe di çavên kor ên cîhanê de radikin û dibêjin 'em jiyaneke bi rûmet dixwazin'. Xwe nakin hewcedarê kesî. Dijmin û nokerên wan li pêşberî vê îradeyê dikevin çala ku kolan e. Kes nikare vê îradeya azad bişikîne. Rojava wê bi vê sekna xwe bi ser bikeve.