Gerîla li Zapê dîsa lêxist: 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bê navber dewam dikin. Di çalakiyên li qada Zapê hatin lidarxistin de, 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

13’ê Cotmehê di saet 16.00 û 16.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Ji 13’ê Cotmehê saet 20.45’an heta 14’ê Cotmehê saet 00.30’an, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran 2 caran mudaxeleyî liv û tevgera helîkopterê ya li li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir.

13’ê Cotmehê di saet 08.10 û saet 15.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

14’ê Cotmehê di saet 05.25’an de bi çekên nîv otomatîk bi rengekî bi bandor li li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û 5 dagirker hatin cezakirin. Dagirker ji bo ku hîn zêdetir windahiyan nedin, bombeyên sîs avêtin derdor.

Li herêma Zapê;

13’ê Cotmehê di saet 06.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerekî ku Qada Berxwedanê ya Sîdayê çavdêrî dikir û dema ku diçû ser teleskopê, hate xistin û hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

13’ê Cotmehê di saet 17.00’an de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê 1 car bi teqemeniyn qedexekirî hatin bombekirin.

12 û 13’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel 2 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

13’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 8 caran bi dronên bombebarkirî û 1 car jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

13’ê Cotmehê qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 3 caran, qadên Şehîd Şerîf û Kendakola yên herêma Xakurkê 3 caran; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

13’ê Cotmehê herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”