Avakara jiyana azad: Jiyanda Laşer

Nasnavên ku gerîla li çiyayên azad li xwe dikin yekem prototîpa kesayeta azad a Kurdistanê pêk tînin. Jiyanda Laşer jî yek ji wan nûneran e.

JIYANDA LAŞER

Min awayê herî baş li Zagrosan di sekna gerîlayên Zagrosan de dît ku eşqa welat çi qasî rê vedike ku mirov ji bo wî şerekî bêhempa bimeşîne, li hemberî zehmetiyan kesayeteke çi qasî berxwedêr ava dike û bi hêvîya azadiyê li gel mirovan îradeyeke çio qasî qewî peyda dike û mezinahiya dilê wan a li hemberî êşan çi qasî bi serbilindî disekine. Gerîla Jiyanda Laşer yek ji nûnera vê yekê bû. Gerîla Jiyanda Laşer yek ji wan kesan bû ji Kurdistanê pir hez dikir û berxwedêriya dilê aşiqê welatê xwe baş dizanî. Dema ku wê berê xwe da li çiyayên azad bi hêvî, armanc û baweriya avakirina jiyaneke nû kulpîna dilê wê olan dida li çiyayan û bû gerîla. Nasnavê xwe jî li gorî wê hilbijart.  Jixwe ev yek nîşaneya wê yekê ye ku mirov bi vê yekê  kesayeta xwe hildibijêre û li hemberî jiyanê sekneke baş nîşan dide. Dema ku Jiyandayê jî nasnavê xwe hilbijart rêya jiyana xwe jî hilbijart. Jiyan da; a ku zindî dike, diafirîne û ava dike.

Em dikarin ji nasnavên ku zarokên gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de li xwe kirine, dilsoziya Kurdî ya bi jiyan û azadiyê re bi awayekî zelal bibînin. Nasnavên ku zarokên Kurd li çiyayan azad li xwe dikin yekem prototîpa kesayeta azad a Kurdistanê pêk tînin. Jiyanda Laşer jî yek ji wan nûneran e. Jiyanda; a ku jiyanê dide, a ku dê canê xwe ji gelê xwe re feda dike, a ku rengê jiyana azad a nû di xwe de dihewîne û belkî jî ji bo çiyayîyan hê jî zêdetir…

Min ev gerîlaya dildara jiyanê cara ewil li çiyayên Avaşîn ên ku bi rengê Zagrosan bejna xwe xemilandî nas kir. Wê ji min re tim qala Avaşîn dikir. Bi bibîranîna gerîlayên şehîd her kêliya wextê xwe watedartir dikir. Min ji dil û dengê gerîla Jiyandayê wêrektirîn gerilayê Adilbegê Senar, jîrtirîn gerîlaya Avaşînê Hevrê, berxwedêra jin Zarîn û Siyajîna li hemberî zehmetiyan xwedî sekna pîroz û gelek şehîdên Avaşînê nas kirin. Hemû hevrêyên di jiyan û dilê xwe yê mezin de wiha neqişandibûn. Di hemû gavên wê de hevrêyên wê weke siya wê li gel wê bûn, di hemû livînên zimanê wê de navên hevrêyên wê dihat bihîstin û di hemû çalakiyan de bi bilêvkirina navên hevrêyên xwe di dilê dijmin de tirseke mezin ava dikir.

LI AVAŞÎN Û ZAGROSAN GERÎLATÎ KIR

Jiyanda Laşer; Di sala 2015’an de tevlî nava refên azadiyê bû. Ji destpêkê salên tevlîbûna xwe heya sala 2021’an li Avaşîn û Zagrosan gerîlatî kir. Di nava tîmên gerok de cihê xwe girt, tevlî çalakiyan bû û bi lehengiyeke pir mezin li dijî dagirkeran şer kir. Di navbera salên 2021-2022-2023’yan de di şerê dijwar ê Zap û Avaşînê de ji bo piştevaniya hevrêyên tevlî gelek çalakiyan bû. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ma. Di dijwartirîn pêvajoya şerê Zapê de bênavber têkoşîya. Digot: ‘’Hewce ye ez derbasî herêma Zapê bibim. Min li Zagrosan li Avaşînê Tevgera Azadiyê, yekem hevrê,şer, êş, kêfxweşî û çeka xwe nas kir. Avaşîn nebe jî hewce ye ez li Zapê bim. Tişta ku vê Partiyê ber bi serkeftinê ve bibe felsefe, hewl û berxwedana Rêber Apo ye. Wê bi saya şehîdan serkeftin were bidestxistin. Ji ber ku pêşeng ew in. Û ger ez rojekê şehîd jî bibim, divê li Zagrosan şehîd bibim.’’ Wisa jî çêbû. Gerîla Jiyanda Laser li Zagrosan tevlî karwanê nemiran bû.

Dema ku Zap şer dikir, li ber xwe dida, qebûl nekir ku jê dûr be. Xwest li wir be, li navenda wir be. Diherikî, nedisekinî, dilê wê bi coş bû, atmosfera qadê diguhert. Cidî bû, şerker bû, pak bû, ronahî bû. Ji bo fêhmkirina wê pêwîstî bi hevokên mezin nîne, ew weke gerîlayeke Zagrosan her tim di navenda jiyanê de bû.

Di 7'ê Nîsanê de Jiyanda Laşer li Zapê şehîd bû. Çavkaniya herikînê ya Ava Zê gerîla ye. Û wateya xwe her tim di nava gerîla de zêde kir. Gerîla Jiyanda li jiyanê, ava Zê jî jiyan jinûve ve da Jiyanda.