BI DÎMEN

HPG’ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî

HPG’ê şehîdên Avaşînê bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn li dijî kesayeta koletiyê ya ku ji aliyê dijmin û hevkarên wê ve dihat ferzkirin, şer îlan kirin û nûneriya sekna Kurdê azad kirin.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“7’ê Hezîrana 2020’an di êrîşa dijmin a li herêma Avaşînê de, milîtanên Apoyî yên hêja Serxwebûn, Şerker û Xemgîn şehîd bûn. Di salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe Serxwebûn, Şerker û Xemgîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn ji bo azadiya gelê me ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan çiyayên azad ên welatê me û di nava refên PKK’ê de hatin ba hev. Bi têkoşîn û keda xwe berdêl û kedeke mezin dan û bûn haveynê yekîtiya me ya neteweyî. Di fikrên Rêber Apo de xwe dîtin û bi coşeke mezin tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn. Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn li dijî kesayeta koletiyê ya ku ji aliyê dijmin û hevkarên wê ve dihat ferzkirin, şer kirin û nûneriya sekna Kurdê azad kirin. Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn bi seknên xwe yên di jiyan û têkoşînê de bûn milîtanên Apoyî ku hemû ciwanên Kurdistanê wê wan mînak bigirin û li ser rêya wan bimeşin. Em soz didin heta ku em têkoşîna azadiyê digihînin serketinê, li ser rêya ku wan vekiriye bimeşin.

Bi van hestan em car din di salvegera şehadeta wan de hevrêyên xwe Serxwebûn, Şerker û Xemgîn bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Serxwebûn Sêrt
Nav û Paşnav: Îrfan Ayhan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Gulistan – Fikrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020’yan / Avaşîn

Nasnav: Şerker Botan
Nav û Paşnav: Bextiyar Abdullah
Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî
Navê Dayik – Bav: Kafiya – Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020’yan / Avaşîn

Nasnav: Xemgîn Amûdê
Nav û Paşnav: Mahîr Xerîb
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Navê Dayik – Bav: Aliya – Mahmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2020’yan / Avaşîn

SERXWEBÛN SÊRT

Hevrêyên me Serxwebûn li navçeya Berwarî ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku ji xizmên wî yên nêz tevlîbûna nafa refên gerîla û şehadet hebûn, hevrêyê me Serxwebûn hîn ji temenê biçûkatiyê ve têkoşîna me nas kir. Ji ber ku malbata wî û derdora ku lê dijî, dilsozê çand û kevneşopiya Kurdî bûn û di welatparêziyê de israr kirin, rû bi rûyê zilm û zexta dijmin man. Ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me Serxwebûn pir zû rastiya dijmin nas bike. Ji ber êrîşên dijmin malbata wî neçar ma ku koçî Mêrsînê bike. Bi bi vê yekê re hevrêyên me jî neçar ma ku ji warê xwe Kurdistanê dûr bijî. Tevî vê yekê jî karî cewherî xwe biparêze. Dilê hevrêyê me timî li xaka ku lê ji dayik bûye, bû. Bi vî rengî bersiva herî bi wate da polîtîkaya dijmin a ku gelê me ji Kurdistanê dûr dike û bênasname dihêle. Hevrêyê me Serxwebûn li Mêrsînê derfet dît ku rastiya dijmin di astên cuda de nas bike û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin hîn mezintir kir. Hevrêyê me di heman demê de di ferqê de bû ku dijmin li dijî gelê Kurd li her qadê polîtîkayên şerê taybet pêş dixe û bawer kir ku encex bi têkoşînê dikare van hewldanên dijmin têk bibe. Hevrêyê me li ser vî bingehî di nava xebatên şoreşgerî û ciwanên welatparêz de cih girt. Dema ku di nava van xebatan de, derfet dît ku rastiya me ya têkoşînê hîn ji nêztir ve nas bike û fêm bike. Hevrêyê me fêm dikir ku bersiva ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser têkoşîna azadiyê ya gelê me, bê dayîn şerê îradeyê ye. Hevrêyê me her roja derbas bûyî ket nava lêgerînê ku têkoşîna xwe mezin bike. Ji ber xebatên ku di sala 2011’an de lê cih girtî, ji aliyê dijmin ve hate binçavkirin. Hevrêyê me ji sekna xwe tawîz neda û bersiva pêwîst da dijmin. Hevrêyê me Serxwebûn di ferqê de bû ku gelê me her roja derbas bûyî hîn zêdetir rû bi rûyê zexta dijmin ma û dijmin siyaseta xwe ya qirkirinê bi rengekî hîn kûrtir didomîne. Hevrêyê me ev rewş ti carî qebûl nekir. Hevrêyê me zêdetir tehemûlî tecrîda ku li ser Rêber Apo tê kûrkirin, nekir û bawer kir ku encex bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare bersiva van pêkanînên dijmin bide. Li ser vî bingehî hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2013’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Serxwebûn demek kurt li Amedê ma û fêrî bingehên gerîlatiyê bû. Piştre bi biryara xwe vekişînê ya rêxistina me, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li vir perwerdeya şervanên nû dît û di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla û çiyê bû. Hevrêyê me piştre derbasî herêma Zapê bû û li vir qasî salekî tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me di pêvajoya li Zapê de, xwe weke leşkerî û îdeolojîk pêş xist û bû gerîlayekî azadiyê yê pispor.

Bi sala 2014’an re çeteyên DAÎŞ’ê di serî de li Rojava û Şengalê, berê xwe da destkeftiyên gelê me û li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk anî. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Serxwebûn bikeve nava têkoşîneke hîn aktîftir. Hevrêyê me bawer kir ku divê bi gelê me re di çeperên berxwedanê de cih bigire, li ser vî bingehî derbasî Kobanê bû û beşdarî berxwedana dîrokî bû. Hevrêyê me Serxwebûn di her kêliya destana Kobanê ya ku bi berdêlên mezin hatî nivîsandin de cih girt. Bi cesaret û fedekariya xwe di serketina hatî bidestxistin de, bû xwedî rol. Şehadetên ku hema bêje her roj di pêvajoya berxwedanê de çêbûn, biryardarî û xwesteka têkoşînê ya hevrêyê me Serxwebûn hîn xurttir kir. Hevrêyê me di wê zanebûnê de bû ku encex bi mezinkirina têkoşînê dikare bîranîna her hevrêyek xwe yê şehîd, zindî bihêle û tevî ku di vê pêvajoyê de birîndar bû jî di şerê hebûn û tunebûnê de paşde gav neavêt û ruhê fedayî derbasî pratîka xwe kir. Hevrêyê me di pêvajoyê piştî rizgarkirina Kobanê de jî, di nava lêgerînê de bû timî têkoşîna xwe mezin bike. Di gelek çalakî û pêngavên ku li dijî çeteyan dihatin lidarxistin de, cih girt û wezîfe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî.

Di sala 2017’an de êrîşên çeteyan, di rêjeyeke mezin de hate rawestandin. Hevrêyê me Serxwebûn fikirî ku wî wezîfeya xwe ya li Rojava temam kiriye û piştre car din berê xwe da çiyayên azad. Dema ku çû çiyayan ji bo muhasebeya pratîka xwe ya 3 salan bike, xwe ji bo wezîfe û berpirsyariyên nû amada bike, xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de pispor bike li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz beşdarî perwerdeyê bû. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de ket nava lêhêrbûnên kûr, hem ji pratîka xwe encamên bi wate derxist hem jî derfet dît ku xwe di tarzê şerê dema nû de hîn bêhtir kûr bike. Bi tevlîbûna xwe ya bi cewher û dirûst a di perwerdeyê de, bi temamî xwe fedayê şoreşê kir. Hevrêyê me Serxwebûn bi vî rengî bawerî dida hevrêyên xwe û rêxistina me û derbasî pratîkên girîng û stratejîk bû. Hevrêyê me di nava van xebatan de heqê baweriya ku jê re hatî nîşandan, da û bi gelek fermandarên me yên hêja re derfetê xebatê dît. Hevrêyê me Serxwebûn di nava xebatên ku lê cih girtî de, bû xwedî tevlîbûneke serketî. Timî berê xwe da qadên ku şerê li dijî dagirker lê germ bû. Hevrêyê me ji bo ku biçe van qadan timî israr û pêşniyar dikirin. Bi saya asta tevlîbûna xwe ya heyî û lêhêrbûnên xwe yên têkildarî şerê gerîla ya demê nû, hevrêyên xwe îkna kir û derbasî herêma Avaşînê bû.

Hevrêyê me Serxwebûn di demeke kurt de adapteyî herêma Avaşînê dibe û demildest derbasî qada têkoşînê bû. Hevrêyê me timî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amade bû, di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin de cih girt û hewl da ku wezîfeyên xwe yên demê bi cih bîne. Di van çalakiyan de derbeyên giran li dijmin hatin xistin û her carê hêza têkneçûyînê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hate îspatkirin. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya fedayî ya di nava van çalakiyan de, ji hevrêyên xwe re bû mînak. Di heman demê de bi kesayeta xwe ya sade, dilnizm û kedkar hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Serxwebûn bi zanista xwe ya leşkerî di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin de, her tim li nûbûnê digeriya. Weke endamekî fermandariyê di nava têkoşîna me de şop hişt. Hevrêyê me Serxwebûn 7’ê Hezîrana 2020’an di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Bi têkoşîna xwe û bîranîna xwe ya li pey xwe hiştî, wê her tim di dilê gelê me û hevrêyên me de bijî.

ŞERKER BOTAN

Hevrêyê me Şerker li bajarê Silêmaniyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber hişmendiya kûr a malbata xwe ya li ser Kurdîtiyê, ji zarokatiya xwe ve bi cewhera xwe ve mezin bû. Hevrêyê me ku di temenê xwe yê biçûk de şahidî ji Komkujiya Enfalê re kir, di wan rojan de dest bi naskirina rastiya Kurdistanê û dijmin kir. Hevrêyê me zû hînê rastiya ku Kurdistan ji aliyê 4 dewletên mêtinger ve hatiye dagirkirin bû û her tim sedemên vê yekê lêpirsîn dikir. Hevrêyê me Şerker ê ku hîn bû dagirker li parçeyên din ên Kurdistanê li dijî gelê me komkujî pêk tînin, li dijî dijminê ku Kurdistan dagir kiriye hêrseke mezin hîs kir. Hevrêyê me bi lêhûrbûnên ku jiyaye, hewl da bigihêje wateya azadiya rasteqîn û di vê pêvajoyê de rastiya Rêber Apo nas kir. Hevrêyê me ji ber helwesta Rêber Apo ya ku bingeha hemû azadiyan, bi azadiya civakî ve girêdide bandor bû, di heman demê de hem ji Kurdistanê û hem jî ji karakterê gerdûnî yê partiya me PKK'ê bandor bûye. Bi taybetî berxwedana destanwarî ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên Başûrê Kurdistanê û Rojava ku bi pêşengiya Partiya me li ser esasê xeta fedaîtiyê li dijî dagirkeran hat meşandin bandorek mezin ava kir. Şêwaza şerê fedaî ya gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê yê bê berejewendî, girêdana hevrêyê me Şerker a bi Partiya me re bêhtir xurt kir. Bi taybetî bi berxwedanên dîrokî ku li Kobanê û piştre li Sûr, Cizîr û Bakurê Kurdistanê hatin meşandin û bi sekna milîtaniya fedaî ya Apoyî hîn bêhtir bandor bû. Vê yekê biryardariya têkoşînê ya hevrêyê me Şerker xurtir kir.

Hevrêyê me ku weke ciwanekî Kurd ê welatparêz pêbawer bû ku divê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de cih bigire, gihîşt wê encamê ku ev yek herî baş bi tevlîbûna li nava refên gerîla li çiyayên Kurdistanê pêkan e. Li ser vê bingehê, di sala 2016'an de hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku dema tevlî nava refên gerîla bû, di jiyana çiyê û gerîlatiyê de xwedî tecrûbeyeke zêde nebû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş, di demeke kurt de hînê jiyana çiyê bû. Hevrêyê me ku di ferqa wateya çiyê ya ji bo gelê Kurd de bû, di wê zanebûnê de bû ku her ku hînê jiyana çiya bibe wê hîn bêhtir pêş bikeve. Hevrêyê me ku bi perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya wergirtî re bû gerîlayekî azadiyê yê jêhatî, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û mutewazî re hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêyê me ku ji têkiliyên xurt ên hevrêtiyê û şêwaza jiyana komînal bandor bû, ji bo ku van taybetmendiyan di kesayeta xwe de ava bike kedeke mezin daye. Hevrêyê me ku di perwerdeyan de agahiyên nû li ser Kurdistanê û dîroka gelê me hîn bû, li ser vê esasê tevlîbûneke bi zanabûn pêk anî. Hevrêyê me Şerker ku demekê li herêma Qendîlê tevlî nav xebatan bû, li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest biçe herêmên ku şer lê giran bûye.

Hevrêyê me ku li ser vê bingehê derbasî herêma Avaşînê bû, bi tempoyek lez beşdarî xebatên pratîkê bû. Hevrêyê me yê ku di gelek xebatên zehmet de bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedekar encamên serketî bi dest xist, bi vê yekê re hem hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist û hem jî bi van taybetmendiyan re bawerî da hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me Şerker ku li gelek qadan bi taybetî li Werxelê têkoşiya, li Avaşînê tecrûbeyeke girîng a leşkerî bi dest xist. Hevrêyê me tevî ku perwerde di asta akademîk de nedîtibû jî, di aliyê têgihiştin û pratîkkirina taktîkên gerîla yên serdema nû de zehmetî nekişand û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hostetiyeke mezin van taktîkan bi kar anî.

Dema li herêma Avaşînê bû, girêdana bi hevrêyên xwe yên di pevçûnên li dijî dijmin de şehîd bûne, weke prensîba herî girîng a jiyana xwe dît. Hevrêyê me Şerker ê ku dizanibû tenê bi pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe dikare bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd zindî bihêle, her kêliya têkoşîna xwe li ser vê bingehê berfireh dikir. Hevrêyê me Şerker ku taybetmendiyên wî yên neteweyî li pêş bû, her tim xeyala şerê li Bakurê Kurdistanê kiriye. Hevrêyê me ku ji bo vê gelek pêşniyar kir, tevî hemû israra xwe jî nikarîbû vê xeyala xwe pêk bîne. Ji bo vê jî xwest tola mirovên me yên ku li jêrzemînên Cizîra Botan bi şewitandinê şehîd bûyî, li qada ku lê ye hêrsa xwe ya li dijî dijmin bike bingeha têkoşînê.

Hevrêyê me Şerker bi kesayetiya xwe ya durust, girêdana bi nirxên me yên neteweyî û sekna xwe ya zelal a li ser bingeha pîvanên milîtaniya Apoyî re bû milîtaniyeke mînak ê PKK'ê. Bû şoreşgerekî ku ji aliyê tevahiya ciwanên Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên Başûrê Kurdistanê ve mînak bê girtin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Şerker ku di 7'ê Hezîrana 2020'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû, li Kurdistana azad zindî bihêlin.

XEMGÎN AMÛDÊ

Hevrêyê me Xemgîn li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe û tevlîbûna ji derdora xwe ya nêz a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hevrêyê me Xemgîn partiya me PKK hîn di zarokatiyê de nas kir. Ji aliyê malbata xwe ya welatparêz ve bi dilsoziya bi kevneşopî û çanda Kurd hate mezinkirin, neçû dibistanên rejîmê û cewhera xwe parast. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Xemgîn têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve şopand, di sala 2012'an de bi pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re weke ciwanekî şoreşger tevlî nava kar bû. Hevrêyê me destpêkê beşdarî nava karên ciwanan ên şoreşger bû, di vî karî de gelek hevalên xwe zane kir û beşdarî nava refên azadiyê kir. Dema ku bi hevrêyekî xwe re têkilî datanî bandor lê dikir, bi vî rengî di nava jiyana xwe ya şoreşgerî de mohra xwe danî binê gelek serketinan. Di salên 2014-2015'an de ku êrişa çeteyan a li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava destpê kir, beşdarî nava yekîneyên berxwedanê bû, ji xwe re kir esas ku destketiyên gelê me biparêze. Lewma jî hewl da wezîfeyên xwe yên dîrokî bêkêmasî pêk bîne. Hevrêyê me Xemgîn tevlî gelek çalakiyên li dijî çeteyan bû, di rizgarkirina gelek qadan de bû xwedî ked. Dema ku di nava yekîneyên berxwedanê de bû, milîtanên Apoyî nas kir, ji sekna jiyana van milîtanên Apoyî, têkiliyên hevrêtiyê û rêbaza şerê fedaî bi bandor bû. Hevrêyê me Xemgîn di demeke kurt de fêm kir ku hevrêyên li ser xeta fedaî têdikoşin çavkaniya xwe ya moral û motîvasyonê ji felsefeya Rêber Apo werdigirin, ev hevrêyên me ji xwe re kir mînak û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li ser vê bingehê di sala 2016'an de beşdarî nava refên gerîla bû û derfet bi dest xist ku têkoşîna xwe hîn mezin bike.

Hevrêyê me Xemgîn ku xwedî tecrûbeyên leşkerî bû, li nava refên gerîla bi perwerdeyê di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Di demekê de ku şerê li dijî dagirkeran giran bû, hevrêyê me tevlî nava refên gerîla bû û bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevgeriya. Piştî ku demekê li herêma Garê ma derbasî herêma Avaşînê bû, li vê derê bi rengekî çalak tevlî pratîkê bû. Bi alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de hînî rêbaza şer a gerîla bû û her roj xwe hîn bêhtir kûr kir, li dijî artêşa Tirk a dagirker her tim li refên herî pêş ên çalakiyan bû. Li qada şer bi wêrekî û fedakariya xwe bû milîtanekî mînak û di jiyanê de jî bi kedkarî û dilnizmiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Piştî pratîka salekê hevrêyê me Xemgîn bû gerîlayekî azadiyê yê şareza, derfet dît ku hemû qadên Avaşînê nas bike. Ev yek ji bo têkoşîna xwe kir avantaj, li her qada ku pêwîstî pê hebû ji wezîfeyê re amade bû. Bi vî rengî destê hevrêyên xwe xurt kir û her tim bû milîtanekî bal dikişand ser xwe. Di çarçoveya projeya jinûve avakirinê ya gerîla de ji aliyê taktîkî ve pêwîstî bi xwenûkirinê dît, ji bo vê jî kete nava kûrbûnê. Hevrêyê me zanîbû ku gerîlatiya serdema nû hem ji aliyê rêbazê hem jî ji aliyê taktîkê ve divê ne weke ya berê be, li her qada ku lê ma li ser vê yekê nîqaş kir û kûrbûnên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî rengî hem hevrêyên xwe perwerde kir, hem jî ji aliyê leşkerî ve gavên girîng avêt. Di çalakiyên li herêma Avaşînê de yên ku li dijî dijmin hatin kirin û encamên girîng bi dest xistin, keda hevrêyê me Xemgîn hebû.

7'ê Hezîrana 2020'î tevî hevrêyên me Serxwebûn û Şerker dema ku li ser erka xwe bû, di dêrişa dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe di asta herî bilind de temam kir. Em careke din dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna hevrêyê xwe Xemgîn bin.”